Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve

  • rojane
  • 09:03 11 Mijdar 2022
  • |
RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan xwest ku bertekên demokratîk ên li dijî tecrîdê bên xurtkirin û got: "Dibe ku sibe bi derengî bikeve." 
 
Ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bê bersiv tên hiştin. Herî dawî jî derket holê ku cardin 6 mehan cezayê qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn. Mehmet Ocalan, birayê Abdullah Ocalan ku di 25'ê Adarê de bi telefonê bi birayê xwe re axivîbû, nerazîbûna xwe ya ji bo redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinan û tecrîda mutleq da. 
 
'BILA DEWLET LI GORÎ HIQÛQA XWE TEVBIGERE'
 
Mehmet Ocalan diyar kir ku astengkirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê ji tecrîdê wêdetir e û got ku li tu devera cîhanê tiştekî wiha tune ye. Ocalan destnîşan kir ku tiştên tên pêkanîn binpêkirineke mafan a giran e û wiha pê de çû: "Dibe ku dewlet bi çavê dijminan lê mêze bike, lê li gorî hiqûqê heqên wî hene. Mafê van mirovên li giravê heye ku hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bikin. Du sal û nîv in hevdîtin tên astengkirin. Ev ne tecrîd e. Tecrîd heyamekê tê kirin. Lê ev 24 sal in wiha ye. Mafên Ocalan ên polîtîk, mirovî û hiqûqî hene. Dewlet çi qasî li gorî qanûn û hiqûqa xwe tevdigere? Ev nayê qebûlkirin. Ji sala 2015'an heya niha qedexeyên gelek mezin hene. Çewisandinên gelekî mezin hene. Em nizanin bê derheqê serok û hevalên wî de çi hene. Em tu xeberê ji wan nagirin. Hikûmet û dewlet rêzê li qanûnên xwe nagirin." 
 
CEZAYÊN 'ÇÊKIRÎ'
 
Mehmet Ocalan, bal kişand ser qedexekirina hevdîtinê ya heya 6 mehan û ev tişt gotin: "Cezayên dîsîplînê, qoster filan bêvan ev cezayên çêkirî ne. Serok û kesên li cem wî hemû jî mirovên biaqil in, em vê ji pratîka wan dizanin. Li orta behrê, di nava çar dîwaran de çi sûc kirine ku 6 meh ceza li wan hatiye birîn? Ev dûrî aqilan e." Ocalan, bi lêv kir ku gava cezayek bê birîn divê hinceta wê jî bê diyarkirin û wiha got: "Ger hûn ê tiştekî bikin, eşkere bikin. Bi awayekî çêkirî nekin, eşkere bibêjin 'em destûra hevdîtinê nadin, me hevdîtinên bi wan re asteng kirin.' Gava hûn bibêjin 'em ê meseleya kurdî çareser nekin, em ê nehêlin kes hevdîtinê bi başkan re bike' dê wijdan vê yekê qebûl bike; lê gava li holê tu tişt tune be û tu rabî van qedexeyan deynî, dê kes jê bawer neke." 
 
'ÇARESERÎ OCALAN E'
 
Mehmet Ocalan, ji bo serlêdana hevdîtina bi Ocalan re kirine spasiyên xwe pêşkeşî parêzeran kir û bang kir ku divê destûr bê dayîn parêzvanên mafên mirovan û parêzer karibin hevdîtinê bikin. Ocalan axaftina xwe wiha domand: "Gava şandeyeke parêzeran biçe hevdîtinê bike, qey dê qiyamet rabe?" Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê meseleya kurdî bê çareserkirin û got ku ji bo vê jî divê parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin. 
 
Ocalan wiha got: "Em dixwazin meseleya kurd tavilê bê çareserkirin. Gel û dewlet baş dizane çareserkirina vê meseleyê di destê kê de ye. Demildest divê deriyên Girava Îmraliyê li ber malbatê û parêzeran bên vekirin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Mehmet Ocalan di dawiyê de destnîşan kir ku rêya çareserkirina pirsgirêkên girîng Îmralî ye û wiha bang kir: "Ger em îro xwedî li Abdullah Ocalan dernekevin, dibe ku sibê pir bi derengî bikeve. Ger çareseriyek çêbibe jî demildest divê nerazîbûnên demokratîk bên nîşandan. Divê em bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Gel divê dakeve kolanan û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Li Ewropa, Tirkiye û Îranê li ku derê dibe bila bibe ferq nake divê her kes bertek nîşan bide. Ji lew re qanûnên Tirkiyeyê li gorî bertekan dixebitin. Em bertekên demokratîk bi awayekî xurt nîşan bidin. Ger em niha nîşan nedin dibe ku sibe bi derengî bikeve." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an