Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin

  • rojane
  • 10:14 31 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Rojnameger Zemo Aggoz ku ji ber nûçeyên xwe yên di Ajansa Mezopotamyayê de hatibû binçavkirin diyar kir ku ji ber rastiyên derxistine holê hatine sûcdarkirin. 
 
Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan bi ser malên Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger de girtin û bi îşkenceyê binçav kirin. Rojnameger, di nîvşeva 29’ê cotmehê de sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ku demekî kin li buroya MA’yê ya Enqereyê stajerî kiribû jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin. Aggoz bi şertê hefsa malê û Gunhan jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
Aggoz ku di zarokatiya xwe de bi dayika xwe re televîzyonên bi kurdî temaşe dikir û ji rojnamegeriyê bibandor bû, dema dibistana amadehî dixwend bi belavkirina Rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya Di Hûkmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin gava ewil di qada  çapemeniyê de avêt. Aggoz ku li Beşa Rojnamegeriyê ya Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Kocaeliyê xwendina xwe didomand, saziyên çapemeniyê yên ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên ji nêz ve şopand. Di dema xwendekariyê de MA ji nêz ve dişopand û di sala 2018’an de li MA’yê dest bi rojnamegeriyê kir. Aggoz ku ev 5 sal in li MA’yê xebatên xwe didomîne, di rojnamegeriya jinê û di qada darazê de nûçeyên girîng çêkirin. 
 
Zemo Aggoz, di 25’ê cotmehê de tevî 10 hempîşeyên xwe hate binçavkirin û bi xeyala xwe ya zarokatiyê anku ji ber xebata li MA’yê hat sûcdarkirin. Her wiha nûçeyên ku çêkiribûn, hevdîtinên wê yên li ser telefonê bi çavkaniyên xwe re kirin, pereyên di navbera endamên malbatê û bi hevalên xwe re şandin jî weke tawanbarî di dosyaya wê de cih girt. 
 
Aggoz ku 2 rojan ji pitika xwe ya 45 rojî hatibû qutkirin, têkildarî pêvajoya binçavkirinê û êrişên ser Çapemeniya Azad axivî. 
 
‘EZ ROJNAMEGERIM Û SERÎ NATEWÎNIM’
 
Aggoz, da zanîn ku serê sibê saet derdora 06.00’an de polîsan bi ser mala wê de girtiye û wiha got: “Min xwest li ser telefonê li hevjîn û parêzerê xwe bigerim. Piştî ku rêveberê apartmanê agahî dayî, hevjînê min hat malê û bi zaroka min re eleqedar bû. Di serdegirtinê de dest danîn ser alavên dijîtal. Li pêşiya derî ji pişt ve hatim kelemçekirin. Dema li wesayîtê hatim siwarkirin serê min netewandin. Lê dema em li pêşiya malê polîsekî ji min re got; ‘ev dîmen dê bi çapemeniyê re bên parvekirin, bila xizmên te, te nebînin nexwe dê nas bikin’ û hewl da serê min bitewîne. Min jî got ku min tiştekî xelet nekiriye, bila rûyê min bibînin. Bi vî awayî li wesayîtê hatim siwarkirin. Piştre jî birin nexweşxaneyê. Dema ji nexweşxaneyê derketim dîsa ji piştve hatim kelemçekirin. Heman polîs dîsa hat cem min û xwest ku serê xwe bitewînim. Lê min dîsa qebûl nekir. Di vê navberê de polîseke jin hebû û got; ‘ez dikarim bitewînim.’ Hewl da lê nekarî. Piştî girtina şopa tiliyê jî di vegerê de israr kirin ku serê min bitewînin û gotin; ‘em ê serê te bitewînin, heke tu netewînî jî li dij dernekeve.’ Min dîsa heman tişt gotin. Heman polîsa jin dîsa xwest serê min bitewîne. Piştre bi hinceta ku şarjê telefonê qediyaye, dîsa birin cihê wergirtina şopa tiliyan û hewl dan serê min bitewînin. Îcar qîriyam û min got; ‘ev 4 car in hin dikişînin. Ez rojnamegerim û serî natewînim.’” 
 
POLÎSAN NEKARÎ DÎMENAN BIGIRIN
 
Bi domdarî Aggoz anî ziman ku hema senaryo li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê berdewam kir û wiha pê de çû: “Ji ber ronahiya ters, berê wesayîtê guherandin. Destên min ji pişt ve kelemçe kirin û polîsan hewl dan serê min bitewînin. Ji ber ku yek polîs tenê bû, nekarî serê min bitewîne. Lewma jî nekarîn dîmenê dixwestin bikişînin bidin çapemeniyê. Piştî ku anîn TEM’ê, prosedûrên rûtîn dest pê kirin. Qeyd girtin û em xistin nezaretxaneyên yekkesî. Me hewl da silav bidin çendek hevalan lê destûr nedan. Bi binçavkirina min re mafê pitika min a 45 rojî asteng kirin. Li ser berteka raya giştî jî di roja duyemîn de îfade girtin. Îfadeya min 3 saetan dom kir û girtekeke ji 25 rûpelan hat amadekirin. Di fezlekeya emniyetê de tiştekî ku weke sûc bê nîşandan tune bû. Axaftinên min ên bi çavkaniyên nûçeyan re, nûçeyên MA’yê yên min parve kirin, 200-300 lîreyên ku min ji hevalên xwe re şandine û çendek îdiayên pêkenok ji min pirsîn. Di destê wan de tu tiştekî bi navê sûc tune bû. Di dosyaya lêpirsînê de îfadeyên ‘şahidên nepen’ hebûn. Derheqê min de îfadeyên wî hebûn lê derket holê ku min nas nake. Digot ku ez ketime girtîgehê. Lê ez cara ewil e têm binçavkirin. Di dawiya dawî de bi pirsên xwe hewl dan pîşeya min bidarizînin.” 
 
BI RASTIYÊN KU ME DERXISTIN HOLÊ HATIN SÛCDARKIRIN 
 
Di berdewamê de Aggoz destnîşan kir ku cara ewil MA’yê nûçeya malbata Dedeogûllari ku di 12’ê gulanê de li Konyayê rastî êrişê hatibûn û di 30’ê tîrmehê de jî hatibûn qetilkirin çêkiriye û wiha got: “Ez tev li hemû danişînên dozê jî bûm. Rastiyên ku di vê komkujiyê de dihatin veşartin, ajansa me derxistin holê. Kesên êrişî malbata Dedogûllari kiribûn duh hatin berdan. Lê belê têkildarî nûçeyên me yên derheqê wê komkujiyê de ji me pirs kirin û weke ku derxistina rastiyê sûc be ji me pirsiyan. Bi sala ye Çapemeniya Azad rastî êrişan tê. Bi daxwaza xwe û bi zanebûn di Çapemeniya Azad de dixebitim. Ji ber ku tekane cihê ez lê heqîqetê binivîsim û li pey rastiyan bigerim MA ye. Bi sala ye hewl didin rojnamegerên ku rastiyan dinivîsin bêdeng bikin. Di halê hazir de desthilatdariyek heye ku ber bi têkçûnê ve diçe û sûcên şer dike. Di rewşeke wiha de jî bêguman dê hewl bidin rojnamegerên rastiyan dinivîsin bêdeng bikin. Niha 9 hevalên me girtî ne. Ez şahida rojnamegeriya wan im. Weke rojnamegerên li derve em ê pênûsa wan emanet bigirin.”
 
‘DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÊRIŞAN BIDOME’
 
Herî dawî jî Aggoz ev tişt anî ziman: “Hewceye hemû kes li dijî êrişên ser Çapemeniya Azad dengê xwe bike. Divê tu saziyên çapemeniyê, sendîka û komele li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. Ji ber ku dê rojek were û dema hemû rojnamegerên li pey rastiyê girtin, wê demê dê tu rojnamegerên ku rastiya wan binivîsin nebînin. Ji bo vê jî divê têbikoşin û dengê xwe bilind bikin.” 
 
MA / Yusra Batûhan 
 

Sernavên din

31/10/2022
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn