Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin

  • rojane
  • 13:34 27 Kanûn 2022
  • |
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ku daxwaza xwe ya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re li ber Meclisê anî ziman, banga “Gavê biavêjin” li Wezareta Dadê kir. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike ji Deriyê Dîkmenê yê Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve dest bi meşê kirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenter Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç û Kemal Pekoz ji Deriyê Dîkmenê yê Meclisê heta Wezareta Dadê meşiyan. Parlamenterên HDP’ê yên ku ji aliyê Polîsên Enqereyê ve li deriyê Meclisê hatin astengkirin li vir daxuyanî dan. 
 
GUNAY: BÊEDALETÎ DI TECRÎDÊ DE ISRAR E
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, da zanîn ku li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber deriyê Wezareta Dadê di çalakiya nobetê de ne lê ji aliyê Miduriyeta Polîsan a Enqereyê ve hatin astengkirin. Gunay, di berdewamê axaftina xwe de ev tişt gotin: “Tecrîda ku em îtiraz dikin tam ev e. Dixwazin bînin bîra Wezareta Dadê, ku berpirsyarê rastî yê bicihanîna edaletê ye, parlamenterên yanî vîna gel li ber deriyê parlamentê tên astengkirin. Em bi wêneyekî rastiya Tirkiyeyê re rû bi rû ne ku edalet lê nîne, ku vîna gel lê tê astengkirin. Astengkirina vîna gel, mayîndekirina neheqiyê israrkirina di polîtîkayên tecrîdê de ye.”
 
‘WEZARETA DADÊ BERPIRSYAR E’
 
Gunay, bi bîr xist ku beriya niha bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re li Îmraliyê gelek caran serlêdan kirine û wiha pê de çû: “Ev 6 roj in em li vir in, şandeyek bi serokatiya hevserokên me beriya niha serlêdan kiribû, şandeyek bi serokatiya Salîha Aydenîz careke din serlêdan kir. Piştî du hefteyan, bi komên parlamenterên me re, ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin me serî li Wezareta Dadê dan. Dema me serlêdanên xwe dikirin, piştî hevdîtina CPT'yê parêzer ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin bi israr serlêdanên xwe didomînin. Em bi israr in, parêzer bi israr in, lê Wezareta Dadê jî di bêhiqûqiyê de bi israr e. Dîsa tu daxwazên me nehatine bersivandin. Hê jî Wezareta Dadê ku bersiv nedaye tu daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtinê heye. Em ji vir careke din ji Deriyê Dîkmenê yê Meclisê ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re dibêjin: Berpirsyariya her girtîgeheke li Tirkiyeyê di çarçoveya erka we de ye. Her burokratên wezaretê, bi taybetî jî hûn ji her bêhiqûqiya li girtîgehekê berpirsyar in.”
 
HER HEVDÎTIN WÊ JI DEMOKRASIYÊ RE XIZMETÊ BIKE
 
Gunay, anî ziman ku bi astengkirina hevdîtina parêzer û muwekîl re makeqanûn hatiye binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke serokê meqamê ku wê li vî welatî edaletê ava bike, bi israra di neheqî û tecrîdê de hûn sûc dikin. Em careke din li vir bang li we dikin: Di vî sûcî de israr nekin. Her hevdîtina bi Birêz Ocalan re destjêberdana ji tecrîdê û polîtîkayên şer e. Her hevdîtina bi Birêz Ocalan re wê li vî welatî xizmetê ji aştî, demokrasî û azadiyê re bike. Em ji bo vê li vir in. Em vê berpirsyariyê tînin bîra we. Pêkanîna aştî, azadî û demokrasiyê berpirsyariya me hemûyan e. Rêya vê yekê zelal e: Di serî de bi parêzerên xwe re divê têkiliya wî ya bi cîhan derve re were pêkanîn û tecrîda li Îmraliyê ji holê bê rakirin. Em dixwazin aştî û demokrasiyeke mayînde ji nû ve ava bikin.”
 
‘DIVÊ WEZARETA DADÊ GAVAN BIAVÊJE’ 
 
Gunay, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Daxwaza me gelek hesan û zelal e. Pêkanîna hiqûqê ye. Em îro weke partiya herî mezin a sêyemîn a Tirkiyeyê  ji bo hiqûq were pêkanîn em ber bi Wezareta Edaletê ve dimeşin û mixabin di Deriyê Dîkmenê yê Meclisê de hatin astengkirin. Ev astengî astengiya li dijî gel e, li dijî pêkanîna hiqûqê û makeqanûnê ye. Em ji vir careke din banga xwe dubare dikin, di bêhiqûqî û bêedaletiyê de israr nekin, ji bo parêzer û malbat li Îmraliyê hevdîtinê bikin demildest gavê biavêjin. Heta ku em encamekê bigirin em ê Nobeta xwe ya Edaletê bidomînin.”
 
 

Sernavên din

27/12/2022
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin
16:51 Bûldan: Divê ku hêzên li pişt Komkujiya Parîsê werin eşkerekirin
16:06 Aydenîz: Desthilatdarî bi binçavkirin, girtin û komkujiyan emrê xwe dirêj dike
15:45 HDK’a Mêrsînê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:23 Li Nisêbînê Komkujiya Parîsê hat protestokirin
15:23 Rêxistinên elewiyan piştî komxebatê daxwazên xwe eşkere kirin
14:54 Piştî serdana Akar gelek gund hatin topbarankirin
14:52 DBP’a Nisêbînê kongreya xwe li dar xist: Ji bilî têkoşînê rêyek din nîne
14:10 Li Êlihê mitînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’: Li dijî Komkujiya Parîsê nerazîbûn
14:07 Konferansa Ciwanên HDP'ê: Tecrîd wê bi hêza ciwanên rêxistinkirî bê şikandin
13:57 Komcivîna Elewiyan a Mezin: Em bi hevrûbûnê dest bi sedsala duyemîn bikin
13:02 Banga beşdariya nobeda li Parîsê hat kirin
12:44 Ji KCK'ê daxuyaniya têkildarî qetlîama li Parîsê
12:10 Li Hezexê cerdevanekî mamê xwe yê cerdevan kuşt
11:43 Midûrê Emniyeta Parîsê: Piştî provokasyonê li kolanan şer rû da
11:39 Nobeda Edaletê di roja 657'emîn de berdewam dike
11:23 Artêşa tirk ji hin qadên Zapê vekişiya
11:08 Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin
10:00 PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin
09:41 Li xwendekaran doza ‘signal’ê hat vekirin
09:17 Omer Ocalan: Sala 2023'yan dê bibe sala şikandina tecrîdê
09:09 Ciwanên HDP'î: Em ê tecrîdê bişikînin
09:08 Li Komirê têkoşîna li dijî kana mermeran didome
09:07 Birayê wê qetilkirin û hevjînê wê girtin: Heta edalet neyê Roboskiyê em ê bitêkoşin
09:06 Dewletan şer kir gel di bin de eciqîn
09:01 Ruhê ciwanan li her derê ye
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2022'YAN
24/12/2022
20:44 Komkujiya Parîsê li seranserê Ewropayê hat şermezarkirin
20:27 Rojavayê li kolanan komkujiya Parîsê şermezar kir
19:57 Bavê Mîr Perwer: Bila heyfa kurê min li erdê nemîne
18:57 Mexmûrê komkujiya li Parîsê protesto kir
18:50 Saziyên ziman: Gelê kurd gelek komkujî dîtine, lê tu carî serî netewandiye
18:35 Bûldan: Kurd dê li her derê cîhanê bibin yek
17:16 Ozturk: Heke Fransa qetlîamê ronî neke ew jî şirîkê qetlîamê ye
17:15 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û siyasetmedar 2 roj in di bin çavan de ne
16:54 Sancar li ber avahiya DBP’ê bang kir: Em soz didin ku em ê teqez serbikevin
16:45 Qetlîama Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hat protestokirin
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn