Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek

  • rojane
  • 18:35 24 Kanûn 2022
  • |
img

EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku li Edeneyê di mîtînga "Banga Edaletê" de axivî, komkujiya li Parîsê şermezar kir. Bûldanê ku got "Dê kurd li her derê cîhanê bibin yek" xwest demildest komkujiya li Parîsê bê zelalkirin. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê li Qada Ûgûr Mûmcûyê mîtînaga "Banag Edaletê" li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk wekî axivêr beşdarî mitîngê bûn. Qada mitîngê bi alayên HDP'ê hat xemilandin û bi hezaran kes beşdarî mitîngê bûn. 
 
Ewilî Hevserokên HDP'ê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş girseyê silav kirin. Piştî silavdayînê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û xîtabî gel kir. Piştî Ozturk jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî. 
 
'EM JI BO BIDAWÎBÛNA BÊHIQÛQÎTIYÊ LI QADAN E'
 
Bûldanê ewilî girseyê silav kir. Bûldanê piştî silavdayînê got ku ew ji bo bidawîbûna bêhiqûqîtiyan li qadan e. Bûldanê bilêv kir ku ji ber ku îro gelekî pêdivî bi edaletê heye li qadan e û wiha got: "Em dizanin ku hikûmeta AKP'ê di 20 salênd esthilatdariya xwe de bi taybetî bêhiqîqîtî, neheqî, zext, înkar û tahdeyê zêdetir dike. Em dizanin xwe xwe disipêre van tiştan. Îro ro rûyê AKP'ê nemaye ku li nava çavê civakê mêze bike. Em di anketan de dibînin ku êdî AKP qels dibe." Bûldanê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilat bi êrişên li ser hD«'ê, li ser jinan hewl dide desthilatê di dest xwe de bihêle û wiha got: "Lê kurd jî li ber xwe didin, têdikoşin û li ser pêyan in." 
 
Bûldanê bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û got ku ev krîz û bêhiqîqtiyên rû didin jî ne derî şer in, ji lew re çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer tên xerckirin. 
 
Bûldanê bal kişand ser dema pêvajoya 2013-2015'an jî û got ku piştî ku mase hatiye qulibandin dijminatiya li hemberî kurdan esas hatiye girtin û destkeftiyên kurdan yek bi yek hatine desteserkirin. Bûldanê wiha got: "Bi Darbeya 4'ê Mijdarê parlementerên me hatin girtin. Qeyûm tayinî şaredariyên gel hatin kirin û hevşaredar jî hatin girtin. Li Meclîsa Tirkiyeyê bi fezlekeyan parêzbendiya parlementeran hat rakirin û parlementerî hatin betalkirin. Mînaka vê ya herî dawî jî betalkirina parlementeriya Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel e. Lê divê baş zanibin ku Semra Guzel hê jî parlementera gelê Amedê û kurdan e." 
 
'TÊ HÊLEKE HIQÛQÎ YA TECRÎDÊ TUNE YE'
 
Bûldanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û got: "Tecrîda li ser birêz Ocalan nêzî 2 sal in hatiye kûrkirin û veguheriye tecrîdeke mutleq. Ev tecrîd, ne rewa ye û tu hêleke qanûnî ya qedexekirina hevdîtina malbatê û parêzeran a bi birêz Ocalan re tune ye. Di tu hikmên qanûnê de ev bêhiqûqîtî tune ye. Bi temamî tiştekî kêfî ye û tecrîda ku li gor kêfa AKP'ê tê pêkanîn ji Îmraliyê ber bi tevahiya Tirkiyeyê ve belav bûye. Musebîbê herî mezin ê vî şerî, ê vê tecrîdê û van bêhiqûqîtî û bêedaletiyan helbet hikûmeta AKP'ê ye. Em HDP dibêjin ku demildest divê qanûn, detsûra bingehîn û hiqûq bê pêkanîn û rojek berî rojekê dawî li etcrîdê bê." 
 
HDP BI BERXWEDANÊ BERSIVA BÊEDALETIYÊ DIDE
 
Bûldanê ji bo êrişa li DBP'ê jî ev tişt gotin: "Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir niha di binçavan de ye. Ev êrişa li Keskîn bayindir, a rast li etvahiya kurdan hatiye kirin. Ev êrişa li hemberî pêkhateyên HDP'ê, li hemberî kesên dilê wan ji HDP'ê re dixwaze bi xwe ye. Lê hûn çi bikin jî HDP tê. Bi berxwedanê bersiva êrişên we, bêhiqûqîtiyên û bêedaletiya we dide. Helbet ev amadekariyên hilbijartinê ne. Em dizanin. Ber bi hilbijartinê cwe dixwazin hemû derdorên li cem HDP'ê bişikînin. Lê bêhûde ye. Êdî gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bi van kirên we dizanin."
 
KOMKUJIYA LI PARÎSÊ
 
Bûldanê êrşa li paytexta Fransayê Parîsê şermezar kir û got ku kurd li her derên cîhanê hedef tên girtin. Bûldan wiha axivî: "Ber bi salvegera 9'ê Çileya 2013'an, qetilkirina 3 siyasetmedarên jin li Parîsê komkujiyek din çêbû. Em baş dizanin ku ev êriş, ev komkujî êrişine siyasî ne. Lê ger kujerên rasteqîn ên her sê jinên siyasetmedar bihatana dîtin û rast bihatana darizandin, dê duh li Parîsê komkujiyeke din çênebûna." 
 
Bûldanê bilêv kir ku kurd dê li her derê cîhanê li dijî êrişan bibin yek û yekîtiya xwe biparêzin û têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin û li ber van êrişan serî netewînin. 
 
Bûldanê di dawiyê de got ku dê bihar bi HDP'ê bê vî welatî û xwest her kes bi vê bîr û baweriyê heta roja hilbijartinê bixebite. 
 
Mîtîng bi konsera hunermend Cevdet Bagca bi dawî bû. 

Sernavên din

27/12/2022
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn