‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’

  • rojane
  • 11:52 11 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Serbilind Dêrsim ê HPG’î diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe de herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne û wiha got: “Gaza klorê li qada şer tê hilberandin.” 
 
Ji 17’ê nîsana heta niha Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dike. Di nava van 6 mehên şer de heta niha Tirkiyeyê nêzî 3 hezar caran çekên kîmyewî bi kar anî. Di encama êrişên bi çekên kîmyewî de heta niha 44 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Dr. Serbilind Dêrsim ê HPG’î têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî û da zanîn ku di dema muayeneyekirina kesên ji gazên kîmyewî bandor bûyîn de ferq kirin ku gazên mirovan dixeniqînin hatine bikaranîn. 
 
Dr. Sebilind Dêrsim diyar kir ku di navbera wan û dewleta tirk de zêdetirî 40 sal in şerekî giran heye û wiha got: "Di “ salên dawî de hêj girantir bû. Di nava 2 salên dawî de jî em li dijî çekên kîmyewî têdikoşin. Artêşa tirk xitimî ye û li dijî gerîla têk diçe. Bikaranîna çekên kîmyewî jî nîşaneya vê ye. Bi vê yekê re peymanên navneteweyî û nirxên mirovahiyê binpê dike. Bi balafirên şer bombeyên bi tonan dibarînin, bi helîkopteran êriş dikin û 24 saetan balafirên bêmirov li ser serê me ne. Her wiha bi tank û topan êriş dikin. Lê dîsa jî pê qayîl nabin û leşkerên xwe yên ‘kumik sor’ xistin dewrê. Vê jî têrî nekir, çeteyên El Nusra û DAIŞ’ê xistin dewrê. Li dijî van, hêzên me yên bi tevger bi fedekarî li ber xwe dan û derbên giran lê dan. Lewma dijmin bêçare ma ye û serî li çekên kîmyewî dide.”
 
‘NE ARTÊŞ MA YE NE JÎ ŞEREF’ 
 
Têkildarî îdiayên Tirkiyeyê ku dibêje ‘me çekên kîmyewî bi kar ne anîne’ jî Dêrsim ev tişt anî ziman: “Mixabin 17 hevalên me ji ber êrişên bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Çawa ku ev bû rojev, dewleta tirk kete nava tirsê û înkar kir. Qaşo hinek kesên pispor derxistin ser medyayê gotinên weke ‘artêşa tirk artêşeke bişeref e û çekên kîmyewî bi kar nayîne’ pê dan gotin. Em naxwazin ji şerefa kesekî re tiştekî bibêjin lê belê di vî şerî de ne artêş û ne jî şerefa wan ma ye. Yên ku cenazeyên leşkerên xwe dişewitînin, di zinaran de diavêjin û bi balafirên bombebaran dikin, nikarin qala şerefê bikin. Dibêjin; ‘madem em çekên kîmyewî bi kar tînin, wê demê çima leşker cilên parastinê li xwe nakin?’ Hewcehî bi cilên parastinê nîne ji ber ku ew teqemenî xistine nava kapsulê û kirine cebilxane. Tenê bi funyeyekê yan jî mekanîzmayeke teqandinê dikare biteqe. Ji bo bikaranîna vê jî pêwîstî bi kincekî parastinê nîne. Jixwe di dîmenan de aşkera tê dîtin. Cebilxane ji dûr ve di deriyê tûnelan de tên teqandin û gazê dişînin hundir.” 
 
‘GAZÊ LI QADA ŞER AMADE DIKIN’
 
Bi domdarî Dêrsim anî ziman ku li gorî daneyên ji qadên şer ên ber destê wan, miayeneyên ku tev li bûne û yên ku gerîlayan dayîne wan, artêşa tirk piranî gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne û wiha pê de çû: “A herî diyar jî gaza klorê ye. Vê gazê li qada şer amade dike. Li qada şer gelek made hatin bidestxistin ku ji wan asîta hîdroklorîk e ku li malan bi giranî weke malzemeya paqijiyê tê bikaranîn. Di heman demê de dermanê şuştinê, ev jî asîta Sodyûmhîpoklorît e. Di herdu madeyên asîtê de klor hene. Dema ku ev herdu made li nava hev dikeve hingî dibe gaza bi klor ku mirovan difetisîne, çav û qirikê dişewitîne. Ev yek yekser dibe kîmyasalek ku mirovan difetisîne, her wiha dikuje. Dibêjin, di envantera me de gazên kîmyewî nînin lê ew bi xwe li qada şer hildiberînin. Her wiha hin ji van bi rêya lûleyan dişînin nava tunelên şer. Ev hemû bi dîmenan hatine îspatkirin.
 
DU CUREYÊN KÎMYASALÊ 
 
Gaza ku bandor li ser hevalê me şehîd Baz Mordem kir jî gazeke bi vî rengî ye. Em ji vê yekê fêhm dikin; zerara ku li cegera hevalê me kir, nîşan dide ku gazeke bi vî rengî ya fetsîner e. Ji ber ku ji devê hevalê me avek bi rengê sor, pembe û qehweyî dihat. Eşkere bû ku ev av ne ji ber verişînê bû, ji ceger bi xwe hatibû. Em karin vê bi zelalî bibêjin.
 
Gaza li ser hevala me şehîd Helbest Koçerîn hatiye bikaranîn jî gaza narkotîkê ya ji kategoriya gaza xistina kapasîteyê ye. Di nava van de gazek bi koda BZ 'Buzz 15' heye. Her wiha dibe ku yek ji madeyên narkotîkê LSD jî heye. Dema ku ev made bi rengê gazê tê amadekirin, hingî dibe madeyeke kujer. Yek ji gazên li hemberî me hatin bikaranîn ev bû. Bêguman hîn cureyên cuda yên gazên narkotîkê jî hene. Mîna cureyên fentanîl. Naxwazim zêde qala detayên teknîkî bikim, lê belê ev gaz çi bi mirovan dike? Mirov ji xwe hişê xwe diçe, welê li mirovan dibe ku nikare şer bike. Ya ku bandor li hevala me Helbest kir jî kîmyasaleke bi vî rengî bû. Heval bi bandora kîmyasalê ji ser hişê xwe çûbû, mîna ku halusînasyon derbas kir. Nêzîkatiyên ku di jiyana rojane de qet nedikir, nîşan dida. Kêfxweşiyeke zêde, yan jî xemgîniyeke zêde. Vê yekê bi şênberî nîşan dida ku gazeke ji madeya narkotîkê ya bi wî rengî bandor lê kir.”
 
BANGA LÊKOLÎNKIRINÊ LI RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ KIR
 
Dêrsim, axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta tirk dibêje qey dê bi çekên kîmyewî encamê bi dest bixe. Tevî bêderfetiyan jî tevdîrên hevalên me hene. Li cihên ku derfet lê tuneyî şehadet çêdibin. Hevalên me jî tevî her cureyên êrişan derbên giran li dijmin didin. Em karin bibêjin ku artêşa tirk di nava têkçûnê de ye. Her wiha dewleta tirk van kîmyasalan bi tena serê xwe çênake. Beşek ji van kîmyasalan ji welatên NATO'yê peyda dike. Mînak, gaza ku çavan dişewitîne a bi koda CS’ê ji Ingilistanê peda dike. Bi delîlan îspat bûye ku artêşa tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Lewma em bang li saziyên serbixwe û rêxistinên navneteweyî dikin ku li qadên me lêkolînê bikin. HPG ji her alî ve derfetan dide. Bila bên û li qadên şer, li tunelên şer lêkolînê bikin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin.”  
 

Sernavên din

11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an