Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye

  • rojane
  • 09:50 24 Kanûn 2022
  • |
AMED - Amediyên ku bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Semra Guzelê dan, bi lêv kirin ku pergala zordar a li dijî vîna wan şermezar kirin û diyar kirin ku gelê kurd dê li vîna xwe xwedî derkeve. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê di 1'ê Adarê de bi dengên parlamenterên AKP, MHP, CHP û ÎYÎ Partiyê hatibû rakirin, di 2'ê Îlonê de  hatibû binçavkirin û pişt re bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Parlamenteriya Guzel bi boneya neçûye xebatên qanûnçêkirinê di 22'yê kanûnê de li Desteya Giştî ya Meclisê hat betalkirin. Amediyên ku em pê re axivîn, bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê dan û diyar kirin ku vîna gelê kurd hatiye xespkirin û pergala zordar û nijadperest şermezar dikin.
 
Welatiyê bi navê Mûstafa Ozguvercîn, anî ziman ku di demeke ku hişmendiya rêveberiyê faşîst bûye de, dibe ku her tişt were kirin û wiha got: “Semra Guzel bi denge gel hatiye hilbijartin. Mafê tu kesê nîne ku vîna gel paşguh bike.”
 
 Ozguvercîn, diyar kir ku binçavkirina wekilên ku hatine hilbijartin neheqiyek mezin e û wiha berdewam kir: “Êdî çûna desthilata AKP-MHP’ê ya ku ev biryar girtî gelekî nêzîk bûye. Em ê li ser sindoqan bersiveke pir baş bidin wan û zihniyeta wan ji holê rakin. Zîhniyeta faşîşt êrîşê cûdatir tiştek nake. Guzel ji bo parastina mafên gel hatiye hilbijartin û ji bo parastina mafên xwe çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
‘EM VÊ ZÎHNIYETÊ ŞERMEZAR DIKIN’
 
Ozguvercîn ku bertek nîşanî girtina Selahattîn Demîrtaş jî da, wiha got: “Ji ber ku ji kurdan ditirsin, hewl didin ku bi binçavkirin û girtinê wan bitirsînin. Bi sedan siyasetmedarên kurd bê sûc hatine girtin. Em vê zîhniyetê şermezar dikin. 
Mafê tu kesî tuneye ku wekîlên me yên ku mafên me diparêzin bigire, parêzbendiya wan rake.”
 
‘VÎNA GEL HATE XESPKIRIN’
 
 
Rojhat Çetîn jî anî ziman ku vîna gel her tim tê xespkirin û diyar kir ku di rastiyê de niha ne siyasetmedar, vîna gelê kurd girtî ye. Çetîn, anî ziman ku ji bo tenduristiya civak û gelan divê bêdengî ji holê bê rakirin û got: “Li hemberî polîtîkayên şer ên dewletê gel bêdeng dimîne. Di pêvajoyên wiha de divê gel berpirsyariya xwe bi cih bîne. Em rastî gelek polîtîkayên dagirkeran hatin. Wekîlên me hatin girtin, qeyûm avêtin ser şaredariyên me. Kesî deng dernexist. Ger gel bibin yek em ê li hemberê wan bi hêztir bibin."
 
‘DENGÊ GEL DIYARE’
 
Çetîn, diyar kir ku desthilatdariya heyî dema dixwaze dengê gel qut bike li hemberî vîna gel û hilbijartiyan polîtîkayan dimeşîne û wiha got: “Dema ku dewlet dixwaze gel asteng bike, wekîl û siyasetmedaran diavêje girtîgehan. Lê encama van polîtîkayan gel hîn pirtir xurtir dike. Gelê kurd guheriye û êdî bêdeng namîne. Gelê kurd miletekî polîtîk e. Bila vê baş fêm bikin ku gelê kurd ne weke berê ye. Dema ku parlementer, siyasetmedar, nûnerên me tên girtin ev tê wê wateyê ku gele kurd hemû di girtîgehê de ne. Bila dest nedin wekîl û siyasetmedarên me. Ew parlamenter ne bi serê xwe hatiye wê derê, bi vîna gel hatiye. Di hilbijartinên pêş de gelê kurd dê teqez xwe dengê xwe bide HDP’ê. Êdi cîhan gele Kurd û HDP nas dike. Hilbijartinên di peşiya me de deng û rengê gelê kurd zelale.”
 
‘GUZEL SERÎ NATEWÎNE’
 
Nîmet Işiktaş, jî got, Semra Guzel vîna gelê kurd e û divê ev îrade bê parastin û wiha berdewam kir: “Desthilata AKP'ê zilmê li hemû parlamenterên bi dengên gelê kurd hatine hilbijartin dike. Kesên ku li gel hikûmetê dizî, zilm û zordariyê dikin dengê xwe nakin. Dadgeh, daraz û edalet di destê wan de ye. Li dijî kesên ku ji bo wekheviya maf û hiqûqê têdikoşin, her kes bi hev re ye. Banga min li hemû gelê kurd ev e. Ger em bi hev re bin, hevdu bi tenê nehêlin em ê di her tiştî de bi ser bikevin û mafê xwe bi dest bixin. Gelê kurd bi helwesta xwe ya li ser sindoqan wê weke sileyekê ji wan re bibe bersiv. Serê Semra Guzel bilind e, serê wê natewe. Yên ku serê wan tewandî ew in. Serê gelê kurd heta mirinê wê li hemberî desthilatdaran her tim rast û bilind be û nayê tewandin. Bila baş zanibin ku gelê kurd heta roja îro serî netewandiye.”
 
‘BILA DEST JI VAN POLÎTÎKAYAN BERDIN’
 
Welatiyê bi navê wî Hacî Ataş jî bi bîr xist ku desthilata AKP'ê û MHP'ê û mûxalefetê di dema mijar dibe gelê kurd hemû li dijî kurdan dibin yek û ev tişt gotin: “Yekane rêya çareseriyê ya HDP'ê rêya sêyemîn e. Li Tirkiyeyê bi navê vînê tiştek nemaye. Çi kesên ku ji xwe re xetere dibînin, digirin, partiyan jî digirin. Partiya me temsîl dike HDP ye û çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Divê qeyûmên tayînî şaredariyên me hatine kirin û zextên li ser siyasetmedarên me bi dawî bibin. Di nava HDP'ê de parlamenterek tenê bimîne jî em ê dengê xwe bidin wî. Em şer, talan û îstîsmarê naxwazin.”
 
'TÊKOŞÎN DÊ BIDOME'
 
Cahît Ûçgul, diyar kir ku ger wekîl û siyasetmedar bên girtin jî, dê dîsa denge xwe bidin HDP'ê û got: "Ew HDP'ê bigirin jî em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em kurd in û em ê her tim li partiya xwe xwedî derkevin. 
Bila dunya alem bizanin ku çiqas wekilên me bêxin jî em ê dîsa bidin HDP'ê. Çiqas zext îşkence li me bibe jî em ê dengê xwe bigihînin cîhanê. Em ê parastina mafên xwe bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Welatiyê bi navê Huseyîn Can jî diyar kir ku hilbijartina li dijî vê polîtîkaya dijdemokratîk bê kirin wê ji bo her kesî baş be û wiha got: “Ev desteserkirina vîna me ye û tune hesibandine. Partiya me diyar e. Em ê di roja hilbijartinê de dawî li van lîstikên hikûmetê bînin."
 
 

Sernavên din

24/12/2022
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin