Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?

  • rojane
  • 13:50 28 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê yên ku li ber Meclisê daxwaza xwe ya hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re anîn ziman ji Wezareta Dadê ya têkildarî serlêdanên wan de bêdengiya xwe didomîne re ev pirs pirsîn: “Çima bersiv nayê dayîn?”
 
Çalakiya nobeta edaletê ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewam dike. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar, Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Mûazzez Orhan, Abdûllah Koç û Kemal Pekoz ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan, dowizên “Bila hiqûq li Îmraliyê pêk were” û “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hilgirtin. Parlamenter ji aliyê polîsên ku Deriyê Dîkmenê yê Meclisê dorpêçkirine ve hatin astengkirin. 
 
ROBOSKÊ WEKE ÊŞ MA 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ku li vir daxuyanî da, diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di çalakiyê de ne û anî ziman ku polîtîkayên şer û ewlehiyê bi salane rê li ber êşan vedikin. Îpekyuz, bi lêv kir ku Komkujiya di 28’ê kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê pêk hat û di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest da kete sala 11’emîn û wiha got: “Roboskê di bîra cîhanê de weke komkujiyeke kurdan tê nîşandan. Tevî evqas dem derbasbûye jî heta nihe pêşketinek jî çênebûye û Roboskî di bîran de weke êş maye û ev êş tu car nayê ji bîr kirin û hesaba wê dê were pirsîn.”
 
HERKESÊN KU ÎTÎRAZ DIKIN DI BIN TECRÎDÊ DE NE
 
Îpekyuz, anî ziman ku komkujiya Roboskê bi têcrîdê re têkildar e û wiha berdewam kir: “Kî îtîrazî desthilatê bike bi tecrîdê tê dorpêçkirin. Qalkirina azadî, aştî, wekhevî, edalet, mafên demokratîk li vî welatî dibin sedema tecrîdê. Kî îtîraz bike hewl tê dayîn ku wan têxin bin tecrîdê. Hemû zext ewilî li kurdan pişt re li hemû muxalefetê tên kirin.” 
 
22 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN 
 
Îpekyuz, pirsa “Tecrîda mutleq a li Îmraliyê bi Birêz Abdûllah Ocalan dest pê kir çiye?” kir û wiha pê de çû: “Di normên hiqûqa navneteweyî ya li cîhanê de çi yên NY, DMME’yê bin dema mirov dikevin girtîgehê, mafê wan e ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Em dizanin ku ev 22 meh in yekane hevdîtinek nîne. Ev hevdîtina em qal dikin jî beriya 22 mehan bi telefonê çêbû. Malbat û parêzer nêzî 22 meh in her hefte serlêdanan dikin û tu hevdîtin nayên kirin. Ji ber ku wê hevdîtin ji bo aştiyê çêbibe, peyama were dayîn wê ji bo aştiyê be.”
 
DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ 
 
Îpekyuz, destnîşan kir ku divê beşên civakî li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Temaşekirina binpêkirinên mafên mirovan û sûcan hevkariya sûc e. Heke li Tirkiyeyê were xwestin pirsgirêk were çareserkirin divê tecrîd were rakirin.”
 
Îpekyuz serlêdanên malbat, parêzer, rêxistinên hiqûqî û partiya xwe bi bîr xist û pirsa “Çima bersiv nayê dayîn?” pirsî.
 
‘BÊDENGÎ ŞIRIKATIYA SÛC E’
 
Îpekyuz, destnîşan kir ku tecrîd weke “îşkence” tê penasekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ev yek ji holê bê rakirin û li Tirkiyeyê aştî pêk were, ji bo di nava wekhevî û azadiyê de bijîn divê di zûtirîn demê de pêvajoya muzakereyê dest pê bike. Hevdîtina herî dawî ya bi CPT’yê re di civakê de rê li ber fikaran vedike. Daxwazên me rewa û hiqûqî ne. Divê her kes li dijî vê neheqiyê derkeve. Bêdengî şirîkatiya sûc e, pêwîst e Wezareta Dadê di zûtirîn demê de bersivê bide.”
 

Sernavên din

30/12/2022
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin