Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!

img
ŞIRNEX - Danişîna doza têkildarî qetilkirina Mehmet Ûytûn ê 18 mehî ya bi bombeya gazê ya li navçeya Cizîrê piştî biryara xerakirinê ya li Îstîfazê jinûve hate lidarxistin. Çawişê pispor ê bersûc H.A. bi îdiaya li Efrînê li ser peywîrê ye tev li danişînê nebû. 
 
Di 9’ê Cotmeha 2009'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê Mehmet Ûytûnê 18 mehî gava li şaneşîna mala xwe di hemêza dayika xwe de di xew de bû, di encama bombeya gazê ku hatibû bi serê wî ketibû jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna doza bi sûcê “biqisûr bûye sedema mirinê” derbarê çawişê pispor H.A. de têkildarî kuştina Ûytûn hatibû vekirin, piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Îstînafê jinûve li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hate lidarxistin. Di danişîna ku bersûc H.A. bi hinceta ku li Efrînê ye beşdar nebû de parêzerê bersûc Yalçin Torûn û parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ku mudaxilî dozê bûn amade bûn. 
 
FAÎL LI EFRÎNÊ LI SER PEYWÎRÊ YE!
 
Piştî tespîta nasnameyan, parêzerê bersûc Torûn, diyar kir ku ji ber çawişê pispor H.A. li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser peywîrê ye nikare tev li danişînê bibe. Torûn, îdia kir ku îfadeyên şahidan beriya niha dane rast nînin û wiha got: “Avêtina gazê an tiştekî din nîne. Nêzî 60 zarokên ku kevir diavêjin hene. Hemû şahid keviran diavêjin. Îfadeyên şahidan îfadeyên qirêj in.”
 
‘NÎŞAN GIRT Û QETIL KIR’
 
Dayika Mehmet Ûytûn, Kevzer Ûytûn, bertek nîşanî gotinên parêzerê bersûc dan û wiha got: “Çima kujerê lawê me naînin vê derê? Ez dixwazim wî bînin vê derê. Ez heta dawiyê ji wî dozdar im. Derewan dikin, li wir kesek jî nebû, bi zanebûn, nîşan girt û kurê min qetil kir.”
 
‘DEMA FAÎL HÊZÊN EWLEHIYÊ DIBIN DOSYA DIRÊJ DIBIN’
 
Pişt re parêzerê malbata Ûytûn, Yakûp Guven, diyar kir ku kêmasiyên dosyayê nehatine temamkirin û wiha got: “Di dosyayê de her tim kêmasî çêbûn. Me her tim diyar kir ku kêmasî hene. Faîl hêzê ewlehiyê ye, mexdûr welatî ye. Di şertên asayî de bûyereke wisa di nava welatiyan de qewimî bûya, wê girtin çêbûna û dosya di nava salek du salan de encam girtibûya. Lê di noxteya tesîskirina edaletê de kêm man. Mixabin dema faîl dibin hêzên ewlehiyê dosya her tim tên dirêjkirin û di xala komkirina delîlan de pirsgirêk tê jiyîn. Bersûc di karê cemaweriyê de ye lê ji ber ‘kuştina mirovan’ tê darizandin û bersûc berî ku tu hincetên nivîskî pêşkeş bike tev li danişînê nebûye. Em dixwazin bersûc li eywana danişînê bê amadekirin, heke neyê, biryara anîna bi darê zorê bê derxistin.”
 
BERSÛC WÊ LI DANIŞÎNEKE DIN BÊ AMADEKIRIN
 
Şandeya dadgehê, biryar da ku bersûc li danişîneke din were amadekirin, rapora pisporiyê pêşkeşî dadgehê were kirin û şahid bên guhdarkirin û danişîn taloqî 16’ê sibatê kir. 
 
 

Sernavên din

06/01/2023
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?