Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir

  • rojane
  • 20:27 24 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarên Rojavayê komkujiya Parîsê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku Fransa komkujiyê zelal bike. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gel daketin kolanan û komkujiya li Parîsê şermezar kirin. 
 
HESEKÊ
 
Şêniyên herêma başûrê Hesekê komkujiya li Parîsê şermezar kirin û ji bo hevgirtinê bang kirin. 
 
Şêniyên herêmê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li qada meclîsa navçeya Şedadê kom bûn. Xwepêşandan li kolanên navçeyê heta bi qada ciwanên şoreşger dest pê kir. Li qadê Ebdulqadir Şaban li ser navê meclîsên herêma başûr a Hesekê metna daxuyaniyê xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komkujiya Duyem a Parîsê, dewama komkujiya 9′ê Kanûna 2013′an e û AKP-MHP û MÎT′a tirk berpirsên vê komkujiyê ne. Di daxuyaniyê de komkujî hat şermezarkirin.
 
CIZÎR
 
Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê, xwendekarên Zanîngeha Kobanê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kir.
 
Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li pêş Meclîsa Edaleta Civakî ya Qamişloyê bi beşdariya endamên meclîsê û endamên Meclîsa Jinan a Edaleta Civakî daxuyaniyek da. Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Cizîrê Ciwan Mihemed metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat detsnîşankirin ku edalet ew e ku ne tedbîr li dijî sûcdar be, lê divê lêpirsîn li ser aliyên li pişt sûcê were firehkirin û wiha hat gotin: "Divê li hember vê komkujiya ku duh li Parîsê pêk hatiye, hikumetên Ewropa li hesab û helwestên xwe vegerin."
 
Her wiha hat gotin ku divê hikûmeta Fransayê kurdan û saziyên wan ên li Fransa biparêze û saziyên edaletê bi lez lêpirsînên cidî li ser vê yekê pêk bînin, sûcdaran û ajoyên li pey vê komkujiyê eşkere bikin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin.
 
KOBANÊ
 
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî bi daxuyaniyekê ev komkujî şermezar kirin û wê bi êrişa terorane wesif kirin. Xwendekar Newaf Ehmed li pêş Zanîngeha Kobanê metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin komkujî ji bo tevahî gelê kurd êşek e û divê desthilatên Fransayê bi awayekî cidî dan û standinê bi vê sûcê re bikin û sûcdaran ceza bikin. Her wiha bang li hemû akademîsyen, gelê kurd, siyasetmedar, rewşenbîr û saziyên têkildar hat kirin ku li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin û helwesteke zelal nîşan bidin.
 
TEBQA
 
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê komkujiyê şermezar kir. Hevserokê Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El Fereh bi beşdariya nûnerên ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê û endamên partiyên siyasî metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojane dewleta tirk ji cîhanê re dijminahiya xwe ji gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk re eşkere dike. Di dawiyê de hat gotin ku armanca komkujiyên li dijî kurdan tepisandina berxwedana têkoşer û destkeftiyên şoreşê ne. 
 
DIRBÊSIYÊ
 
Şêniyên Dirbêsiyê bi xwepêşandaneke girseyî Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kirin û bang li desthilatên Fransayê kirin ku lêpirsîneke zelal pêk bînin û aliyên li pey vê komkujiyê eşkere bikin.
 
Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajêr kom bûn û Komkujiya Duyem a Parîsê şermezar kirin. Di xwepêşandanê de endamên saziyên sivîl û mecilsê jî amade bûn. Xwepêşandan ber bi sûka navendî ve bi berzkirina diruşmeyên ji bo şermezarkirina komkujiyê û silavkirina berxwedana gelan dest pê kir.
 
Li wir, li ser navê şêniyan welatiya bi navê Yusra Şêxanî û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama rêveber a Komîteya Jinan a meclîsê Îman Dedoşê metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk bi rêya baskên xwe yên îstîxbaratê li Ewropayê giştî û Fransayê çalakgerên kurd û azadiya jinê hedef digire û bi vê yekê hewl dide ku destkeftiyên kurdan têk bibe. Hat xwestin ku Fransa lêpirsînine zelal pêk bîne û aliyên li pey vê komkujiyê eşkere bike.
 
 
 

Sernavên din

27/12/2022
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn