Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e

  • cîhan
  • 13:03 24 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji çar aliyên cîhanê siyasetmedar û navdar li dijî êrişa li Parîsê nerazîbûn nîşandan û di nerazîbûnan de wiha hat gotin: “Em li cem gelê kurd in.” 

Duh li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn. Kujer ango tetikkêş hat binçavkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn didome. 
 
Piştî qetlîamê li seranserî Ewropayê gelê kurd û dostên xwe daketin qadan û li dijî qetlîamê nerazîbûn nîşan dan. Her ku diçe li seranserî cîhanê hêrsa kurdan û dostên wan zêdetir dibe. Tê payîn îro bi deh hezaran kurd û dostên xwe li dijî qetlîamê xwepêşandan û meşan li dar bixin. 
 
Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin, Wezîrê Dadê Eric Dupond-Moretti têkildarî qetlîamê daxuyanî dan û bertek nîşan dan. 
 
‘ERÎŞEK DRAMÎ YE’ 
 
Elisabeth Borne têkildarî êrişê got, “êrişek kerih e” û sersaxî ji qurbaniyan re xwest.
 
Wezîrê Dadê Eric Dupond-Moretti: Dramek bê êş e. Ez ji malbatên qurbaniyan re sersaxî dixwazim. 
 
ŞAREDARA PARÎSÊ: EM LI CEM KURDAN E 
 
Şaredara Parîsê Anne Hidalgo: Civaka kurd bû armanca vê êrişa sûîkastê ya rastgir. Kurd li ku dibin bila bibin, divê di nava aştî û ewlehiyê de bijîn. Parîs ji her demê bêtir li cem kurdan e. 
 
‘ÇIMA MITEFÎKÊN ME NAYÊN PARASTIN?’ 
 
Lîderê partiya muxalefeta NUPPES a sereke ya Fransayê Jean-Luc Mélenchon’un: Em ji ber vê êrişa terorî ya ku Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kiriye armanc xemgîn in û bi hêrs in. 10 sal berê rojên wek îro dîsa li Parîsê sê jinên kurd ên pêşeng bûn aramnca êrişê. Divê mutefîkên me kurd di ewlehiyê de bin. 
 
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron: Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrişeke tirsonek. Hevsozî û hevxemî ji bo qurbaniyan, kesên ku li ber xwe didin da ku di jiyanê de bimînin û ji bo malbat û xizmên wan. 
 
JI CÎHANÊ NERAZÎBÛN 
 
Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken: Ez ji bo qurbaniyên kurd ên li Parîsê sersaxî dixwazim. Di vê roja xemgîn de dilê min bi civaka kurd û gelê Fransayê re ye.
 
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz: Bûyerek xeternak xwe li Parîs û Fransayê pêça ye. Fikr û ramana min bi qurbanî û malbatên wan re ye. 
 
Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock: Divê nefret qet bi ser nekeve. 
 
Wezîrê Karên Derve yê Îngîltereyê James Cleverly: Me têkildarî êrişa çekdarî ya li Parîsê agahiyên trajîk girtin. 
 
MELENCHON: ÊDÎ BES E 
 
Lîderê partiya çep La France Insoummise Jean-Luc Melenchon: Em li dijî êrişê xemgîn û bi hêrs in. 10 sal berê berê jî sê jinên rêveber li Parîsê hatibûn qetilkirin. Êdî bes e! Em tifaqên xwe kurd biparêzin. 
 
Yek ji siyasetmedarên sosyalist ê fransî Olivier Faure: Îro kesek krîmînal êrişî kurdan kir. Divê dest ji rewakirina nijadperestiyê bê berdan. 
 
Parlamenterên Kongreya Îspanyayê Unidas Podemos û Galicia bi daxuyaniyek hevpar êrişê şermezar kirin û gotin: “Divê ku êdî mafê gelê kurd ê rêxistinkirinê li Yekîtiya Ewropa bê mîsogerkirin û dawî li tundî û binpêkirina mafan ên li dijî kurdan were anîn.”
 
MAZLÛM EBDÎ: DIVÊ EM HEVKARIYAL I DIJÎ TERORÊ BIKIN 
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî: Êrişa li dijî komeleya kurd li Parîsê pirsgirêka kurd cihê şermezariyê ye. Em bawer in ku wê Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron û saziyên dadmendî, êrişkeran eşkere bikin. Pêwîst e hevkariya me li dijî terorê bê firehkirin. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin.
 
BARZANÎ: FRANSAYÊ PIŞTEVANIYA GELÊ KURD DIKE
 
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Ez kuştina 3 kurdên li Parîsê şermezar dikim û hevxemê malbatên wan im. Ez ji bo hevxemiyê spasiya Serok Macron dikim. Ez bawer im ku rayedarên Fransayê dê dadmendiyê ji qurbaniyan û malbatên wan re pêk bînin. Fransa her tim piştevanê gelê Kurdistanê bûye. 
 
'ÊRIŞA LI DIJÎ CIVAKA KURD E’ 
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Ez ji ber êrişa hovane ya li Parîsê li dijî civaka kurd gelekî xemgîn im. Fikr û ramanên min bi malbatên qurbaniyan re ne. Ez bang li dîasporaya kurdî dikim ku aram bin. Bila em bi tu hincetan dest neavêjine tundiyê. Ez di wê baweriyê de me ku hevkarên me yên Fransî ji bo parastina civaka kurd li seranserî welêt û darizandina tawanbaran wê dudil nebin. Gelek tiştên me yên hevpar hene. Em bi hev re li dijî terorê şer dikin û li kesên ku ji ber tundiyê û şer koçber bûne xwedî derkevin.
 
DEMÎRTAŞ: DIVÊ RAYEDARÊN FRANSÎ ÊRIŞÊ EŞKERE BIKIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş: Ez êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê şermezar dikim. Ji malbatên kesên canê xwe ji dest dane û gelê me re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Berpirsiyariya rayedarên Fransî ye ku hemû aliyên êrişê eşkere bikin. Em ê bişopînin.
 
 

Sernavên din

24/12/2022
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin