Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin

  • ciwan
  • 14:07 25 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Konferansa Mezin a 3'yemîn a Meclisa Ciwanan a HDP'ê bi dirûşma "Bi ciwanên birêxistinkirî, em ber bi siberoja azad ve dimeşin" hat lidarxistin. Di konferansê de hat destnîşankirin ku wê bi rêxistinbûyîna ciwanan dawî li tecrîdê Îmraliyê bînin û bişîkinin. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi siberoja azad ve" 3’yemîn Konferansa Asayî  li avahiya partiyê ya Bagcilara Stenbolê li dar xist. 
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag beşdarî konferansê bûn û axivîn. Gelek ciwan jî di konferansê de amade bûn. Di konferansê de îşaret bi girîngiya rêxistinkirina ciwanan hate kirin û hate destnîşankirin ku hêza herî mezin a ku tecrîdê bişikîne ciwan in. 
 
'CIWAN PÊŞENGÊ GEL IN' 
 
Dersim Dag bal kişand ser girîngiya rêxistinkirina ciwanan û got: "Ciwan ku pêşengên gel in, me careke din dît ku divê bi vê rola xwe rabin. Li her derê êrİş li ser destketiyên Kurdan hene. Li Rojava, dîaspora, Başûr bi temamî li her devera ku kurd lê ne êriş têne kirin. Di demeke bi vî rengî de bêguman wê ciwan bi rol û mîsyona xwe rabin, wê pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya gel re bikin."
 
Dersim Dag diyar kir ku polîtîkayên şer û tunekirinê herî zêde li dijî ciwanên kurd têne meşandin û wiha axivî: "Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şerê taybet şerê herî qirêj ê psîkolojîk ê dîrokê li dijî ciwanên berxwedêr dimeşîne. Ji tîryakê heta bi fûhûşê, asîmîlasyon, dejenerekirin û sîxuriyê polîtîkayên şer û zextê li ciwanan ferz dike. Di rewşeke bi vî rengî de ku şerekî qirêj li ser ciwanan heye, rêxistiniya ciwanan û têkoşîn dibe sebeba herî mezin. Em Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ne komkujiyan qebûl dikin, ne tecrîda li ser Abdullah Ocalan û gel qebûl dikin, ne jî polîtîkayên înkar û şerê taybet dipejirînin. Ji bo tasfiyekirina îradeya gelê kurd îro li Îmraliyê tecrîd heye. Li dijî vê yekê jî berxwedanek heye. Hêzên demokratîk, gel û ciwanên kurd wê bi berxwedanê bersivê bidin faşîzmê." 
 
'DEM DEMA MEZINKIRINA RÊXISTINKIRIN Û TÊKOŞÎNA ME YE' 
 
Dag di dewama axaftina xwe de wiha got: "Komkujiya li Parîsê tesadûf nîne. Êrîşek li ser têkoşîn û rêxistiniya Kurdan e, dewama tecrîdê ye. Di demeke bi vî rengî de dem dema mezinkirina rêxistinî û têkoşîna me ye. Em dibêjin ku di vê demê de dema mezinkirina rêxistinî û bilindkirina têkoşîna me ye. Em bi vê dirûşmê konferansa xwe ya ciwanan lidar dixin. Di şexsê 3 şehîdên xwe yên li Parîsê de em vê sozê didin hevalên xwe yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ciwan wê jiyanekea zad bînin vê xakê. Weke şopdarên yên ku gotin 'me bi ciwantî destpê kirin, em ê bi ciwantî bi ser bixînin', ji bo serketinê em bi bawerî û hêvî ne. Bi vê bawerî û hêviyê em bang li ciwanan hemûyan dikin ku xwe di bin sîwana Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de bi rêxistin bikin."
 
'EM Ê LI DIJÎ QETLÎMA PARÎSÊ TÊBIKOŞIN' 
 
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku konferans di nava şert û mercên gelekî zehmet de tê lidarxistin û wiha got: "Li pêş çavên cîhanê li Parîsê êrîşek hate kirin, 3 Kurd hatin qetilkirin. Em destpêkê yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Bêguman ev komkujî tesadûf nîne, cînayete. Beriya niha bi 10 salan eger Komkujiya li Parîsê, qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leyla hatibû ronîkirin wê îro cînayeteke duyemîn nebûya. Ji bo hêzên li pişt vê komkujiyê hesab bidin em ê têbikoşin.
 
HDP partiyeke jinan e, lê di heman demê de partiya herî mezin  ciwanan e. Partiyeke ku li ser şop û mîrateya wan kesan dimeşe ku digotin 'me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Her hevalên me yên li nava HDP'ê hatine birêxistinkirin şopdarên Denîz, Mahîr, Îbo, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Hayrî Dûrmûşan e. Desthilatdariya AKP'ê li her derê dijminatiyê li civakê, li Kurdan û jinan dike. Ev yek bandora herî giran jî li ciwanan dike. Li her derê, li her taxê, febrîqe, dibistanê li dijî ciwanan polîtîkayên şerê qirêj têne meşandin. Ciwan li hemberî van êrîşan li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin. Dem ew dem e ku xwedî li mîrateya berxwedanê derkevin û pêşengiyê ji civakê re bikin. Dem dema têkoşîna li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan e ku digot 'me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Hêza herî mezin a ku tecrîdê bişikîne û ciwantiay azad ava bike, hûn ciwan in ku li hev kom bûne."
 
Piştî axaftinan Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 

Sernavên din

27/12/2022
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn