Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye

  • rojane
  • 09:01 9 Mijdar 2022
  • |
ŞIRNEX - Omer Evsen ê ku 30 sal di girtîgehê de ma û hat berdan bal kişand ser şertên û mercên giran ên li girtîgehan û got: “Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye. Tecrîdeke pir giran û dijwar tê sepandin. Li dijî vê jî îradeyeke pir xurt heye."
 
Di sala 1992'an de li Kurdistanê li ser navê "ewlehiyê" gelek gund hatin valakirin û piştre jî hatin hilweşandin. Di vê pêvajoyê de bi dehan kes bi awayeke kêfî hatin binçavkirin û hatin girtin. Yek ji van jî Omer Evsen e. Evsen di sala 1992’an de bi îddiaya "Xerabkirina yekitî û parçebûna dewletê” hate girtin û 30 sal cezayê muebedê lê hat birîn. Evsen di 30 salan de li girtîgehên bajarên Mêrdîn, Mûş, Semsûr, Ceyhan, Mîdyad, Rîze, Dîlok, Amed Tîpa T, Amed Tîpa D û piştre jî li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'an de ma.Di ser girtina Evsen re 2 sal derbas dibin û hevjîna wî Emîne Evsen a 27 salî di encama topên hawanê de jiyana xwe ji dest dide. Diya wî ya ku nikarîbû van êşan ragire jî ji her du çavên xwe dibe. Omer Evsen ku 4 zarokên wî hene jî bêyî wî mezin dibin. Di encama darizandinê de Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) 30 sal ceza li Evsen dibire. Evsen piştî salan di di 26'ê cotmeha 2022’yan de hat berdan. Evsen ê ku di 27 saliya xwe ket girtgehê di 58 saliya xwe de ji girtîgehê derket. 
 
Evsen pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivand û qala 30 salên xwe yên girtîgehê kir. 
 
'DI GIRTÎGEHAN DE JI SERÎ HETA BINÎ TECRÎD HEYE'
 
Evsen anî ziman ku girtîgeh bûne qadên tecrîtkirin û îrade şikandinê û wiha got: "Di 30 salên girtîgehê de ez bi giştî 10 girtîgehan de mam. Pîraniya van jî sirgûn bû. Di salên berê de şert û mercên girtîgehê dihat îdarekirin. Lê belê ji sala 2015'an vir ve piştî darbeya leşkerî şert û mercên girtîgehan hatin guhertin. Her tiştek di holê de rakirin. Polîtîkayên fetisandinê bikar anîn. Qanûn hene, lê pir caran wan qanûnan pêk nayinin. Mîna em ji girtîgeha Tîpa D’yê anîn Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'an. Lê gelemperî, kesê ku 3 sal cezaeyê wî dimîne ji Ewlekariya Bilind re nayê şandin. Li ser vê cezayê hucre dane me. Sedemê vê jî radyoyeke me hebû ji ber wê. Di hemû girtîgehan de me radyo guhdar dikir. Lê 11 roj cezayê hûcreyê dan me. Ev ceza kêfî bû. Niha her tiştek bûye ceza. Ji bo îrade şikandinê û ji bo ku karibin te teslîm bigirin ji her gotinek û tiştekî te re ceza maniyan derdixin û ceza dikin. Di dawiyê de jî cezayê mirov xelas dibe û di hûndirê mirov de hêviyeke pir mezin çêdibe. Rast e girtîgeh jî qadeke têkoşîne ye. Lê tu dê bê berdan neyê berdan ne diyar e. Li ser vê jî di girtîgehan de komîsyona çavderiya girtîgehê hatiye avakirin. Di vê komîsyonê de ji derveyî dozger hiqûqnas tune ne. Hevaleke me hebû cezayê wî xelas bûbû û divê ku derketiba lê salek û nîv cezayê wî dirêj kir. Her carekî ew komîsyon ceza zêde dike. Ev komîsyone zêde astengiyê derdixin. Çimkî ne hiqûqî ye. Qanûna cezayê darvekirinê ya wê demê cuda bû û niha hûn nikarin wî cezayî biguherinin. Niha jî qanûneke nû ya darizandinê anîne û hewl didin vê qanûnê pêk bînin. Dema ku ez ji girtîgehê derketim jî heval li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di greva birçîbûnê de bûn. Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye. Tecrîdeke pir giran û dijwar heye. Derfetên têkilî danînê ji holê rakirine. Lê belê moral û motîvasyona hevalan jî di asta herî jor de bû. Îradeyeke pir xurt heye."
 
'LI DERVE AZADÎ TUNE YE'
 
Evsen da zanîn ku di girtîgehan de komîsyonek hatiye avakirin û ev komîsyon jî bêhiqûqî û kêfî tevdigere û wiha domand: "Xwe parastin mafeke xwezayî ye. Li dijî te êrişek hebe dikarî xwe biparêzî û pêwîste ku xwe biparêze jî. Ev mafeke gerdûnî ye. Çimkî nasnameya te nayê qebûlkirin, êriş li ser nasnameya te heye. Çandeke me heye, zimaneke me heye. Dewlet dikare vê pirsgirêkê bi hêsanî çareser bike. Lê çareser nake. Heke ku hûn derfetên xwe îfadekirinê ji holê rabikin wê kurd jî bikevin lêgerînên cuda. Komîsyonê ev pirs ji min kirin û min jî ev bersiv dan. Min nedazanîn ku wê min berdin. Dema ku 30 salan şûnde mirov tê berdan mirov du hêstan dije. Ev hêst jî pir dijwarin. Bi salan ew hevalên ku te pê re tekoşîn kirî û tu pê re rabû û rûniştî tu pey xwe dihêlî û derdikevî ji mirov re giran tê. Ez azadiyê ji derve nabînim. Çimkî azadî ji derve jî nine. Lê dema ku mirov eleqe û germahiya gel dibîne kelecaneke pir mezin mirov digire. Wê demê mirov fêm dike ku ked û bedelê ku mirov dayî ne ji vala bû. Tekoşîn bi her awayî bi tevî dijwariya xwe didome. Qadeke ku rêbertî tê de mayî mirov jê derkeve ji mirov re pir giran tê."
 
'ATK HETA MIRINÊ KESÎ BERNADE’ 
 
Evsen anî ziman ku wî di 30 salan de bi çavên xwe şahidiya bi hezaran tiştan kiriye û got: "Di girtîgehê de bi hezaran bîranînên min ê ku ez jibîr nekim hene. Her kêlî bîranînek e. Sirgûn, îşkence û hemû bîranîn. Ez bîranîneke xwe wiha vebêjim. Rojekî hatin 50'î kes bûn di destê wan de bivir hebûn. Yek ji wan hat pirsek ji me kir. Me bersiv da û piştre êrişî me kirin. Me got, 'hûn çi dixwazin tiştek tune ye?' Ez wê rojê tu caran jibîr nakim. Bi hezaran bîranînên wisa hene. Apê Yahya hebû. Nêzikî 70-75 salî bû. Hat berdan û mehek şûnde jiyana xwe ji dest da. Mirov nikare jibîr bike. Gelek girtiyên nexweş hene. Gelek ji van girtiyan bûn rojev û gelek jî nebûne rojev. Gelek girtiyên nexweş hatin berdan û gelek ji wan jî li ber mirinê ne. Hevalek girtî Alî Gulgulî hebû. Wî nêzî 7-8 caran krîza dil derbas kir. Ji ber ku di berîka wî de kevçiyê çayê ditin jê re cezayê hûcre birin û her wiha salek û 8 meh ji wî kevçiyê re birîn. Bi daxuyaniyan nabin bersiv. Heger gel piçek berpirsyariyên xwe pêk bîne gelek heval wê ji mirinê rizgar bibin. ATK jî heta ku kes nêzî mirine nebe bernade. Dema ku dibîne ne saxleme û wê bimre piştre rapor dide. Wisa nêz dibin. Dema ku hûn ê werin berdan jî, ew nahêlin ku mirov dilşad bibe. Nahêlin ku mirov wî hestî bijî. Mirov 30 salan li benda rojekî dimîne. Heta ku nahêlin ku tu wê rojê jî kêfxweş bibî. Daxuyanî ji girtiyan re nabe bersiv. Dewlet jî ji bêdengiya civakê hêz digire û heta dawiyê jî bikar tîne."
 
'DIVÊ DENGÊ WAN BÊ BIHÎSTIN'
 
Evsen bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku bêdengiya civakê dibe sedema mirina girtiyan û got: "Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Divê ku dengê van girtiyan bê bihîstin û ji bo wan çalakî bên lidarxistin. Divê ku neyên jibîrkirin û li wan xwedî derbikevin. Dengê girtiyan ev civak e. Encax gel dikare wan bîne rojevê. Divê ku parlamenterên HDP'ê her tim girtiyên nexweş bixin rojeva xwe. Helbet di rojeva wan de ye, lê bes ev têrê nake. Divê ku dewletê nêçar bikin ku van girtiyên nexweş berdin."
 
 
 

Sernavên din

11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an