Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin

  • rojane
  • 09:16 24 Kanûn 2022
  • |
AMED - Serok û endamên Partiyên Tifaqa Kurdistanê ku bertek nîşanî operasyona li dijî DBP'ê dan, destnîşan kirin ku sedema êrişan dijminatiya li dijî kurdan e û ew jî dê li dijî van êrişan di nav piştgiriyê de bin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da destpêkirin de, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê polîsan bi ser avahiyên DBP'ê de girtin û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek rêveberên partiyê hatin binçavkirin. Piştî serdegirtina avahiyên DBP'ê yên Amedê endam û rêveberên gelek partiyên ku di nav Tifaqa Kurdistanê de ne û sazî û rexistinên Amedê ji bo piştgiriyê li ber avahiya Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê kom bûn. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan bertek nîşanî serdegirtinên avahiyên DBP'ê û binçavkirina endam û rêveberên wê dan. 
 
 
Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek bi lêv kir ku ew weke KKP serdagirtinên avahiyên DBP'ê şermezar dikin û ev tişt anîn ziman: “Tifaqa AKP'ê û MHP'ê tu qanûnan nas nakin. Ev hefteyeke ku di ser partiyan de digrin û lêgerînan dikin. Çend roj berê jî li Stenbolê polîsekî êrişî Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu kir. Pişt re li Amedê bi ser 3 partiyan de girtin, di heman wextê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku xwest êrişa li dijî Ferhat Encu şermezar bike, hat dorpêçkirin û nehiştin ku li ber avahiya xwe ya navçeyê daxuyaniyê bidin. Ev siyaset dijminatiya li dijî gelê kurd e.”
 
‘BI VAN ÊRIŞAN DIXWAZIN TIRSÊ AVA BIKIN’
 
Çîftyurek, diyar kir ku bi serdegirtinan tifaqa AKP'ê û MHP'ê amadekariyên hilbijartinê dike û ew jî dê li dijî van êrişan di nav piştgiriyê de bin. Çîftyurek, destnîşan kir ku gelê kurd dê di hilbijartinê de hesab ji wan bipirsin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi van êrişan dixwazin tirsê ava bikin. Lê gelê me ev tirs şikandiye. Em jî bang li gelê xwe û hemû rewşênbîran dikin ku îro zêdetir nêzî hevdu bibin û piştgiriya hev bikin. Em jî weke KKP'ê û Tifaqa Kurdistanê piştgiriya DBP'ê dikin û van êrişan bi tundî şermezar dikin.”
 
‘KURD DÊ TEKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
 
Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA'yê Ahmet Kaya jî derbarê mijarê de anî ziman ku demeke dirêjê li dijî siyaseta kurd êriş hene û wiha got: “Bi hezaran endamên partiyên kurd girtî ne, girtina HDP'ê di rojevê de ye. Yanî bi vî awayî dixwazin siyaseta kurd lawaz bikin û di hilbijartinê de serbikevin. Lê bi salan e li dijî siyaseta kurd êriş berdewam dikin. Heke ev êriş li dijî siyaseteke din pêk bihata, niha navê wan jî nemabû. Lê kurd dê têkoşîna xwe bidomînin, ev êriş dê nekaribe siyaseta kurd têk bibe.” 
 
‘HEKE KURD BÎ DIBÎ HEDEFA ÊRIŞÊN DEWLETÊ’
 
Bi domdarî Kaya bi lêv kir ku ew jî dê li dijî van êrişan di nav piştgiriyê de bin û wiha berdewam kir: “Sibê dibe ku li dijî partiyeke din a kurd jî êrişek pêk were, navên partiyan biguherin jî heke tu kurd bî û hêzeke Kurdistanê bî dibî hedefa êrişên dewletê. Bi vê hişmendiyê li kijan partiya Kurdistanê êriş bê kirin, divê weke ku li partiya me hatibe kirin em bertek nîşan bidin. Yanî ew di nav me de cudatiye nabînin, heke em cudatiyê di nav hev de bibînin ji bo me şerm e.”
 
‘ÊN KU SERBIKEVIN EM IN’
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan jî tekildarî serdegirtinên avahiyên DBP'ê bal kişand ser êrişên dewletê yên li dijî siyaseta kurd û got: “Ev êriş ne ya destpêke ye ne jî ya dawî ye. Desthilata AKP'ê û MHP'ê dema ditengije berê xwe dide siyaseta demokratîk û partî û saziyên Kurdistanî. Wan dev ji zilm û zora xwe bernedaye lê kurdan û siyaseta demokratîk jî dev ji sekna xwe ya birumet û têkoşînê bernedane. Lê yên ku mafdarin dê serbikevin, siyaseta me û partiyên me wê serbikevin. Helbet tekiliya van êrişan bi pevajoya hilbijartinê ve jî heye, her ku hilbijartin nêz dibe êrişên wan jî dê zêde bibin lê çi qas êrişên wan zêde bibin ew qas jî berxwedan û têkoşîna me dê xurttir bibe. Ji ber ku yên ku mafdar in û di azadî û demokrasiyê de israr dikin em in. Teqêz ên ku serbikevin em in.”
 
‘BANG LI GEL KIR’ 
 
Di dawiya axaftina xwe de Ceylan ji bo pêşî li van êrişan bê girtin ev bang li gel kir: “Divê di pêvajoyên wiha de em bêhtir li partî û rexistinên xwe xwedî derkevin ku hezên dixwazin bi binçavkirin û êrişan encam bigirin nekaribin encam bigirin. Em çiqas bertekên xwe li dijî zilm û zordariyê bilind bikin, zilm dê ev qas qels bibe û nekaribe zilm û zore li gelê me bike. Heta niha bi xwedî derketina gelê xwe em li ser pêyan man, ji niha û şunda jî bi xwedî derketina gelê xwe em dê bikaribin li ser pêyan bimînin.”
 
MA / Mahmût Altintaş - Eylem Akdag
 

Sernavên din

24/12/2022
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin