Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî

  • rojane
  • 12:44 31 Cotmeh 2022
  • |
img
WAN - Li Wanê rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ji bo meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ku dê li navçeya Silopiyayê were lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Em ê bi bêdengbûnê nebin şirîkê vî sûcî.”
 
Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe wê li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 6’ê mijdarê de meşek were lidarxistin. Têkildarî meşa ku dê di pêşengtiya Komeleya Yekitî, Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi dirûşmeya “Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” were kirin de li Wanê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate kirin de nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes amade bûn. 
 
‘ŞANDEYEKE SERBIXWE BIŞÎNIN’
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Harûn Okay, bal kişand ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û mirovahiyê ye û wiha got: “Tespît û delîlên cidî yên bikaranîna çekên kîmyewî hene ku ji bo hemû zindiyan xedar e û di hiqûqa navneteweyî de weke sûc tê dîtin. Dîmenên derketine holê nîşan didin ku Tirkiye bi awayekî aşkere li dijî peymanên navnetewî yên weke Peymana Cenevreyê ya alîgiriya wê dike tevdigere.”
 
Okay, anî ziman ku şûna ku kimyasal bên lêkolînkirin rojnamevan û rewşenbîrên ku mijar anîne rojevê tên girtin û xwest ku şûna daxuyaniyên înkarkirinê bila şandeyên serbixwe bişînin herêmê. Okay, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Destûr nedayîna Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya şandeyên pispor ên serbixwe ku dixwazin li herêmê lêkolînan bikin, rê li ber fikar û hêrsbûnê vedike. Divê rêveberiya kurd ewlehiya şandeyan pêk bîne û destûra lêkolînkirinê bike. Rêveberiya kurd, bi destûr nedayina şandeyan a ji bo lêkolînê dibe şirîkê vî sûcî. Divê kes nebe şirîkê vî şerê hov û sûcê mirovahiyê.”
 
‘EM JIYAN Û AŞTIYÊ DIPARÊZIN’
 
Okay, bi lêv kir ku bi ser girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Prof. Şebnem Korûr Fîncanci, gef li welat tê xwarin û wiha pê de çû: “Axaftin û bertek nîşandana mirovan a di vê mijarê de tê astengkirin. Em ê li dijî van bêdeng nebin. Çi dibe bila bibe divê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin bên lêkolînkirin. Gelek nûçe û dîmen ji rayagiştî re hatin parvekirin. Em dixwazin ku ev bên lêkolînkirin û rastî ji rayagiştî re bên parvekirin. Em weke kesên li dijî mirinê jiyanê li dijî şer aştî û çareseriyê diparêzin, bersiveke zelal didin kesên îro hêj siyaseta şer dikin. Bi vê rêbazê ne pirsgirêka kurd dikare bê çareserkirin ne Tirkiye demokratîk dibe ne jî dikare bê îdiakirin ku polîtîkayeke li gorî feydeyê 84 milyon mirovan e. Ev gel ev civak êdî naxwazin ji ber hêrsa we ya desthilatê zarokên xwe winda bike. Piştevaniyê nade we ku hûn desthilata xwe bidomînin.”
 
BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ HATE KIRIN
 
Okay, banga “bikevin nava liv û tevgerê” li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Yekitiya Ewropayê (YE) kir û wiha domand: “Naxwe wê xemsariya li gelên herêmê zêde bike û rê li ber komkujiyên mezintir veke. Roj ne roja bêdengiyê ye, roja parastina mirovahiyê û gotina li dijî şer e. Jiyana mirovan pîroz e.  Em bang li hemû sazî, pêkhate, partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl ên civakî, gelê xwe û her hemwelatiyên xwe yên xwedî wijdan ên alîgirê jiyanê ne dikin ku bikevin nava tevgerê.”
 
BANGA MEŞÊ
 
Okay, xwest ku her kes tev li meşa ku dê di 6’ê Mijdarê de ji Silopiya heta Xabûrê bê lidarxistin bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku beşdarî vê meşa mafdar bibin. Tişta ku civak dixwaze tenê eşkerekirina heqîqetê ye. Bi bêdengmayînê re em ê tu carî nebin aliyekî vî sûcî. Em bi biryardariyek mezin careke din dubare dikin ku heta ku rastî derkeve holê em ê gotina xwe bidomînin û li heqîqetê bigerin.”
 
 
 

Sernavên din

31/10/2022
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn