Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin

  • rojane
  • 13:26 11 Mijdar 2022
  • |
img
ENQERE - Hat destnîşankirin ku di hinceta biryara demborînê ya Doza Mûsa Anter de qanûna leha bersûcan esas hatiye girtin. 
 
6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, di danişîna 21’ê îlonê ya Doza Mûsa Anter de hinceta biryara demborînê ragihand. Di biryara bihincet de hat destnîşankirin ku zanyarê kurd Mûsa Anter di 20’ê îlona 1992’yan de hatiye qetilkirin û ev doz bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê û Doza Ayten Ozturk re kirine yek doz ku di sala 1993’yan de ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnav “Yeşîl” ve hatibû qetilkirin. 
 
‘SEDEMÊN GIRAN’ PAŞGUH KIRIN
 
Dadgehê destnîşan kir ku tevahiya delîlên di dosyayê de hatine lêkolînkirin û nirxandin. Di biryarê de aliyên sûc ên ku cezayê ji bo sûc girantir dikin hatin paşguhkirin û sererastkirinên qanûnî yên têkildarî demborînê hatin rêzkirin. Dadgehê, got ku xalên 102’emîn û 104/2’an ku Qanûna Cezayê ya Hejmar 765 a demborînê sereraset dike, hatine lêkolînkirin. Di biryarê de ji bo qetilkirina Mûsa Anter û Ayten Ozturk pêvajoya demborînê ya asayî weke 20 sal û ji bo dema dirêjkirî ya demborînê jî 30 sal hatin destnîşankirin. Her wiha di biryarê de ji bo dosyaya sereke (Mûsa Anter) hat gotin ku ji bo sûcê “Gel ji bo serhildan û hevkuştinê sor kiriye” 15 sal dema demborînê hatiye destnîşankirin, ji bo dema dirêjkirî ya demborînê 22,5 sal hatiye diyarkirin. Di dosyaya yekkirî de jî ji bo sûcê bersûcan ê “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” jî dema demborînê ya asayî weke 10 sal û ya dema dirêjkirî ya demborînê jî 15 sal hat destnîşankirin. 
 
BIRYARA LI LEHA BERSÛCAN!
 
Her wiha di biryarê de hat destnîşankirin ku dema her du qanûnan didin berhev, li gorî Qanûna Cezayan a bi Hejmar 765’an, dema demborînê kintir e û qanûna berê di dozên demborînê de bêhtir leha bersûcan e. Dadgehê bi vê sedemê xwest ku qanûna ku bi leha bersûcan esas bê girtin. Di biryarê de hat gotin ku Anter di 20’ê îlona 1992’yan de û Ayten Ozturk jî di 8’ê tebaxa 1992’yan de hatiye qetilkirin û ji bo her duyan jî dema demborînê ya 30 salan derbas bûye. 
 
DOZÊN CEMAWERIYÊ HATIN BETALKIRIN
 
Bi domdarî dadgehê di biryarê de destnîşan kir ku dema demborînê ya 22,5 salan ku ji ber sûcê “Gel ji bo serhildan û hevkuştinê sor kiriye” hatibû diyarkirin derbas bûye û di 20’ê adara 2015’an de ketiye ber demboriyê. Di biryarê de dadgehê got ku dema demborînê ya 15 salan ku ji bo sûcê “kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin” hatibû diyarkirin jî di 8’ê tebaxa 2007’an de bi dawî bûye. Hat diyarkirin ku dozên ji ber her du tawanbariyan hatine vekirin, ji ber ku ketine ber demborînê, biryar hatiye dayîn ku yek bi yek bên betalkirin. 
 
MÛSA ANTER
 
Di berdewamê de dadgehê di biryarê de destnîşan kir ku dozên cemaweriyê yên derheqê Mahmût Yildirim, Azîz Tûran (Abdulkadîr Aygan), Savaş Gevrekçî û Hamît Yildirim de ku ji ber qetilkirina Mûsa Anter û bi sedema “bi plankirî û qesdî kuştine” hatibû vekirin, ji ber biryara demborînê yek bi yek hatine betalkirin. Her wiha dozên ji ber Orhan Mîroglû hatin vekirin jî yek bi yek hatin betalkirin. Dadgehê, dozên cemaweriyê yên ji ber qetilkirina Ayten Ozturk derheqê Azîz Turan, Mahmût Yildirim û Mesût Mehmetoglû de hatibûn vekirin jî bi heman sedeman yek bi yek betal kir. 
 
BIRYARA CUDAKIRINA DOSYAYÊ
 
Dadgehê biryar da ku doza derheqê bersûc Ahmet Turan Altayli (Alî Ozansoy), Huseyîn Eren (Huseyîn Tîlkî), Azîz Turan (Abdulkadîr Aygan), Hayrettîn Toka, Firat Can Eren (Fethî Çetîn), Îbrahîm Babat (Haci Hasan), Adil Tîmurtaş, Mehmet Zahîr Karadenîz, Lukman Gunduz, Faysal Şanli, Mahmut Yildirim, Muhsîn Gul, Fethî Çetîn, Kemal Emluk (Erhan Berak), Yuksel Ugur û Saniye Emluk (Emel Berak) de ku li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatibû vekirin û piştre bi Doza Mûsa Anter re kiribûn yek dosya, ji dosyayê bê cudakirin û pêvajoya darizandinê bidome. 
 
DÊ DELÎLÊN DERHEQÊ AYGAN DE BÊN VEŞARTIN
 
Dadgehê biryar da ku mirina bersûc Abdulkerîm Kirca di 19’ê çileya 2009’an de û ya bersûc Recep Erkal (Tîrîl) a di 31’ê kanûna 2012’an de, di pêvajoya darizandinê ya dosyaya nû de berçav bê girtin û dîsketek a li Memûrtiya Emanetê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û CD’yeke ku îfadeyên Abdulkadîr Aygan tê de hene jî weke delîl di dosyayê de bên veşartin. 
 
DÊ BIRYARÊN GIRTINÊ BIDOMIN
 
Herî dawî jî dadgehê biryar da ku biryara girtinê ya derheqê bersûc Abdulkadîr Aygan, Mahmût Yildirim, Muhsîn Gul, Fethî Çetîn û Saniye Emlûk (Emel Berak) de bidome. 
 
SERLÊDANA BO AYM’Ê
 
Parêzerên malbata Anter piştî biryara şandeya dadgehê ya di 21’ê îlonê de, serî li Dadgeha Kargêrî ya Herêmî ya Enqereyê da û diyar kiribûn ku dê piştî biryara bihincet jî îtîrazên xwe pêşkeş bikin. Parêzeran her wiha biryara “demborînê” ya di dozê de biribûn Dadgeha Makeqanûnê (AYM). 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin
11:44 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Em ê alaya wan li ba bikin
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an