Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!

  • rojane
  • 09:01 31 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - OPCW’ê heta niha têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hê tu lêkolînê nekirine. Saziyên navnetewî yên mîna CPT’iyê jî li hemberî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi şopandinê sînordar ma. 
 
Êrişên dewleta Tirk ên di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê hatin destpêkirin, meha xwe ya 6’emîn li pey xwe hişt. Êrişên berdewam bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) çekên kîmyayî bikar tînin, ku li gor peymanên navdewletî qedexe ne û wek tawanên dijî mirovatiyê tên dîtin. Hat ragihandin ku di mehên tebax, îlon û cotmehê de 17 endamên HPG û YJA-Starê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên 2 endamên HPG’ê yên ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn hatin weşandin. 
 
DESTÛRA HEYETÊ NEHAT DAYÎN 
 
Her çiqas dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin weşandin û banga lêkolînan hatin kirin jî lê rêxistinên navneteweyî li dijî vê yekê bêdengiya xwe dparêze. Hewldana rêxistinên serbixwe ku xwestin li herêmê lêkolînan bikin jî lê her tim hatin astengkirin. Bijîjkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) ku di navbera 20-27'ê îlonê de çûn Herêma Federal a Kurdistanê, destûr nehat dayîn ku muayeneyên li cihê bûyerê bikin. Heyetên ku xwestin bi welatî û bijîşkên ku ji gazên kîmyewî yên li herêmê bandor bûne re hevdîtinê bike. Lê belê ji aliyê PDK'ê ve hatin astengkirin.
 
Heyetê di 21’ê cotmehê de rapor eşkere kir û hat destnîşankirin ku qenata ku Tirkiyeyê çekên kîmyewî bikaranîye û tawanbariyê kiriye heye. Di raporê de bang li OPCW’ê hat kirin ku lêpirsîn bide destpêkirin. 
 
PEYMANÊN NAVNETEWΠ
 
Çekên kîmyewî yên ku berê gelek caran hatibûn bikaranîn, bi peymanên Laheyê yên di sala 1899 û 1907, Peymana Cenevreyê û Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) ku di sala 1993’yan de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo îmzekirinê hatibû vekirin, hatin qedexekirin. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî di peymanan de weke “sûcê şer” hate nirxandin. Li gorî peymana herî dawî, hilberandin, embarkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye. Tirkiye jî di nav welatên ku ev peyman îmze kirine de ye.
 
AKAR ÎTÎRAF KIRIBÛ 
 
Lê tevî hemû peyman û protokolên navneteweyî jî li ser bikaranîna çekên kîmyewî li Herêma Kurdistanê tu lêkolîn nehat kirin. Tirkiye her tim bi înkarkirinê li meseleyê nihêrî. Îtirafên Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ê ku di 16’ê mijdara 2021’an de li Lijneya Plan û Budçeyê ya Meclisê axivîbû jî li ber çavan nehat girtin. Akar diyar kir ku di envantera artêşa wan de çekên kîmyewî tune ne û wiha gotibû: "Em tenê gaza îsotê bikar tînin." Lê, li gorî CWC, di dema şer de karanîna gaza îsotê jî qedexe ye. Li hemberî van gotinên îtirafkar saziyên navneteweyî gav neavêtin.
 
BÊDENGIYA NAVNETEWΠ
 
OPCW di bersiva ku da JINNEWS’ê li ser êrişên dawî yên çekên kîmyayî diyar kir ku ew dikarin li ser daxwaza her yek ji dewletên alîgir lêkolînan bikin. OPCW ku li ser çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê tên bikaranîn gelek rapor amade kirine, bi bersiva xwe ya dawî careke din nîşan da ku di mijara kurdan de tu gavan navêje. Sazî û dezgehên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ku li ser tenduristiya mirovan lêkolînan dikin, heta niha tu bertek nîşanî mijarê nedane û bêdengiya xwe diparêzin. 
 
HELWESTA SAZIYÊN SERBIXWE 
 
Bêdengiya rêxistinên sivîl ên li dijî çekên kîmyewî û sûcên bi vî rengî şer dikin jî di vê pêvajoyê de bale kişand ser xwe. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yek ji wan saziyan e ku derbarê şerê Ûkrayna-Rûsyayê, êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê û şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelek daxuyanî da. Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) wek sazîbûn daxuyaniyek neda. Serokê berê yê MSF û endamê desteya şêwirmendiya niha Dr. Brauman daxuyaniyeke şexsî da û got ku tekane çareserî ew e ku heyeta pispor a ji pisporên serbixwe pêk tê biçe qada ku îdia lê hatiye kirin û lêkolîn bike. 
 
JI BO TECRÎDÊ JÎ HELWEST HEMAN E 
 
Bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî ya li hemberî Tirkiyeyê ne tenê li dijî  bikaranîna çekên kîmyewî, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî didome. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkence û Muameleya Dijmirovî û Rûmet û Cezayê ya Ewropayê (CPT) tenê bi "şopandin û raporkirina" binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê temaşe dike. CPT’ê çû Girtîgeha Îmraliyê ya ku ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin, lê rapor eşkere nekir. CPT diyar dike ku ew jî mîna OPCW'ê bêyî 'rizaya dewletên alîgir' nikare raporê bide. Komîteya Dijî Îşkenceyê ya ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de dixebite jî li dijî îşkence, mirina bi guman û tecrîda li Tirkiyeyê yek gav jî navêtiye. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

31/10/2022
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn