'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'

img
WAN - Li Wanê lidarxistina çalakiyan ji aliyê walîtiyê ve tên qedexekirin. Parêzer Sedat Duşunmez ku bal kişand ser van qedexekirinan got: "Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kirine Girava Îmraliyê ye. Tecrîd, astengiya li ber fikira azad e." 
 
Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, Rewşa Awarte (OHAL) hatibû îlankirin û di 20'ê Tîrmeha 2018'an de bi dawî bûbû. Lê Rewşa Awarte li Wanê bi qedexekirina çalakiyan dewam kir. Ji ber vê li gelek endam û xebatkarên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û saziyan doz hatin vekirin. Biryara qedexekirina çalakiyan ku ji sala 2016'an ve 15 rojan carekê tê girtin, piştî Tîrmeha 2022'yan jî beriya lidarxistina çalakiyan û dayîna daxuyaniyan tê girtin. 
 
Herî dawî beriya meşa li dijî tecrîdê ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TÛHAD-FED'ê xwestin li dar bixin, walîtiyê li bajêr 2 rojan qedexekirina lidarxistina çalakiyan ragihandibû. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Rêveberê HDP'a Wanê Parêzer Sedat Duşunmez, qedexekirina çalakiyan nirxand. 
 
Duşunmez diyar kir ku qedexeyên li Kurdistanê bi desthilata AKP'ê ve ne sînordarkirî ne û wiha axivî: "Ji sala 1990'î ve li Kurdistanê her tim qedexe û pêkanînên kêfî hene. Carinan Walîtiyên Rewşa Awarte di çarçoveya polîtîkayên 'ewlehiya' dewletê de ev biryar girtin. Ev pêkanîneke ku rêveberî dixwazin xwe pê biparêzin. Ev encama fikara ji têkoşîna rêxistinkirî ya gelê kurd e. Lê mixabin hemû îtiraz ji aliyê darazê ve tên redkirin û van biryaran wekî biryarên 'astengkirina etrorê' rave dikin. Lê ev, ew e ku desthilat pê dixwaze bibêje 'kes bêyî min nikare biaxive û nikare doza mafên xwe bike.'" 
 
BIRYARÊN KÊFÎ YÊN WALÎTIYÊ
 
Duşunmez destnîşan kir ku ev biryarên navborî li dijî Destûra Bingehîn in û got: "Mafê xwepêşandan û çalakiyê, bivênevê ye. Ev qedexe nêzî 6 hezar rj in ji aliyê Walîtiya Wanê ve tên pêkanîn û tu cihê wan di Destûra Bingehîn de tune ye. Walîtî, bi kêfîbûneke ku xwe di ser Destûra Bingehîn re dibîne, van qedexeyan pêk tîne. Ev jî tê wateya ku êdî li Tirkiyeyê tu wateyeke Destûra Bingehîn nemaye. Mafê çalakiyan ên mirovan bi hevokine hêsan ji aliyê walîtiyê ve tê qedexekirin." 
 
Duşunmez bilêv kir ku lê belê li Kurdistanê mirov ji ya xwe danekevin xwar û wiha domand: "Tevî cezayê girtîgehê, cezayên pereyî jî têdikoşin. Qedexe û pêkanînên li Wan û Kurdistanê, çi qasî giran dibin bila bibin, dê mirov çalakiyên xwe li dar bixin." 
 
CIHÊ KU BÊHIQÛQÎTÎ LÊ DEST PÊ KIRIYE GIRAVA ÎMRALIYÊ YE
 
Dulunmez diyar kir ku qedexekirina çalakiyan tê wateya tecrîdkirina gel û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tecrîda ku 24 sal in li ser birêz Ocalan tê pêkanîn, li tevaiya civakê belav bûye. Li Tirkiye û Kurdistanê, cihê ku hiqûq hatiye hilawistin, Girava Îmraliyê ye. Tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser kesekî, li ser tevahiya civakan tê pêkanîn. Tecrîd, astengiya li ber fikira azad û parastina aştiyê ye." 

Sernavên din

06/01/2023
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?