Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?

  • rojane
  • 09:01 29 Kanûn 2022
  • |
RIHA - Li Rihayê li devera ku di salên 1990'î de wekî "Baregeha JÎTEM'ê" dihat bikaranîn, hestiyên kesekî hatibû dîtin. Piştî vê ji malbata Faîk Kevcî yê winda xwîn hat wergirtin. 
 
Li taxa Arabûkê ya navçeya Curnê Reş a Rihayê, di 7'ê hezîranê de li nav zeviyê di dema berhevkirina keviran de di bin erdê de di hundirê 3 kîsikan de hestiyên mirovan hatibûn dîtin. Xwediyê zeviyê ku li Enqereyê dimîne, piştî vê di 21'ê tîrmehê de serî li Walîtiya Rihayê da. Piştî serlêdanê bi rojekê cendirme çûn nav zeviyê û di bin çavdêriya dozgeriyê de cihê hestî lê hatibûn dîtin kolandin û 9 perçeyên aîdê mirovan dîtin. 
 
MALBATA KEVCÎ JI BO DNA'YÊ XWÎN DA
 
Ji ber ku hestî li vê taxa ku di salên 1990'î de wekî "Baregah JÎTEM'ê" dihat bikaranîn û aydê cerdevanên ji eşîra Bûcakê hatin dîtin, malbatên kesên ku di cinayetên kiryar nediyar de hatine kuştin û windakirin ketin nav liv û tevgerê. Malbatên Ahmet Kalpar, Huseyîn Taşkaya, Şefîk Geçgel, Faîk Kevcî, Adnan Bagca û Nazim Babaoglû ku di navbera 1993-1994'an de hatin windakirin, bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Rihayê serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş dan. 
 
Piştî serlêdanê hestî ji bo lêkolînê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê re hatin şandin. Di rapora ATK'ê de, hat diyarkirin ku hestî aîdî mêrekî ne. Piştî ku şahidan gotibû Faîk Kevcî li vî cihê ku hestî lê hatine dîtin hatiey qetilkirin, malbata Kevcî ji bo DNA'yê xwîn da Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. 
 
LI BENDA ENCAMA DNA'YÊ NE
 
Hevserokê ÎHD a Şaxa Rihayê Mûstafa Vefa ku vê meseleyê ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku di dosyeya lêpirsînê de tu pêşketin rû nedane. Vefa îşaret bi rapora ATK'ê kir û got: "Rapora ku tê de tê gotin ehstî yên mêrekî ne, daxilî nava dosyeyê hat kirin." Vefa da zanîn ku di hundirê dosyeyê de 6 malbatên serlêdêr hene û got: "Lê tenê ji malbatekê xwîn ahtiye stendin. Şahidên li wî gundî, gotibûn dibe ku ev cenaze yê xizmê wan Faîk Kevcî be. Dozgeriyê jî ewilî dor da malbata Kevcî. Xwîn ji Tiba Edlî re hat şandin. Ger ne yê malbata Kevcî be, dê xwîn ji malbatên din jî bê wergirtin." 
 
Vefa diyar kir ku ji dozgeriyê re gotine divê tevahiya herêmê bê vekolandin, ji lew re ev dever berê wekî baregeha JÎTEM'ê hatiye bikaranîn. 
 
'DIVÊ AQÛBETA WINDAYAN BÊ VEKOLANDIN'
 
Vefa destnîşan kir ku divê lêpirsîn bê berfirehkirin û wiha got: "Ev qas xizmên windayan hene. Li pê wê ne ku bê ka ev mirov sax in yan na? Ger ne sax bin jî, qet nebe dixwazin gorek wan hebe. Lewma divê bi baldarî nêzî dosyeyê bibin." 
 
Vefa bilêv kir ku ji bo heqîqetê divê aqûbeta mirovên di cinayetên kiryar nediyar de hatine qetilkirin baş bê lêpirsînkirin û ev tişt gotin: "Em ÎHD, OHD û Baroya Rihayê bi baldarî vê dosyeyê dişopînin. Divê dora herêmê bi tevahî bê girtin, wekî cihê bûyerê bê binavkirin û bi baldarî dets bi lêkolînan bê kirin. Em rêxistinên civaka sivîl çi ji destê me bê em amade ne."
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

30/12/2022
14:58 Kedkarên tenduristiyê yên li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:45 ‘Dê tu partiyên kurd serî netewînin’
14:30 ÎHD'ê li ber girtîgehê daxuyanî da: Sedema girtinan daraza alîgir e
13:50 Girtî bang li Meclisê kir ku biçin li kamerayan binêrin
13:13 Cenazeyên qurbaniyên Komkujiya Parîsê bi hêceta sersalê tên sekinandin
13:06 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 Li Wanê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:27 Malbata Şenyaşar: Bendewariya me ya ji sala 2023’yan edalet e
12:13 Kesên li Îranê hatin qetilkirin bi girseyî hatin bibîranîn
11:46 Başaran: Sala 2023’yan dê bibe sala serkeftina kurdan
11:45 'Operasyona Birûska Cizîrê' didome: 52 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
11:30 Li Herêma Kurdistanê ku dane lê hatine qedexekirin herî kêm 54 jin hatin qetilkirin
11:15 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Vîtamîna B12 nadin me
10:59 AYM dê qutkirina alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê nîqaş bike
10:42 Wezîrê Karên Derve Sefîrê Iraqê ku komkujî îtîraf kiribû parast
09:49 ‘Tirkiye bi Ewropayê re li hev kir, tecrîd girantir bû'
09:14 Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan rakirine nexweşxaneyê
09:06 87 rojnameger dê sala nû li girtîgehê pêşwazî bikin!
09:03 Dayika wî li ber HDP'ê lê digere, ew li girtîgehê di rojiya mirinê de ye
09:03 Li dijî ambargoyê û êrişan li ber xwe didin
09:01 Sala tecrîd û şer a siyasetê: Sedsala duyemîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê bike
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN
29/12/2022
21:06 Ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan: Divê dawî li tecrîdê bê
20:10 Li Reqayê êrişa DAÎŞ'ê: Endamekî Hêza Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da
19:20 Biryara der barê Fincanciyê de hat şermezarkirin
18:19 KCD, DBP û HDP serdana gel kirin
16:57 Bi sedan kes çûn serdana şîna Çelîk
16:41 Fîncanci dîsa nehat tehliyekirin
16:26 Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin
16:13 Serokê EMEP’ê Akdenîz çû serdana DBP’ê
16:08 Hevdîtina li gel rojnamevanan tê astengkirin
15:57 Li kolanên Strasbourgê bertek nîşanî komkujiya Parîsê dan
15:30 Fîncanci: Dixwazin tola erzînka zarokekî ku min li Cizîrê dîtibû ji min hilînin
15:04 Mizrakli ji Soylu re got: Nebî ku tu navê min ji bîr bikî, em ê hesabê ji hev bipirsin
15:01 Sancar: Em ê êrişan bi têkoşîna rêxistinkirî rawestînin
14:43 Demîrtaş ji ber pankarta li Edeneyê hatibû daliqandin gilî kir
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin