Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku wê partiya wan her têkoşîna xe bidomîne û got: “Sala 2022’yan bi berxwedanê derbas bû, sala 2023’yan dê bibe sala serkeftin û serfiraziyê.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna partiya xwe ya Meclisê de axivî û mijdarên di rojevê de nirxand.  Di rojeva Buldan de tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Peymana Stenbolê, Komkujiya Parîsê ya duyemîn, doza girtinê li ser partiya wan hebû.  
 
‘ÎKTIDARÊ WELAT BER BI TÊKÇÛNÊ VE BIR’ 
 
Buldan anî ziman ku sala 2022’yan salek gelek zor bû û bi têkoşînê derbas bû û wiha got: “Sala 2022’yan ew sal bû ku îktidara AKP-MHP’ê welat ber bi têkçûnek giştî ve bir. Şer derxistin asta herî jor. Krîza aborî kûrtir kirin. Maf û azadî ji holê hat rakirin. Terza jiyanê yên cuda her roj bi êrişan re rûbirû ma. Destkeftiyên jinan yek bi yek hatin destesrkirin û her tim pêşî li siyaseta demokratîk hat girtin.”
 
‘ÊRIŞ Û TECRÎD GIRAN BÛN’
 
Buldan da zanîn ku seranserî salê li dijî muxalefetê êriş pêk hatin û wiha domand: “A rast di serî de êrişî HDP’ê kirin û tevahiya muxalefeta civakî bi binçavkirin û girtinanan, bi êrişên fizîkî, dozên kûmpasê re rûbirû man. Di sala 2022’yan de tecrîda li ser birêz Ocalan kûrtir û girantir kirin. Hemû rêyên çareserî û diyalogê yên diçin cem birêz Ocalan girtin. Zîhniyeta îktidarê sala 2022’yan li me kir sala reş, nebaşiyê, bêhiqûqiyê, cihêkariyê û newekheviyê.” 
 
‘ME TÊKOŞÎNÊ MEZIN KIR, DAXWAZA AZADIYÊ KIR’ 
 
Buldan anî ziman ku li gel hemû êrişan jî sala bihûrî bi têkoşînê derbas kirin û wiha axivî: “Helbet li dijî êrişan têkoşîna me, hêzên demokrasiyê, kedkaran, karkeran, jinan û ciwanan a rêxistinkirî hin bêtir berfirehtir bû û bû sala ku hêviyên demokrasiyê li ser pêya girt. Me li dijî tarîtiyê ronahiyê afirand. Me hêvî û wêrekiyê afirand. Me serî rakir û hevgirtina xwe zêde kir. Me hevkariya xwe ya têkoşînê û tifaqên xwe berfireh kir. Me li her deverên Tirkiyeyê daxwaza azadî, edalet, aştiyê anî ziman. Me li her deverê welat li ber talana xwezayê, kedxwarî, desteserkirina maf û hiqûqê rabûn. Me li dijî astengkirina azadiyê û êrişên li ser siyaseta demokratîk her deverê kir qada têkoşînê. Me rê neda faşîzmê.” 
 
‘JINAN QADAN NETERIKAND’ 
 
Buldan bal kişand ser berxwedana jinan û got: “Jinan li ber her cûre êrişan û tundiyê serî netewand. Ciwan û jin bûn hêviyên civakê. Jinan li dijî polîtîkayên şer xeta têkoşînê ava kir. Têkoşîn û berxwedana jinan sînoran ji holê rakir. Ji rojhilatê Kurdistanê û Îranê deng û awaza dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li her deverê dinyayê belav bû û olan da.” 
 
‘EM Ê PEYAMAN STENBOLÊ PAŞVE BÎNIN’ 
 
Buldan bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û destnîşan kir ku ew ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin û bi têkoşîn û berxwedanê dê carek din Peymana Stenbolê bînin û bi dest bixin. 
 
 ‘BILA BITIRSIN, ÇIMKÎ HDP TÊ’ 
 
Bûldan li ser têkoşîna HDP’ê ku tevî hemû astengiyan jî dide rawestiya û got: “HDP bûye tirsa nava dilê îktidarê. Çimkî pir ji têkoşîn û hêza me ditirse. Çimkî HDP tê. HDP partiya jinan e, lewma AKP-MHP ji me ditirse. Em ê dawî li vê rejîmê bînin. Em dimeşin û tên. Sala 2023’yan wê bi be sala me jinan. 
 
‘HDP LI SER PÊYA YE’ 
 
Buldan destnîşan kir ku HDP li gel hemû pêlên faşîzmê jî wek duh zindawere û li ser pêya ye û her çiqas êriş hebûn jî lê HDP’ê xwe li ser pêya girt û serketinê tîne. Buldan diyar kir ku wan li qadên 8’ê Adarê, Newrozê û 1’ê Gulanê li ber faşîzmê bi hêzek hevpar rabûne û ew bi ruhê Newrozê xwe ji sala 2023’yan re amade dikin û wê bi ruhî rabin. Buldan anî ziman ku hevalên wan siyasetmedar ên ji Doza Kobanê ya kûmpasê tên darizandin bi parastinên xwe dozê pûç kirine û destûr nedan ku heqîqet bê darizandin û bi serbilindî li ber xwe dan. 
 
KOMKUJIYA PARÎSÊ YA DUYEMÎN 
 
Buldan bal kişand ser Komkujiya Parîsê ya duyemîn û wiha got: “Ev îktidar li her deverê dijminatiyê li kurdan dike. Dixwazin êriş û dijminatiya xwe li qada navnetewî jî bidomînin. Ji bo kurd li tu devera dinyayê nebin xwedî îrade, çi ji destê vê îktidarê tê dike. Herî dawî li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişek pêk anîn. Tiliya îktidarê di vê êrişê de heye. Dişibe Komujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de. Ez carek din qurbaniyan bi rêzdarî bibîr tînim. Li ku kê dera cîhanê dibe bila bibe wê kurd îradeya xwe teslîmî we nekin. Hûnê nikaribin îradeya kurdan asteng bikin û hûnê qet nikaribin tasfiye bikin. Îrade û yekitiya kurdan li Parîsê jî, li Enqereyê, Stenbolê, Amedê û Rojava jî yek e. Êdî hûn ê ji vê fêm û bawer bikin. Em carek din diyar dikin, divê ev komkujî bi hemû aliyên xwe bê ronîkirin û hemû têkiliyên wê veşarî bên eşkerekirin. Ev jî di berpirsiyariya dewleta Fransayê de ye. Em ê jî heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.” 
 
KURD DÎROKÊ DIYAR DIKIN 
 
Buldan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi dijminatiya kurdan, bi operasyonên siyasî, bi darizandinên komployan, bi polîtîkayên derbeyê nikarin siyaset û siberojê ava bikin. Hêza sereke ya ku dê îro û sibe jî teşe bide, têkoşîna siyaseta demokratîk e, têkoşîna aştiyê ye ku em bêwestan didomînin. Yên li ber xwe didin, yên têdikoşin, yên berdêlan didin dîrokê diyar dikin. Ew siberojê diyar dike. Kurd jî miletekî birûmet e ku dê dîrokê diyar bike û siberojê diyar bike. Bloka desthilatdar a ku difikire ku bi komplo û dosyayên girtinê û operasyonên siyasî bi astengkirina HDP'ê re wê serketineke siyasî bi xwe re bîne, divê baş bizanibe ku hûn ê ji ber HDP'ê bi ser nekevin.
 
EM HEBÛN Û EM Ê HER HEBIN 
 
Civak ne mecbûr e li ber vê bêedaletiyê serî bitewîne. Partiya me ya ku Rêya Sêyemîn temsîl dike, navê alternatîfiyê û navê hêviyê ye. Bi Tifaqa Ked û Azadiyê, bi tifaqa kurdan re vê hêviyê mezintir dike. Em ê her tim bibin dengê gel, jin, ciwan, komên bawerî, kedkar, kedkar û kesên navê wan nayê ser ziman. Ji duh heta îro; me got 'Em li vir in’ û em dibêjin em ê her li vir bin. Em îro bi Tifaqa Ked û Azadiyê re dibêjin ‘Em ê bi hev re bi ser bikevin’. Û em bi dengê xwe yê herî bilind li dijî kesên ku hewl didin me tasfiye bikin diqîrin û dibêjin; Em hebûn, em hene, em ê hebin û em ê pir bihêztir hebin.
 
DÊ BIBE SALA AZADIYA KURDAN
 
Em ji îro dest pê bikin û dibêjin, em ê sala 2023’yan bikin sala demokrasiyê. Em ê bikin sala azadî û aştiyê. Em ê bikin sala têkoşîn û berxwedanek berfirehtir û xurtir. Ev sal sala me ye. Wê bibe sala gelan, jinan û ciwanan. Û her wiha wê îsal bibe sala kurdan û HDP’ê.”
 

Sernavên din

06/01/2023
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?