‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’

  • jin
  • 09:10 1 Çile 2023
  • |
img

ENQERE - Endama KNK’ê Nîlûfer Koç a diyar kir ku Tirkiyeya nekarî bi DAIŞ'ê re serbikeve, hewl dide bi hedefgirtina jinên ku ji bo jiyaneke alternatîf pêşengiyê dikin ser bikeve û bal kişand ser girîngiya têkoşînê û got: “Evîn Goyî, tevkarî li pêşketina dîrokî ya 30 salan a felsefeya 'jin, jiyan, azadî' kir ku rejîma Îranê hejand.”

 
Li dijî têkoşîna globalbûyînê ya tevgera jinên kurd weke alternatîfa azadiya gelan, êrîşên sîstemên bi serdestiya mêr di nava sala dawî de jî dewam kirin. Deh sal piştî qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku ji bo azadiya jin û gelan jiyaneke alternatîf ava kirin, Nagîhan Akarsel û Emîne Kara (Evîn Goyî) ku heman têkoşîn meşandin, ji aliyê heman têtîkkêşên hatin hilbijartin ve, hatin qetilkirin. Jineke din a kurd a hat qetilkirin Denîz Poyraz bû. 
 
DENÎZ POYRAZ 
 
 
Deniz Poyraz, zaroka yekemîn a malbateke ku ji ber zextên dewletê neçar ma koçî Îzmîrê bike, ji gundê Xirbêmirîşkê yê navçeya Mehsertê di sala 1983’an de li Kadîfekaleyê ji dayik dibe. Poyraz hêj biçûk bû Rahşan Demîrel a di 22’yê Adara 1992’yan de li dijî qedexeya Newrozê agir berda xwe, nas kir. Poyraz, di 17-18 saliya xwe de di nav xebatan de cih girt û dest bi têkoşînê kir. Poyraz a di têkoşîna jinan de bi awayekî çalak rol girt di Komeleya Çand û Alîkariya Civakî ya bi Koçberan re (Goç-Der) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, komîsyona jinê ava kir. 
 
 Poyraz her wiha ji bo jinên di encama tundiya dewletê ya mêr de ji jiyana xwe ji dest dan beşdarî gelek çalakiyan bû. Wisa ku bi wêneyê Dîlan Kortak a hate qetilkirin di meşekê de li herî pêş bû. 
 
Poyraz a ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşînê de cih digire, di 17’ê hezîrana 2021’an de ji aliyê tetîkkêş Onûr Gencerê êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir ve hate qetilkirin. Berî ku rastî bên derxistin, di danişîna 7’emîn a doza derbarê Gencer hatiye vekirin de biryar hate dayîn. Dadgehê ji sûcê “kuştina sêwirandî ya biqestî” cezayê heta hetayê girankirî, ji sûcê “xesar daye mal û milk” 4 sal ceza, ji sûcê “destnedayîna xanî” 2 sal ceza, ji sûcê “muxalefeta li dijî qanûna çekên gule berdidin” 3 sal cezayê hefsê li kujer Onûr Gencer birî.
 
NAGÎHAN AKARSEL 
 
 
Nagihan Akarsel di 24’ê Hezîrana 1977’an de li gundê Xelîkan yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji dayik bû. Akarsel a beriya sedsalan ji Kurdistanê hate sirgunkirin û li Konyayê hate bicihkirin û di nava kurdan de mezin bû, di sala 1993’yan de Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gazî ya Enqereyê qezenç kir. Di sala 1997’an de ku dema li dijî gelê kurd êriş hebûn û mirov bi zorê dihatin windakirin, Akarsel nekarî li hemberî van hemûyan bêdeng bimîne, berê xwe da heqîqetê û ji Tirkiyeyê derket. Akarsel a 3 salên xwe li qadên azad derbas kir, di sala 2001’an de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” li Enqereyê hate girtin. Akarsel a 2007’an de hate berdan, di sala 2009’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kir û heta sala 2014’an di pêşketina nûçegihaniya jinê de rol lîst. 
 
Di salên ku Akarselê rojnamevantî dikir, li dijî şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind dibe bêqeyd nema. Ji bo xebatên akademîk ên di warê jineolojiyê de bimeşîne çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji wir jî derbasî Şengal û Efrînê bû. Akarsel di qonaxa damezrandina “Gundê Jinan Jinwar” û “Enstituya Andrea Wolf” a li Rojava de jî cih girt. Piştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê, Akarsel vê carê çû Silêmaniyeyê û dest bi karê damezrandina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê kir. Akarsel di heman demê de gotarên xwe yên akademîk di Kovara Jîneolojiyê û nivîsên xwe yên têkildarî rojevê yên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de jî dewam kir. Akarsel xebatên xwe yên li ser nûçegihaniya jinê, ku di kevneşopiya Çapemeniya Azad de pêşengî jê re kir, gaveke din bi pêş ve bir û heta kêliya dawî ya jiyana xwe li Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê xebatên xwe dewam kir. Akarsel di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hat qetilkirin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar roja 25’ê kanûnê di bernameyeke Stêrk TV’yê de ragihandibû ku kujerê Akarselê Îsmaîl Peker ê li Mamak a Enqereyê ji dayik bûye û careke din Tirkiye weke faila wê nîşan da.
 
EMÎNE KARA 
 
 
Emîne Kara di sala 1974’an de li gundê Hîlal ê navçeya Qileban a Şirnexê ji dayik bû. Kara, ku di zarokatiyê de bi şewitandina gundan re, zext û îşkenceyê nas kir, di sala 1988'an de dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê kir. Kara ku 34 salan têkoşîneke bênavber da, li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kir û pêşengiya pêkanîna şoreşa jinê kir. Kara ya di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bû, ji bo tedawiyê çû Fransayê. Kara ya jiyana xwe diyariyê azadiyê kir, di 23’yê kanûnê de ji aliyê William M. ê li paytexta Fransayê Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir ve hate qetilkirin. Tetîkkêş hate girtin. 
 
‘JIN DI PERGALA ALTERNATÎF DE PÊŞ KETIN’
 
Endama Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç li ser têkoşîna jina kurd a pêşeng, sedemên hedefgirtina wê û profîlên tetîkkêşên tên hilbijartin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Koç bi bîr xist ku tevgera jinên Kurd ji salên 2000'î û vir ve dibêje, “Sedsala 21'an wê bibe sedsala me” û got: “Ji ber ku me dît îdeolojiya baviksalariyê ya di sedsala dawî de ava bûye, rê li ber du şerên mezin vekiriye û heta roja îro tu pirsgirêk çareser nekiriye. Li ser bingeha vê rastiyê, jinên kurd bi gotina 'dem dema afirandina sîstemeke alternatîf a li derveyî sîstema bi serdestiya mêr e' derbasî sedsala 21'ê bûn. Tevgera azadiya jinê ya kurd ku di salên 1990'î de li Kurdistanê dest pê kir, ji aliyekî ve parastina hebûna xwe dike, li aliyê din jî li dijî sîstema bi serdestiya mêr a rexne dike, pêşvebirina sîstemeke alternatîf, pêşketineke girîng afirand.”
 
‘PERGALA BI SERDESTIYA MÊR HILWEŞANDIN’
 
Koç, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Jinên kurd ji ezmûnên dîroka mirovahiyê derketineke nû pêk anîn û bi têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Rojava re xwe gihandin lûtkeyê. Em DAIŞ'ê weke lûtkeya faşîzma mêr pênase dikin. Di sedsala 21’an de desthildariya mêr rêbaza desthiladariya DAIŞ'ê bi tunekirina jinan pêk anî. Lê rewşeke ku ne li bendê bûn derket holê, jina kurd pergala bi karaktere mêr ê faşizan hilweşand. Bi vê yekê re dema ku kalîte, kûrahî û çarçoveya tevgera jinên kurd derkete holê, ev yek bû sedema kelecan û sempatiyeke mezin. Pratîka ku sedsala 21’an wê bibe ya me, hat nîşandan. Piştî têkoşîna 40 salan a li Kurdistanê, rastiya derketiye holê ku êdî bêyî vîn û tevlibûna jinê jiyan nabe. Ev rastî di sala 2014’an de bi Rojava re gerdûnî bû.”
 
‘PROJEYA DAGIRKIRINÊ VALA DERXISTIN’
 
Koç diyar kir ku îfadeya herî hêsan û temsîla şênber a serdestiya mêr Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan e û wiha pê de çû: “Bi mantiqeke ku qetil dike, digire, êrişî pergala hevserokatiyê dike, kole dike û jinê ji her tiştî dûr dixe weke bîrdoziya DAIŞ’ê li dijî jinên kurd şerek da destpêkirin. Ji ber ku jinên kurd projeya wî ya dagirkirina Kurdistanê ya bi rêya DAIŞ’ê pûç kirin. Li aliyekî îdeolojiya azadîparêz a jinê heye ku Erdogan dixe nava pozîsyoneke zehmet, li aliyê din jî avabûneke ku koledariya civakî bi koledariya jinê bi pêş dixe heye. Ji ber vê yekê Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê, Sakîne û Evîn Goyî ew jî li Parîsê hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz yek ji pêşanga tevgera jinên kurd bû. Evîn Goyî jî jineke li dijî DAIŞ’ê şer kir û yek ji pêşenga tevgera jina kurd e. Nagîhan Akarsel hem di qada akademîk de hem jî di pratîka xwe de pêşeng bû. Lê Tirkiye tişta ku bi DAIŞ'ê nekarî bi dest bixe bi vî rengî didomîne.”
 
ROLA ABDULLAH OCALAN 
 
Koç, da xuyakirin ku li dijî pergalên bi serdestiya mêr ên jiyanê bêçare dihêlin, ji bilî Kurdistanê gelek alternatîf nîne û destnîşan kir ku ev alternatîf bi pêşengiya jinên li Kurdistanê bi pêş ketiye. Koç, bal kişand ser berxwedana bi pêşengiya jinê ya li Îranê li ser vê bingehê, bal kişand ser wê yekê ku rejîma Îranê ya gelek dewlet pê re mijûl dibin, bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ji aliyê jinan ve tê hejandin. Beriya her tiştî tevkariyeke mezin a Ocalan heye. Her ku Tevgera Jinên Kurd têkoşîn pêş xist, pênaseya wê ya teorîk ji aliyê Ocalan ve hat kirin. Ji sala 1994’an û vir ve têkoşîna jinê ya ji bo azadkirina civakê dest pê kir, îro weke jin jiyan azadî derketiye holê. Felsefeya jiyanê ya tevgera jinên kurd, rejîma zilam-serwer a Îranê hejand. Ez qala têkoşîneke ewçend xurt dikim. Ji ber vê yekê jinên pêşeng hedef tên girtin. Tecrubeya têkoşîna em xwediyê wê ne dikare dewletan jî bihejîne. Dema mirov ji vir lê dinêre sedemê qetilkirina Evîna Goyiyan tê fêhmkirin.”
 
‘TIRKIYEYÊ NOTA DA FRANSAYÊ’
 
Koç da xuyakirin ku profîlên kujerên bijarte yên jinên kurd qetil kirin gelekî dişibin hev û got: “Yên ku Sakîneyan qetil kir tirkê 'nexweş' bû, ev jî Fransizê 'nexweş' e, lîstik jî bi heman rengî ye. Di êrîşa yekemîn de xwestin bi vê profîla kujer ser bûyerê bigirin, lê di êrîşa duyemîn de lîstika wan baş negirt. Zû hatibû eşkerekirin. Dema profîl negirt, vê carê rayedarên Tirk ketin nava tevgerê, di nava panîkeke cidî de ne. Di 26’ê kanûnê de Tirkiyeyê notayek da Fransayê. Li ser vê notayê hate gotin, ‘Siyasetmedarên fransiz çima bi kurdan re heman helwestê nîşan didin?'’ û gotinek hebû ku hevgirtina gelan a bi kurdan re dikir hedef. Piştî çar rojan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê telefonî Wezareta Karên Derve ya Fransayê kir û heman tişt jê re got, Tirkiye bi notaya xwe re dibêje, ‘Em ê qir bikin, lê divê kurd li dijî vê neaxivin.’ Teslîmiyet li ser Kurdan tê ferzkirin. Sefîrê tirk ê li vê derê jî her tim parvekirinên ku êrişî raya giştî ya Fransayê dike. Lê girseyeke gelek cidî ku bi kurdan re di nava piştevaniyê de ye heye. Ev yek jî dê pêşiyê li mijûlkirina dewleta Fransayê ya weke 2013’an bigire.”
 
‘AZADIYA ME Û AZADIYA OCALAN’
 
Koç destnîşan kir ku îro bi felsefeya "jin jiyan azadî" jinên Kurd di asta gerdûnî de çavkaniya hêviyê ne û got ku mîmarê vê yekê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Koç diyar kir ku li dijî Ocalan jî şerek heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger 22 meh in îşkenceyeke giran lê tê ferzkirin, yek ji sedemên vê yekê jî tevgera jinê ye ku derketiye holê. Ked û hewldana Ocalan rastiyeke ku tu carî ji aliyê me jinên kurd ve nayê înkarkirin e. Ji ber vê yekê, weke jinên Kurd dema em ji bo azadiya xwe têdikoşin, em nikarin hewldanên Ocalan ji nedîtî ve bên. Tevî şert û mercên îşkenceyê yên girtîgehê jî, Ocalan yekane lîder e ku azadiya jinê bi rengê sor li ser hezaran rûpelî diyar kiriye. Di dema em dixwazin tola Evînê ji aliyê siyasî ve bê hilanîn de divê em rastiya Îmraliyê ji bîr nekin. Ji ber ku azadiya jinên kurd û azadiya Ocalan bi hev ve girêdayî ne. Di sala nû de divê em herî zêde daxwaza azadiya Ocalan bikin. Divê her kes li dijî tecrîda li Îmraliyê tişta ji destî tê bike. Ji ber ku ew tecrîda li wir li me jî tê ferzkirin. Bêdengkirina li wir jî bêdengiyeke ku bi guleyan li ser me tê ferzkirin e. Guleya li Parîsê li Evîn Goyî hat reşandin hewldana bêdengkirinê ye.”
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

03/01/2023
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin
17:18 Nobeda li dijî tecrîdê didome
17:08 Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest
16:03 Di Operasyona Birûska Cizîrê de 40 DAIŞ’î hatin girtin
14:34 Ji bo Kûrtayê di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn
14:13 Li ser sînor 30 kolber hatin qetilkirin
13:52 Di qezaya li Cizîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:42 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên oxirkirin
12:55 Rojhilat û Îranê sala xwe bi berxwedanê derbas kirin
12:52 Li Mûsilê hezar û 500 mayinên DAIŞ’ê hatin îmhakirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bila sala 2023’yan bibe sala azadiyê
11:18 Bîlançoya sûcên Tirkiyeyê yên li Girê Spî
11:12 Dozgerê Komarê li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin
10:35 Endama Qebîleya Amazonê bû Wezîra Gelên Xwecihî
10:05 Sala nû bi zeman dest pê kir
10:04 Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kandal: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:36 Rêya M4'ê hat topbarankirin
09:17 Foza Yûsif: Sûriye di ferqa lîstika Tirkiyeyê de ye
09:12 Roja ewil a 2023’yan: Bi berxwedanê ketin sala nû
09:10 ‘Jin, jiyan, azadî ku keda jinên kurd e serdest hejandin’
09:00 Ataşê ÎHD’î: Divê cihekariya di înfazê de bê bidawîkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2023'YAN
31/12/2022
22:40 Ciwanan tecrîda li Îmraliyê bi stîkiran şermezar kir
22:34 Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê
20:44 KCD’ê, DBP’ê û HDP’ê serdanên xwe yên gel domandin
20:34 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo sersalê peyamek weşand
18:16 Çavûşoglû têkildarî hevdîtina bi Sûriyeyê re daxuyanî da
17:02 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
16:20 Serdanên piştevaniya ji bo DBP’ê didomin
15:56 Ji ÎHD’ê banga dawî ya salê: Hemû girtiyên nexweş berdin
15:30 Girtiyê ku hat sirgûnkirin di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:15 Bayindir: Sala nû wê bibe sala azadiya gelê kurd
15:05 Operasyona 'Birûska Cizîrê' didome: 32 endamên DAIŞ'ê hatin girtin
14:59 Bi bombeyên qedexekirî êrişî gundê Sîda hat kirin
14:20 Girtiyê nexweş Gurban di hucreya yek kesî de tê ragirtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin
13:55 Çalakiya malbatên windayan: Bila kêlikek gora bapîrê min jî hebe
13:38 Pirtûka 'Henaseya Jiyanê' ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok der çû
13:24 Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin
13:05 Peyama Malbata Şenyaşar a roja dawiya salê: Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê
13:04 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê greva birçîbûnê bi dawî kirin
12:52 Li Girtîgeha Afyonê jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin
11:22 Ji bo qurbaniyên Komkujiya Parîsê dê merasîm bê lidarxistin
11:03 Girtîgehê ji ber 14 dirûşman 14 meh cezayê ragihandinê li girtiyan birî
10:50 Berdana nivîskarê kurd hat taloqkirin
10:44 Bûldan û Sancar: Sala 2023 dê bibe sala bihara gelan
10:25 Bertek nîşanî biryara bo Fîncanci dan: Heke vegotina rastiyan sûc be em jî sûcdar in
10:11 Li her perçeyekî Kurdistanê Dilxwazek: Dê muhtacî kurdan bibin
09:52 Di Doza Kobanê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn
09:47 Parêzerê Abdullah Ocalan: Piştgirî berdewam bike dê tecrîd bê rakirin
09:04 Ji ber sondaja TPAO'yê gundek bê av maye
09:02 Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye
09:01 ‘Em ê di 2023'yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin'
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2022'YAN
30/12/2022
22:22 Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?
22:12 Li Reqayê 9 DAÎŞ’î hatin zevtkirin
22:02 Li Amedê civînên gel: Dê têkoşîna gelê kurd bi ser bikeve
19:59 Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
19:11 Li Bornovayê 5 karker jiyana xwe ji dest dan
18:41 Yildizê ku înfaza wî 2 caran hatîbû şewitandin hat berdan
16:58 Ayşe Gokkan ji bo çekên kîmyewî werin lêkolînkirin serlêdan kir
15:51 Rojnamevan Can Dundar li ‘lîsteya gewr’ hate zêdekirin
15:35 Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin
15:09 Demîrtaş: Tenê delîlek dosyeyê heye ew jî beyanên Erdogan in
15:09 Li Çemçoyê êrişa bi çekên kîmyewî