Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin

  • rojane
  • 09:01 17 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Serokê ADFE'yê Celal Firat ragihandin ku dê di 25'ê kanûnê de li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin û got ku ev serokatê tê wateya "qeyûmtiyê." 
 
Di 9'ê mijdarê de bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan Serokatiya Cemxaneyê hatibû avakirin. Li gorî qanûnê dê serokatî ji 11 kesan pêk bê û endamên Desteya Şêwirmendiyê jî dê ji aliyê serokkomar ve bên hilbijartin. Dê heqê mesrefên av û ceryanê dewlet û yên mehane jî Wezareta Çand û Turîzmê bide. Rêxistinên elewiyan avakirina Serokatiya Cemxaneyê wekî "tayînkirina qeyûm" dinirxînin û li dijî wê ne. Rêxistinên elewiyan ku di 13'ê mijdarê de li 22 bajaran bi awayekî hevwext daketin qadan peyama "em qebûl nakin ku kes me tarîf û texrîf bike" dan desthilatê. 
 
Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan (ADFE) serokatiya ku hatiye avakirin û daxwazên elewiyan nirxand.
 
DAXWAZÊN ELEWIYAN 
 
Firat ragihand ku 12 daxwazên elewiyan ên wekî welatîbûna wekhev, demokrasî, wekî perestgehê naskirina statûya cemxaneyan, jiholêrakirina dersên olî yên mecbûrî û Diyanetê hene. Firat da zanîn ku daxwaznameyên xwe yên di vî warî de ragihandine rayedaran, lê belê rayedar li wan venegeriyane. Firat, diyar kir ku gava van daxwazên xwe ragihandine hin derdorên elewî yên nêzî desthilatê çûne gundên elewiyan û helwesteke wekî "Camên we yên şikestî hene? Deriyên we yên şikestî hene? Dîwarê we boyaxkirî ne yan na? Em dikarin banê we tamîr bikin?" nîşan dane û got ku di pêvajoya avakirina serokatiyê de civaka elewî baş nehatiye serwextkirin.
 
DÊ KOMCIVÎNEKE LI DAR BIXIN 
 
Bi domdarî Firat anî ziman ku dê li dijî vê serokatiyê xeteke nû ya têkoşînê diyar bikin û got ku dê di demek 25'ê kanûnê de çalakiyeke mezin li dar bixin û ji bo vê ev agahî dan: "Me li Anatoliyayê 5 kom ava kirin. Em biçin ku derê dê ev kom li wir bixebitin. Em dixwazin heya 25'ê kanûnê xwe bigihînin her derê. Di 25'ê kanûnê de jî em dixwazin di çarçoveya van meseleyan de qadekê biafirînin. Dê têmaya sereke ya vê qadê têkildarî pirsgirêkên elewiyan û zimanê cihêkar ê li hemberî elewiyan be. Em ê van xebatên xwe di 25'ê kanûnê de li Yenîkapiyê bi komcivîneke ragihînin gelên Tirkiyeyê."
 
TÊKOŞÎN
 
Firat destnîşan kir ku piştî avakirina serokatiyê dê zextên li ser cemxaneyan zêde bibin û ev tişt gotin: "Ez yeqîn dikim ku di vê demê pêvajoyê de ev dê biçin. Gelên Tirkiyeyê dê rê nede cihêkariyên evana." 
 
Di berdewamê de Firat da zanîn ku civak li dijî vê biryarê ye û ev tişt anî ziman: "Em her roj rojê pêwendiyê bi hezaran mirovî re datînin. Civak bibertek e. Em empatiyê bikin; em ferz bikin sunî niha di şûna elewiyan de ne û elewî dê ji wan re bibêje em 3-4 qurîşan bidin we û hûn jî Wezareta Çand û Turîzmê esas bigirin. Dê qebûl bikin an na? Dê qiyametê rakin. Kes bi dersên dînî yên mecbûrî re eleqedar nabe. Ji lew re mifha wan tê de heye. Dixwazin civakeke paşverû biafirînin." 
 
BANGAWAZΠ
 
Firat bang li kesên ku dixwazin têkevin bin banê serokatiya cemxwaneyê kir û axaftina xwe wiha qedand: "Sûdê ji Pîr Siltan Evdal û Xizir Paşa (ê bû sedema mirina Evdal) ên di salên hezar û 500'î digirin. Her du jî elewî bûn. Niha civaka elewî mîsyonekê li Xizir Paşa bar dike. Her wiha mîsyoneke Pîr Siltan Evdal jî heye. Bila nebin Xizir Paşayên vê civakê. Sibê dusibe dê çawa li nava çavê zarokên xwe mêze bikin. Qet nebe bila li dû xwe tiştekî xweş bihêlin. Em ê wan li her derî deşîfre bikin. Kî bêbextiyê li civaka elewî bike, em ê wan bi awayekî herî xwerû ji civaka xwe re bibêjin." 
 

Sernavên din

17/11/2022
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin