Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin

  • rojane
  • 09:02 17 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Selma Irmakê têkildarî mikurnehatina ji bo bikaranîna çekên kîmyewî wiha got: "Madem tu dibêjî 'bêbextî' ye, nexwe bihêle bila bê lêkolînkirin."
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê, 7 meh li dû xwe hiştin. HPG'ê di daxuyaniya xwe ya çend roj berê de ragihand ku di van 7 mehan de 2 hezar û 837 caran kîmyasal û çekên qedexekirî hatine bikaranîn. Lê belê desthilata AKP'ê bikaranîna çekên kîmyewî red dike û bangawaziyên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran ên têkildarî lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî jî ji nedîtî ve tê. Her wiha derdorên di vî warî de daxuyaniyê didin jî hedef tên girtin. Siyasetmedar Selma Irmakê têkildarî mijarê axivî û wiha bang kir: "Madem tu dibêjî 'bêbextî' ye, nexwe bihêle bila bê lêkolînkirin."
 
Bi domdarî Irmak bilêv kir ku Tirkiye li Zap, Avaşîn û Metînayê "têkşikiyaye" û wiha domand: "Tirkiye, ji ber ku nikaribûye çîroka xwe ya serkeftinê ya ku dixwest li Kurdistana Federe binivîse, serî li kîmyasalê da." Irmak, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku çekên kîmyewî li gel kuştina candaran, dibin sedema texrîbatkirina xwezayê jî. Irmak, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî û gotinên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar bibîr xist ku gotibû "me tenê gaza rondikbarîner bi kar aniye" û wiha pê de çû: "Gava em pîvanên hiqûqê esas bigirin, qedexe ye ku artêşek gazên rondikbarîner jî bi kar bîne. Ev daxuyanî jî lixwemikurhatinek e. Nexwe hin tişt hatine bikaranîn. Tenê ne rondikbarîner, hin gazên ku tesîrê li pergala sînirên mirovan dike hatine tevlihevkirin û bikaranîn."
 
'TIRKIYE LI SER SÛC HAT GIRTIN' 
 
Di berdewamê de Irmak diyar kir ku zanyar jî dibêjin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û got ku divê berpirs bên darizandin. Irmak, destnîşan kir ku Tirkiye ji dêvla ku destûra vekolandina bikaranîna çekên kîmyewî bide mirovên wekî Şebnem Korûr Fîncanciyê hedef digire û ev tişt anî ziman: "Mirovên xwestin di vî warî de daxuyaniyê bidin û meşan li dar bixin rastî mudaxileyan hatin. HDP'ê ew xist rojeva meclisê ji bo vekolandinê. Lê hikûmeta AKP-MHP'ê ev pêşniyazpirs red kir û got 'bêbextî' ye. Madem bêbextî ye, nexwe bila bihêlin heyetên serbixwe biçin herêmê û raporekê amade bikin. Ger bêbextî be, bila heyet rabe bibêje, 'na, li vir çekên kîmyewî nehatine bikaranîn.' Tu yê jî ji vê xelas bibî. Lê ger sûcek tune be, çima vekolandina wê tê astengkirin? Ev derûniya sûcdariyê ye. Artêşa tirk li ser sûc hatiye girtin. Çima destûr nayê dayîn? Ji lew re li wir sûcekî ku wekî em dibînin hatiye kirin. Dixwazin ser vî sûcî binixumînin. Lewma destûr nayê dayîn."
 
Irmakê bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên navneteweyî jî da û got: "Ev sûc li dijî mirovahiyê hatiye kirin."
 
BERTEK NÎŞANÎ PDK'Ê DA
 
Irmakê ji ber hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re, PDK rexne kir û got ku PDK bi vê helwesta xwe kurdan diêşîne û hêrs dike. Bi domdarî Irmak wiha derbirî: "PDK, qethiyen dê nikaribe ji vê berpirsiyariyê bireve. Kî çi dibêje bila bibêje, PDK dê nikaribe xwe ji vê berpirsiyariya dîrokî xelas bike. Li bara wijdanê gelê kurd mehkûm bûye. Ev ne sûcekî ku bê efûkirin. Helbet dê li bara raya giştî ya gelê kurd beramberiyek vê hebe li hemberî PDK'ê. Anku ev ne meseleyeke siyasî ye. Dê gelê kurd ji hesabê vî sûcî bipirse û ji hevkarên vî sûcî hesab bipirse. Bila gumanên tu kesî ji vê tune be."
 
'ŞER NE ÇARE YE'
 
Siyasetmedar Irmak di dawiya axaftina xwe de de ev tişt gotin: "Çi dibe bila bibe, dê serketiyê vî şerî gelê berxwedêr bi xwe be. Ev şerê bi salan e bi her rêbazî tê kirin bi ser neketiye û dê nekeve jî. Ji lew re dozeke mafdar a gel heye. Têkoşîneke gel heye û nehatiye dîtin ku têkoşînên gel têkşikiyane. Dê gelê kurd jî bi ser bikeve. Lê em naxwazin êdî mirov bimirin û em dixwazin rêbazek bê dîtin. Naveroka meseleya kurdî siyasî ye û dê bi rêyên siyasî bê çareserkirin. Şer, ne çare ye."
 
MA / Rûkiye Adiguzel
 

Sernavên din

17/11/2022
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne