Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê

  • rojane
  • 13:53 4 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX – Cîgire Hevserokê ji Lijneya Rêveberên Herêmî Berpirsyar ê HDPê Mehmet Ruştu Tîryakî bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û wiha got: “Heke em dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin, dê deriyê aştiyê yê Rojhilata Navîn jî vebe. Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê.” 
 
Civîna serdema navberê ya Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li navçeya Silopiya ya Şirnexê di roja duyemîn de didome. Civîn, li Eywana Konferansan a Şaredariya Silopiyayê tê lidarxistin û hevserokên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan û hevserokên şaredariyê jî di nav de 250 delege tev li bûn.  
 
Di civînê de pankarta “Hevserokên girtî îradeya me ne” hatiye dliqandin. Axaftina destpêkê ya civînê ji hêla Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan ve hat kirin. Fîdan, da zanîn ku vîna gel bi tayînkirina qeyûman tê xespkirin û ya esasî jî vîna gel e. 
 
'EM Ê TIŞTÊN AYDÊ XWE DÎSA JI WAN BISTÎNIN’ 
 
Piştre jî Cîgire Hevserokê ji Lijneya Rêveberên Herêmî Berpirsyar ê HDPê Mehmet Ruştu Tîryakî axivî û got ku vîna gel bi rejîma Rewşa Awarte (OHAL) û darbeyên siyasî re rû bi rû ye. Tîryakî bi domdarî wiha got: “Kesên ku darbeyan weke lûtfa xwedê dibînin, dibêjin qey dê heta hetayê wiha bidomînin. Em ê di demekî pir kin de wan ji vê xewnê hişyar bikin. Mîna di 31’ê adarê de em ê tişta aydê xwe dîsa ji wan bistînin. Hemû kesên li ser vê xakê baş pê dizanin ku ev desthilatdariya siyasî rewa nîne. Desthilatdariyek li pêşberî me heye ku bi siyaseta xespê û rejîma tunehesibandinê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Tu nezera gelê me de tu rewabûna wan nîne.” 
 
‘DIXWAZIN PÊŞÎ LI BER ŞAREDARTIYA GEL ESAS DIGIRE BIGIRIN’ 
 
Bi domdarî Tîryakî sepanên qeyûman ên li Kurdistanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Em baş dizanin ku nûnerên gel, vîna gel niha li vê eywanê ne. Tu rewabûna kesên li şaredariyan hatine tayînkirin nîne. Tenê bi korîdorên polîs û leşkeran dikevin nava gel. Ev kes nikarin bibin vîna gel. Nikarin nûnertiya gel bikin. Bi rêya xespê siyasetê dikin. Pêşî li ber vîna gel digirin û hewl didin rejîma qeyûm ava bikin. Dixwazin pêşî li ber şaredartiya gel esas digire ku roj bi roj mezin dibe bigirin. Me di 30’ê adarê de bersiveke pir xurt da û dê di adara 2023’yan de bersiveke hêj xurtir bidin û hesabê ji wan bipirsin.” 
 
‘ÇETEYAN DIŞÎNIN WELATÊN DIN’
 
Di berdewamê de Tîryakî bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Desthilatdariya siyasî ninkare otorîteya xwe qewîn bike û vê rejîma xwe ya zextê hewl dide belavî derveyî sînor jî bike. Hewl dide hebûna xwe bi rejîma şer bidomîne. Hikûmeta AKP-MHP’ê li Asya, Efrîqa, Lîbya, Sûriye û Azerbaycanê bi awayekî fermî mûçeyên çeteyan dide. Van çeteyan vediguhêzîne Iraq, Sûriye, Lîbya, Azerbaycan û Ermenistanê. Çeteyan dişîne hemû welatan. Siyaeta wan a li dijî Rojava jî ji vê cudatir nîne. Bawer bikin hebûna xwe tenê bi rejîmeke xwînî didomînin. Li her deverê dijminatiya kurdan dikin. Sedema êrişên li dijî Rojava û Başûr jî ev e. Gelê kurd jî li her çar parçeyan li dijî wan têdikoşe. Kurd ji Kobanê dizanin bê ka dê li dijî van çawa têbikoşin.” 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Tîryakî, bi domdarî qala tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û wiha bi dawî kir: “Divê em tevek li dijî vê tecrîdê têbikoşin. Ev tecrîd tenê li dijî Girtîgeha Îmraliyê nîne. Encamên wê tecrîdê niha li hemû girtîgehan tên dîtin. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome, dê ev sepane li girtîgehan û li her mal, kolan û taxan jî bidome. Lewma divê em li dijî wê derkevin. Heke em dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin, dê li Tirkiye û Rojhilata Navîn deriyê demokrasiyê jî vebe. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome, dê demokrasî neyê Tirkiyeyê û dê li Rojhilata Navîn jî xwîn birije. Lewma em ê bi hev re tecrîda li Îmraliyê têk bibin.” 
 
Piştî axaftinan jî civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
 

Sernavên din

05/12/2022
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e