Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin

  • rojane
  • 12:18 9 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mahfûz Guleryuz bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Bi ‘Meşa Mirovahiyê’ re bertekên li dijî van êrişan derketin lûtkeyê. Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe li herêmê lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî bike.” 
 
Tirkiye ji 17’ê nîsanê heta niha bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê kir. Hat ragihandin ku Tirkiyeyê heta niha zêdetirî 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî bi kar anîne. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên di 3 mehên dawî de 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û dîmenên 2’yan jê hatin parvekirin. Bi vê yekê re bertekên li dijî Tirkiyeyê jî zêdetir bûn. Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), bang li saziyên têkildar ên navneteweyî hat kirin. Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, di 6’ê mijdarê de li Silopiya ya Şirnexê û Taksîm a Stenbolê “Meşa Mirovahiyê” hatin lidarxistin. 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Birêxistinkirina Navendî Berpirsyar Mahfûz Guleryuz, têkildarî mijarê axivî. 
 
Mahfûz Guleryuz
 
HELWESTA ŞOVENÎZM Û ÎNKARÊ
 
Guleryuz, anî ziman ku gelê kurd dijberiya xwe ya li şer û pevçûnan bi meşa Silopiyayê şênber kiriye û wiha got: “AKP û MHP bikaranîna çekên kîmyewî red dike û derheqê kesên vê mijarê dikin rojev jî lêpirsînan didin destpêkirin. Her tim bi mantiqa înkarê tevdigere. Di bingeha vê nêzikatiyê de jî şovenîzm û înkargerî heye. Ev jî taybetiyên herî diyar ên komarê ne. Li holê dîmen hene û diviya destûr bidana ku şandeyên serbixwe biçûna lêkolîn bikirana. Daxwaza raya giştî jî ev e. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, bi ‘Meşa Mirovahiyê’ re derketin lûtkeyê. Divê dewlet dev ji helwesta xwe redkirinê berde û ji bo lêkolînê mekanîzmayê ava bike.”
 
HELWESTA MUXALEFETÊ
 
Bi domdarî Guleryuz anî ziman ku partiyên muxalefetê jî bi heman refleksa AKP-MHP’ê tevdigere û wiha domand: “Dernakevin sînorên ku AKP’ê xêz kirine. Yek ji pirsgirêkên herî mezin a Tirkiyeyê ew e ku muxalefetkirin tune ye. Tenê HDP bi vê peywirê radibe. Ji bilî HDP’ê, tevahiya partiyan li cem dewletê cih digirin.  Em dibêjin ku Tirkiye ev sed sal e di nava nabosekê de ye û ji bo xelasiya ji vê jî em komara demokratîk diparêzin. Em rûyê olîgarşîk û şêweyê wê yê dîktayê red dikin. Di bingehe hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê de ev heye. Me di 27’ê îlona 2021’an de deklarasyoneke bi 11 xalan parve kir. Me pirsgirêkên lezgîn destnîşan kirin û çareseriya ku dê krîza sed salî derbas bike destnîşan kir.” 
 
‘TIFAQA MILET Û DESTHILATDAR HEMAN DIFIKIRIN’
 
Di berdewamê de Guleryuz got ku piştî deklarasyonê jî bi Tifaqa Ked û Azadiyê hêj bêhtir mezin bûne û wiha bi dawî kir: “Bêyî ku bikevin nava hesabên partî û derdoran, me bang li her kesî kir. Di dîroka Tirkiyeyê de cara ewil e ewqas partiyên siyasî di bin banê tifaqekê de tên ba hev. Ev tifaqa me ne tifaqeke klasîk a hilbijartinê ye. Em weke tifaqa felsefeya Rêya Sêyemîn dinirxînin. Em rêya desthilatdarî û muxalefetê ji nêz ve dişopînin. Me ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê dikarin bi hemû derdorên siyasî re nîqaş bikin. Hem Tifaqa Milet û hem jî desthilatdarî ji heman çavkaniyê dixwin. Em dizanin ku Tifaqa Milet nikare bibe hêza çareseriyê. Mîna hev difikirin. Lê tevî vê jî em amade ne di çarçoveya 11 xalên çareseriyê de bi her kesî re bixebitin.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an