Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje

  • rojane
  • 10:33 17 Mijdar 2022
  • |
RIHA - Hevserokê Şaxa ÎHD’a Rihayê parêzer Mûstafa Vefa diyar kir ku ji bo şopandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê şande biçin serdana Îmraliyê û wiha got: “Divê CPT ne serdanên ji rêzê lê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ev 19 meh in ne dikare bi malbata xwe re û ne jî bi vasî û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir ku hevdîtin di niviyê de hat qutkirin. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ji bo astengkirina hevdîtinan “cezayên disiplînê” weke hincet nîşan dide. Li hêla din, bertekên li dijî tecrîdê jî bênavber didomin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê parêzer Mûstafa Vefa têkildarî tecrîdê bi ajansa me re axivî û got ku mebesta ji tecrîdê ew e ku serî bidin tewandin. 
 
Mûstafa Vefa diyar kir ku weke komeleyê pirsgirêkên li girtîgehan tespît kirine û wiha got: “Di vê navberê de pirsgirêka herî mezin, tecrîd e. Tecrîda li Îmraliyê û li girtîgehên din didome. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û binpêkirina rûmeta mirovan e. Mebesta ji tecrîdê ew e ku serî bidin tewandin û hewl didin rûmet û sekna mirovan têk bibin. Mirov zindiyekî civakî ye û rêya qutkirina wî ya bi dinyayê û mirovan re jî tecrîd e. Desthilatdarî ji vê rêbazê mebest dike ku vîna mirovan bişikîne û di nava girtîgehê de têxe girtîgeheke din.” 
 
'DEWLET, HIQÛQA XWE BINPÊ DIKE’ 
 
Bi domdarî Vefa anî ziman ku Îmrali ev demekî dirêj e di rojeva parastvanên mafên mirovan de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo Ocalan û girtiyên li wir, pergaleke tecrîdê ya pir giran di meriyetê de ye. Yek ji pirsgirêka bingehîn ew e ku bersivê nadin serlêdanên malbat û parêzeran. Qanûna girtîgehan a Tirkiyeyê zelal e. Divê ev qanûn ji bo hemû girtî û hikûmxwaran wekî hev bin. Nabe ku di navbera girtî û hikûmxwaran de ji ber sekna polîtîk cihêkariyê bikin. Di qanûna înfazê de hevdîtinên bi parêzeran re vekirî ye û yek bi yek hatiye destnîşankirin. Bi hûr û kûr hatiye vegotin bê ka dê hevdîtinên bi malbatan re, hevdîtinên ser telefonê, pêwendiyên bi deve re û hwd. çawa pêk bên. Heke dewlet di pêkanîna van qanûnan de li gorî şexsan cihêkariyê bike, ev tê wê wateyê ku hiqûqa xwe binpê dike.” 
 
HELWESTA DARAZÊ
 
Di berdewamê de Vefa got ku qanûn li Îmraliyê tên binpêkirin û ev nirxandin kir: “Dema parêzer û parastvanên mafên mirovan li dijî vê serlêdanan dikin, li pêşiya wan pirsgirêkeke din derdikeve. Dewleta ku qanûnên xwe binpê dike, darazê li gorî armancên xwe bi kar tîne. Dema serlêdaneke wiha tê pêşiya dadgerê li Dadgeriya Înfazê peywirdar, dema dît ku girtiyek demekî dirêj bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin nekirine, divê bibêje ku ev rewş binpêkirina qanûnan e. Divê daraz li dijî vê rewşê tevdîran bigire lê belê mixabin veguherîne saziyên wisa ku di çarçoveya armancên polîtîk ên desthilatdariyê de biryaran didin.” 
 
JI BO ‘HÊVIYÊ’ ASTENGÎ!
 
Parêzer Vefa, bal kişand ser hewldanên navneteweyî yên li dijî tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Ev demekî dirêje e ku mafên hiqûqî yên li Îmraliyê ji ber helwestên polîtîk tên binpêkirin. Dewlet nikare helwesta xwe li gorî şexsan diyar bike. DMME’yê jî biryar dabû ku ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan hatiye binpêkirin. Ocalan, ji ber sedemên polîtîk ji vî ‘mafê hêviyê’ bêpar hatiye hiştin. Heke ev sepan bidomin, divê bi eşkerayî bê deklarekirin ku em dewleteke hiqûqê nînin. Heke îdiayeke wan a dewleta hiqûqê hebe, divê mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan û girtiyên din bê qebûlkirin û bihêlin ku bi dinyayê re pêwendiyan deynin. Ji ber ku li holê qanûnek heye û divê hemû kes bi van qanûnan bike.” 
 
'SEDEMÊN PÊKENOK’ 
 
Têkildarî hincetên astengkirina hevdîtinan ên weke “keştî xerab bûye" û “”Cezayê disiplînê” jî Vefa wiha got: “Dema tecrîd dikeve meriyetê, hemû saziyên dewletê bi hev re tevdigerin. Divê cezayê disiplînê teqez ji girtî û nûnerên wî yên qanûnî re bê ragihandin. Mafê wî yê îtîraza li dijî vê heye. Niha sedemên pir komîk nîşan didin û bi vî awayî hewl didin rê li ber îtîrazê jî bigirin. Li dijî tecrîdê heta niha jî encamek ji peymanên navneteweyî ku Tirkiye jî îmze kiriye, derneketiye. Saziyên navneteweyî biryaran didin ku binpêkirin hene. Lê belê ev bes nake. Divê ev sazî di zûtirin demê de biçin Girtîgeha Îmraliyê û lêkolînan bikin. Divê venihêrînê bikin bê ka Tirkiye li gorî mewzûatên neteweyî û navneteweyî tevdigere yan na. Di serî de CPT divê dev ji serdanên xwe yên jirêzê berde û têkildarî vê mijarê ne raporan lê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje. Divê liv û tevgerên Tirkiyeyê yên derhiqûî bên tespîtkirin û mueyîde lê bên ferzkirin.” 
 
'OCALAN AKTOREKE GIRÎNG E’
 
Herî dawî jî Vefa ev tişt anî ziman: “Em ji bo aştî û aramiyê dixebitin û dixwazin ku şer û pevçûn bi dawî bibin. Ji bo vê jî divê bi aliyan re peywendiyên bitendurist hebin. Abdullah Ocalan jî ji bo bidawîkirina van şer û pevçûnan aktoreke girîng e. Divê ‘mafê hêviyê’ bê qebûlkirin, bikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinan bike û bi dinyaya derve re têkiliyan deyne.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

17/11/2022
13:44 Dayikên Aştiyê çûn serdana Malbata Şenyaşar
13:12 ‘Dev ji sepanên keyfî yên li dijî rojnameger û parastvanên mafên mirovan berdin’
12:51 Li Girtîgeha Kalkandereyê dest danîn ser pirtûk, televîzyon û sarincên girtiyan
12:08 Rojnameger Ozdemîr: Avakirina komîsyonê tê wateya qebûlkirina bikaranîna çekên kîmyewî
11:48 MHP’ê TTB hedef girt: Bila peyva ‘Tirk’ jê were derxistin
11:39 Di êrişên rejîmê de 7 kes hatin qetilkirin
11:14 Hatîmogûllari: Neçarin bên ber deriyê HDP’ê, ji ber ku em xwedî roleke diyarker in
10:55 Binçavkiriyên teqîna Taksîmê anîn edliyeyê
10:39 Civaknasiya Azad mohra xwe li Konferansa Jinan a Navneteweyî da
10:33 Parêzer Vefa: CPT divê ji bo mueyîdeyan gavan biavêje
10:06 Ucaman bertek nîşanî plana îmarê ya DU’yê da: Bi rant û îmarên xwe Kurdistanê dagir dikin
09:10 Betalî dibe sedema 'mirinê'
09:02 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast bandorê li jiyana girtiyan dikin'
09:02 Banga Selma Irmakê ya ji bo çekên kîmyewî: Ger 'bêbextî' be nexwe bila bê vekolandin
09:01 Elewî dê li dijî Serokatiya Cemxaneyê komcivînekê li dar bixin
09:00 ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Êrişa bombeyî: Li Ezaza ku di bin kontrola Tirkiyeyê de kesek hat binçavkirin
08:36 Parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî komîsyon ava kir
16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne