Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye

  • jin
  • 09:05 5 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku girtina aktîvîstên TJA'yê parçeyek ji polîtîkayên dijminatiya desthilatê ye û got: "Ev êriş nîşana tirsa desthilatdariyê ye."
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ku li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) dabû destpêkirin, Dadgeha Enqereyê 8 aktîvîstên TJA’yê da girtin. Her 8 jin jî ji ber xebatên xwe yên têkoşîna jinan hatin girtin. 
 
DIJMINATIYA JINAN 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran girtina akîvîstên TJA’yê û êrişên li ser jinan nirxand. Başaran da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP'ê siyaseta xwe li ser esasê dijminatiya kurdbûnê, siyaset û jinên kurd bi şikil dike û armanca sereke ew e ku kurd û jin sed salên din winda bikin.
 
TÊKOŞÎN JINAN 
 
Başaran destnîşan kir ku li seranserî Kurdistanê û li çar aliyê dinyayê têkoşîna jinan desthilata mêran dihejîne û têk dibe û lewma li Tirkiyeyê û welatên din êriş li dijî jinan pêk tên û jin di hedefa îktidaran de ne. 
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN ÎKTIDARÊ TIRSANDIYE’ 
 
Başaran anî ziman ku binçavkirin û girtina jinan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de ji van êrişên heyî qut nîn in û wiha axivî: "Ev demeke dirêj e li dijî jinan, bi taybet jinên kurd û tevgera jinan êrişên mezin tên kirin. Ev êriş nîşan didin ku dewlet ji têkoşîna jinan a li cîhanê belav bibe ditirse. Girtina jinan jî nîşaneya tirsa destilatdariyê ye. Ji ber ku jinan nîşan da ku di têkoşîna azadiyê de çiqasî bi israr in û li dijî hemû êriş û komkujiyan paşve gav navêjin.”
 
‘ENQERE BÛYE NAVENDA OPERASYONA DIJMINATIYA KURDAN’ 
 
Başaran bal kişand ser sazî û dezgeh û şexsiyetên kurd demek dirêj e ku li Enqereyê dibin hedefa lêpirsîn û darizandinên "komployî" û wiha got: "Doza komploya Kobanê, operasyona di bin navê 'malî' de, girtina kedkarên Çapemeniya Azad û herî dawî jî operasyona li dijî TJA’yê… Ev li Enqereyê pêk hatin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê veguheriya 'buroya dek û dolaban’. Mîna dozên di bin navê 'KCK'ê de hatin meşandin, hewl didin têkoşîna demokratîk û têkoşîna jinan tasfiye bikin. Herî dawî hevalên me yên hatin girtin jî ji ber têkoşîna jinan hatin hedefgirtin. Bi sedan jinên weke Sebahat, Fîgen, Ayla, Gultan û Zeynep ji ber ku ji bo azadiya jinê têdikoşin, têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê kurd diparêzin û di nava siyaseta demokratîk de jinan tînin ziman, dîl tên girtin.” 
 
DESTHILATDARIYA ŞER Û ZORDESTIYÊ 
 
Başaran destnîşan kir ku AKP-MHP'ê desthilatdariya xwe ya li ser şer û amûrên şer diparêze û girtina aktîvîstên TJA'yê jî mînaka dawî ya êrişên desthilatdariyê ye. Başaran wiha got: “Ev êrişa li dijî tevgera jinên kurd ne cara yekem e ku em pê re rûbirû dimînin. Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan jî bi heman awayî hat girtin. Bêcezahiştina dijminên jinan, qatilên jinan, Ayşe Gokkan û gelek hevalên me ji ber ku li dijî van qetlîaman têdikoşin bi van ceza û darizandinan re rûbirû dimînin. Daraz jî bûye parçeyek ji van polîtîkayên îktidarê.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

05/12/2022
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:54 8 aktivîstên TJA’yê hatin girtin
08:47 Ji bo aktivîstên TJA’yê daxwaza girtinê kirin
08:22 Ektî ya li Edliyeya Enqereyê rewşa wê nebaş bû rakirin nexweşxaneyê
02/12/2022
23:09 Balafirên şer ên Rûsyayê Efrîn û Marê bombe kirin
23:02 Çelîk ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Amedê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:15 Gumuş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, bi tilîliyan hat pêşwazîkirin
21:09 Cenazeyê Mûsalo li Wanê hat veşartin
17:11 'Ji bo aştiyeke nirxdar pêk were divê tecrîd bi dawî bibe'
16:35 Ji bo endama YJA-Starê Alkanê şîn hat danîn
16:28 Cenazeyê Musalo piştî 116 rojan radestî malbata wî hat kirin
15:53 Li Rihayê qedexeya çalakiyan hate şermezarkirin
15:33 Jina ku hate îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:22 Şîna endama YJA Starê Alkan hate danîn
15:18 Li herêma Omeryanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:17 Odeya Bijîşkan a Amedê xwest Dr. Demîr bê berdan
15:16 Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
15:04 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê: Jinên binçavkirî tavilê berdin
15:00 HDK’ê li dijî tecrîdê banga ‘têkoşîna yekgirtî’ kir
14:47 Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin
14:29 Balafirên dewleta tirk li Şarbajêr komeke sivîlan bombebaran kirin
14:16 Îdianameya derheqê Fîncanci de hate qebûlkirin
14:13 Girtîgeha Panosê ji malbata Tekîn re nabêje bê ka sewqî kîjan girtîgehê kirine
13:59 FES’ê serdana HDP’ê kir
13:54 Doza Kobanê: Di mutalaayê de derheqê Kişanak de tespîtek nehatiye kirin
13:32 Jinan îfade neda Midûriyeta Polîsan a Enqereyê
13:23 CÎMER’ê bersiv neda serlêdana têkildarî CPT’yê!
13:23 Hewl dan Yuksel a ku 5 sal berê miriye jî binçav bikin!
13:02 105 parêzeran ji bo tecrîdê serî li Baroya Amedê dan
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Erişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê bê şermezarkirin
12:07 Li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan nameyên girtiyan tên desteserkirin
11:55 Ferît Şenyaşar: Erdogan neçare vê dayikê bibîne
11:53 Dema binçavkirina Manap a 30 sal in girtî ye hate dirêjkirin
11:29 Aydenîz: Heke dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin dê aloziyên heyî bi dawî bibin
11:10 Hiqûqnasên rojavayî li dijî çekên kîmyewî ketin nava liv û tevgerê
10:52 Rojnamevan 35 roj in girtî ne: Dozger bi destûr e