Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan

  • rojane
  • 14:16 10 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hat zanîn ku lêçûnên projeya pirê ya ku di nava 5 salan de qeyûmên Şaredariya Cizîrê 3 caran daye îhaleyê û 2 caran revîze kiriye, 104 milyon lîre derbas kir.
 
“Porjeya Pirê” ku qeymeqam Faîk Arican ê di 20’ê tebaxa 2017’an de weke qeyûm li Şaredariya Cizîr a Şirnexê hatibû tayînkirin dabû îhaleyê, veguheriye çîvanokê. Her qeyûmê nû li şaredariyê hatiye tayînkirin, projeya behsa xeberê weke “Projeya prestîjê” bi nav kir û da îhaleyê. Lê belê ev proje bi tu awayî nehat temamkirin. 
 
ÎHALEYA EWIL
 
Faîk Arican ku dema cîgiriya Waliyê Dîlokê dikir weke qeyûm li Şaredariya Cizîrê hatibû tayînkirin, bi “Meclisa” ji kesên tayînkirî pêk tê re biryar da ku li ser Çemê Dîcleyê pireke ji 11 çavan pêk tê ya ji kevir çêbike. Navê Îsmaîl Ebulîz El Cezerî li pirê hate kirin û dihat payîn ku pir bi dirêjiya 348 mîtroyan be. Di sala 2017’an de bi bihayê 25 milyon lîreyan da îhaleyê û di sala 2018’an de jî dest bi çêkirina wê hat kirin. Şîrketa Anonîm a Sotemenî, Veguhestin, Înşaet, Turîzm û Bazirganiyê ya Egecan û Înşaeta Pek-Er, demekî kin piştre bi hinceta ku heqdestê xwe wernagirin xebat dan sekinandin. 
 
HER KU ÇÛ ZÊDETIR BÛ
 
Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredarî bi dest xist. Rêveberiya HDP’ê tevî deynê ku qeyûm li pey xwe hiştî jî xwest projeyê bidomîne. Lê belê hevşaredarên HDP’î di 29’ê cotmeha 2019’an ji peywirê hatin girtin û Qeymeqamê Cizîrê Davût Sînanoglû weke qeyûm hat tayînkirin. Qeyûm Sînanoglû, proje revîze kir û biryar da ku dest bi “Pira Betonê” bikin. Di dema Sînanoglû de îhaleyeke nû hat kirin û bi bihayê 48 milyon û 951 hezar û 228 TL’an dan heman fîrmayan. 
 
BAXÇEYÊ MILET LI SER HAT ZÊDEKIRIN
 
Cihê Sînanoglû hat guherandin û di 21’ê tebaxa 2021’an de li şûna wî Mehmet Tûnç hat tayînkirin. Bi vê yekê re bi hinceta “teserûfa darayî” proje hat sekinandin. Qeyûm Tûnç, piştre heman proje dîsa da ber îhaleyê û bihayê wê derxist 57 milyon TL’an. Îhaleya sêyemîn jî dan heman fîrmayê. Her wiha navê projeyê jî weke “Pira hilawistî” hat guherandin. 
 
Her ku qeyûm guherîn, lêçûnên pirê jî zêdetir bûn. Di 12’ê tebaxê de îcar li şûna Tûnç, Nazli Demîr hat tayînkirin. Demîr, ferman da ku proje di zûtirin demê de bi dawî bibe. Vêcarê jî “Baxçeyê Milet” li projeyê hat zêdekirin. Ji bo “Baxçeyê Milet” û çendek xebatên din, lêçûnên projeyê ji 57 milyonan derxistin 104 milyon û 50 hezar û 553 lîreyan. 
 
Şîrketên ku projeyê birêve dibin da zanîn ku di dîrokên cuda de heta niha bi giştî 39 milyon û 484 hezar û 50 TL heqdestê wan hatiye dayîn û ji ber xebatên pêvek jî dê lêçûnên îhaleya bi 104 milyonan lîreyan hêj bêhtir bên zêdekirin. 
 

Sernavên din

11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an