Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin

  • rojane
  • 09:02 3 Mijdar 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên êzidî diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî yê qedexekirî komployeke navnetewiye û wiha got: "Em deyndarê gerîla ne. Ji destê kê çi bê divê bike û bikaranîna çekên kîmyewî qebûl neke." 
 
Tirkiyeyê di 17' ê nîsanê de bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê ji hewayî û bejahî êriş dabû destpêkirin. Tirkiye ku li herêmê asê maye çekên kîmyewî bi kar tîne. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) heta niha di êrişan de 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-STAR) jiyana xwe ji dest dane. Di 18'ê cotmehê de jî nasnameya 17 endamên HPG û YJA-Starê yên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane, bi raya giştî re hat parvekirin û bi dû re jî dîmenên 2 endamên HPG'ê ku ji kîmyasalê bandor bûbûn hatin belavkirin. Li gel belavkirina dîmenan ji her derê nêrazîbûn hatin nişandin. Jinên êzidî jî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û ji bo piştgiriyê bang kirin.
 
'KOMPLOYEKE NAVNETEWEYÎ YE'
 
Ji Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedelê anî ziman ku bikaranîna çekên kîmyewî komployeke navdewletî ye û wiha axivî: "Li hemberî van êrîşên bi çekên kîmyewî hemû dinyayê guhên xwe û çavên xwe girtine û xwe ker kirine. Kî li hemberî van êrişan xwe bêdeng bike ew hevkarê van êrîşan e. Di asta navneteweyî de hiqûq nemaye. Rasterast bi destê dewleta tirk pêk tê, lê çek ne çekên dewleta tirk in. Almanya, Amerîka û Brîtanya çek didin tirkan. Tirk êriş dikin, lê belê çekên van kesan in. Gerîla bêedeletiyê û neheqiyê qebûl nake. Ew daxwaza mafê xwe dikin. Îro heqê gerîla heye ku li hemberî wan rabin. Çimkî tirk mafên wan nadin. Em civaka êzidî heta dawiyê deyndarê gerîla ne. Gerîla hêzeke însanî ye, fikreke însanî ye. Kî nikaribe li ber xwe bide gerîla pê ve diçe. Wan diparêze heta ku radike ser pêyan. Gerîla ji însanetiyê re kar dike. Di sala 2014'an de yê ku hawara me hatin gerîla bûn û wan em ji qirkirinê xelas kirin. Pêşiya fermanê girtin û civaka êzidî birêxistin kirin. Gerîla li Şengalê fikreke însanî çand."
 
Bedelê destnîşan kir ku kurdên ku li ber xwe nede û li hemberî xiyanetê serê xwe ditewîne ew ne kurd e û wiha domand: "Îro êrişên li ser gerîla komployeke navneteweyî ye. Em nikarin hêviyê ji dijminê xwe bikin. Lê daxwaza me ji gelê me heye ku dest bidin hev du. Heke îro Zap têk biçe wê gelê kurd nikaribe bibêje 'ez kurd im' û êdî dê nikaribe zimanê xwe bipeyive. Divê gelê kurd dest bidin hev û li hemberî xiyaneta mala Barzanî derkevin. Barzanî îro bi wan re diçe tunelên şer û çekên kîmyewî berdide. Divê ku gelê başûrê Kurdistanê vê xiyanetê qebûl neke. Wê malbata Barzanî heta kengî xwîna kurd bimije? Divê êdî kolanên Dihok û Zaxoyê tije bibin û piştevaniya Zapê bikin. Ji van êrişan re helwesteke neteweyî pêwîst e. Êdî bes e ji xiyanetê re."
 
'EM DEYNDARÊ WAN IN'
 
Ji jinan Emişê Xirmiş jî bi lêv kir ku di fermanê de PKK bi hawara wan de hatiye û got ku îro xwedî li derketina wan erka êzidiyan e û ev tişt anî ziman: "Ez ewil ji malbata 17 gerîlayan sersaxiyê dixwazim. Di cîhanê de li tu deran li hemberî rêxistinekê çekên kîmyewî nehatine bikaranîn. Ev ne însanetî ye. Di sala 2014'an de dema ku ew ferman li ser serê me hatî ji xeynî gerîla tu kes hawara me nehat. Heke ku ew li êzidiyan xwedî derneketibûna wê heta niha jî êzidî rastî êrişan bihata. Em deyndarê wan in. Ji ber wê jî divê ku em jî xwedî li wan derkevin. Bi çalakiyan be, daxuyaniyan be divê em xwedî li wan derkevin. Divê em piştgiriya wan bikin. Bangawaziya me ji her dewleteke navneteweyî ye ku li hemberî vê xwe ker nekin û bikaranîna van çekên qedexekirî asteng bikin."
 
'ÇI JI DESTÊ ME BÊ DIVÊ EM BIKIN'
 
Fehîme Silêmanê jî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: "17 gerîla bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Ev ne tiştek e qanûnî ye. Divê dinya hemû rabe ser xwe. Îro dora gerîla ye, lê sibê wê dora wan be. Bi rastî gelek bi serê me de hat. Divê tu kes vê qebûl neke. Em heta ku saxbin em ê li ber xwe bidin. Em piştgiriyê didin gerîla. Ji ber ew ji çiyayên azad hatin û xwe berdane Şengalê. Bi hezaran dayik û zarokên me ji komkujiyê rizgar kirin. Em heta sax bin em ê li ber xwe bidin. Peşmerge em terk kirin, Hikûmeta Iraqê em terk kirin. Lê gerîla xwedî li me derket. Îro dora me ye û heta ji destê me tê em ê ji bo wan bikin. Barê ku îro dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Divê îro her kes rabe ser pêyan û van êrîşên bi çekên kîmyewî qebûl neke."  
 
 

Sernavên din

03/11/2022
12:17 Ajokarên TIR’an ên li Girtîgeha Makuyê tên ragirtin dest bi rojiya mirinê kirin
11:49 Rojnameger Bûlût zilma li dijî girtiyên nexweş ragihand
11:34 KCDP: Di nava 10 mehan de 275 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin
11:18 #NûçeyekêJîTuBişîne
11:01 Jina ku polîs destdirêjî lê kiriye: Hêj niha jî gefan dixwe, bila were girtin
10:38 Mûayeneya bikelemçe li rojnamevan Şahînlî ferz kirin
10:28 ENAG: Enflasyon derket ji sedî 185’an
10:15 Şirnex xwe ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ amade dike: Em dengê xwe derxînin
10:13 Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê
10:01 Fermandar Newroz Rojhilat: Çi bibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin
09:02 Ji jinên êzidî: Wan em ji komkujiyê xelas kirin, divê em xwedî li wan derkevin
09:02 Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya 2'yan: Dê alternatîfa modernîteya kapîtalîst bê nîqaşkirin
09:01 Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye
09:01 ‘Em di 6'ê Mijdarê de li Taksîmê li dijî çekên kîmyewî li hev kom dibin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:43 Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir
02/11/2022
21:04 Hûlûsî Akar li Colemêrgê ye
20:54 Li Wanê 3 keya hatin binçavkirin
16:59 Buldan çû serdana MA û JINNEWS’ê: Dê pênûsa wan li erdê nemîne
16:54 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî ferzkirina ‘poşmantiyê’ dan
16:37 Oluç: Hûn neçarin ku çand û baweriyan li makeqanûnê binivîsin
16:36 Di hilbijartina Danîmarkayê de çepgir bi ser ketin
16:30 Cezayê hefsê li rojnamevan Şahîn û Gayip hate birîn
16:11 OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir
15:45 Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin
15:42 Sekreterê Giştî yê NATO’yê wê serdana Tirkiyeyê bike
15:36 Tevî gefên rejîma Îranê jî çalakî belav dibin
15:12 Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran dev ji kar berdan û daxwazên xwe ragihandin
14:49 Doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat taloqkirin
14:49 Dayikên Aştiyê jî dê tev li ‘Meşa Mirovahiyê’bibin
14:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome
14:25 Malbata Şenyaşar: Edliyeya Rihayê jî dê bibe mûze
14:16 Li Girtîgeha Dumluyê paceyên hucreyan ên tavê lê dida hatin girtin
14:05 Beştaş: Kesên hatine girtin rojnamevan in, ez bi xwe şahid im
13:47 Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re ji bo rojnamegerên girtî banga piştevaniyê kirin
13:46 Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin
13:26 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin
12:54 Malbatên girtiyan: Dijminatiyê li girtiyan dikin
12:38 Polîsan zerar da gora Bariştiran
12:35 Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin
12:09 Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin
11:30 Derbarê kesên li dijî aktivîteya qeyûm derketin de lêpirsîn hate destpêkirin
11:20 Karayilan ji bo çekên kîmyewî bang kir
10:43 Dadgehê bi hinceta ‘girtîgeh tije ne’ daxwaza sewqkirinê ya Ancar red kir
10:36 Parvekirina muzîka kurdî bi 3 salan hate cezakirin
10:12 Ji bo meşa Silopiya bang kirin: Em bikaranîna çekên kîmyewî bidin sekinandin
09:36 Şanoger Sadeghî: Tevî hemû pirsgirêk û zextan jî pêwîst e em dest ji armanca xwe bernedin
09:02 Ji ber 'poşmantî' qebûl nekiriye berdana Deyîş 6 mehan hatiye taloqkirin
09:02 'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin'
09:02 Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê
09:01 Olûç: Madem tu dibêjî min çekên kîmyewî bi kar neaniye, nexwe destûra vekolandinê bide
09:01 Rojnamevan Alagaş: Em ê hêzê ji têkoşîna Nagîhanê bigirin û rêya xwe bidomînin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2022'YAN
01/11/2022
22:39 Mafparêzên li Îzmîrê: Demildest Fîncanciyê berdin!
21:21 Tirkiyeyê bi SÎHA'yê navenda Şengalê bombebaran kir
20:20 Roja Kobanê ya Cîhanê: Hêmana demokratîk a sedsala nû li Rojhilata Navîn bû model
19:54 Ji bo Zinarîn Cûdî ya bi çekên kîmyewî hat qetilkirin mewlûd hat dayîn
19:10 Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin
17:04 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî
17:04 Civîna komîsyona ji bo Guzel a HDP’î hatibû avakirin hat taloqkirin
16:46 ‘Kobanê neket û dê nekeve’
16:41 Di merasîma 40 rojiya mirina Jîna Emîniyê de 17 kurd hatin kuştin
16:41 Dozgerê derbarê rojnamevanan de lêpirsîn da destpêkirin ji HSK’ê hat pirsîn
16:18 ‘Bi girtinan armanc dikin ku civakê û rojnamevanan bêdeng bikin’
15:50 Keştiya penaberan li Behra Egeyê binav bû
15:26 Buldan: Rojnamegerên hatine girtin rûmeta demokrasiyê ne
15:19 Di nava 5 mehan de 26 rojnamevan hatin girtin
14:46 Înîsiyatîfa Maf serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Girtina rojnamevanan dê li Amedê were şermezarkirin
14:27 Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye
14:18 Hêzên rejîma Îranê, Komarê 16 salî qetil kirin
13:57 Cenazeyên gelek leşkeran anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê
13:46 Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin
13:31 Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê
13:31 Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin
13:04 Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin
12:42 Ji bo benzînê zemekê nû hat kirin
12:36 Li Mêrsînê kesek hate girtin
12:26 Ivana Hoffman a YPJ’î: Kobanê bû sembola vîna jinan
12:21 Rojnamevanên hatin girtin: Pênûsê heqîqetê nayê çemandin
11:59 'Gelo rewşa girtiyên nexweş di rojeva kîjan partiyên siyasî de heye?'
11:41 20 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
11:36 Koç ê HDP’î: AKP bi bikaranîna çekên kîmyewî li ser sûc hate girtin
11:11 DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin
10:14 Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin
09:48 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ya 2 salî, bi navê “Şoreşa Jinê” derket!
09:37 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin
09:03 Ji bo 'Meşa mirovahiyê' bang kir: Divê rê li ber lêkolînê bê vekirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN
31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre