‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’

img
STENBOL - Parêzeran di doza GOÇÎZDER’ê de diyar kirin ku berevajîkirinên emniyetê bûne mijara darizandinê û ev tişt anîn ziman: “Emniyet di van lêpirsînan de xwe weke alî dibîne, sûcan diafirîne û sûcan dike.” 
 
Rûniştina 2’yemîn a danişîna duyemîn a doza Komeleya Koçberî û Şopandinê (GOÇÎZDER) ku hevserokên wê Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan jî di nav de bi giştî 23 kes tê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin. 
 
PARÊZER BARAN: DOZEKE SIYASÎ YE
 
Piştî navberê, parêzer Nûrhayat Koçyîgît parastin kir û îdiaya ku GOÇÎZDER li ser Şîrketa Turîzmê ya Bakirhan a ji Mehmet Baran hatiye kirin pereyan rewa dike red kir û wiha got: “Min şîrket li ser Wezareta Turîzmê dît û ji bo ku tu pirsgirêk dernekevin kirî. Tu eleqeya min bi GOÇÎZDER’ê re nîne.” Parêzerê Cîhan Kartal, Emrah Baran jî ev tişt anî ziman: “Ev doz, dozeke siyasî ye. Ji teknîka ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatiye bikaranîn ev yek xuya dike. Li gel ku kiryareke sûc nîne jî hinek ‘delîl’ pêşkeş kirine û hewl dane sûcan biafirînin.” 
 
DAXWAZA KESÊ PISPOR 
 
Baran, got ku derheqê miwekîlê wî de tu sûceke hatiye tespîtkirin nîne û wiha domand: “Li ser ‘agahiya îstîxbarî’, hewl didin miwekîlê min weke faîl nîşan bidin. Gelek îdiayên di girteka polîsan a di 1’ê hezîrana 2022’yan a derheqê miwekîlê min de di rapora MASAK’ê de nînin. Ev rapor 2 meh piştre hatiye amadekirin. Ez dixwazim ev îdiayên ku ne di rapora MASAK’ê de ji hêla kesên pispor ve bên lêkolînkirin. Halît Karahan bo miwekîlê min 250 TL pere şandiye. 3 sal piştre jî miwekîlê min hezar û 750 TL pere ji girtîgehan re şandiye. Ev pereyê bo girtîgehê hatiye şandin, weke ev pere hatiye hesibandin. Bi vê yekê re hem Karahan û hem jî miwekîlê min hatine sûcdarkirin. Li vir berevajîkirinek heye. Tenê ji bo tawanbarkirina komeleyê tiştekî wiha kirine.”  
 
BIRYARÊN CMK’Ê DI DOSYAYÊ DE NÎNIN 
 
Bi domdarî Baran bersiv da tawanbariyên li ser “Malbatên nirxan” tên kirin û wiha domand: “Emniyetê desên derheqê wan de lêpirsîn û teqîbat hatiye destpêkirin weke ‘malbatên nirxan’ qebûl kiriye. Bi vî awayî jî hedef nîşan da ye. Em qala delîlan dikin lê tu delîlan nayînin danişînê. ‘Delîlên’ ku tenê dozger û dadger dikarin bibînin nabe. Her wiha ‘biryarên guhdarîkirinê’ yên di xala 135’an a CMK’ê di dosyayê de nînin.” 
 
BAL KIŞAND SER DEMÊ 
 
Parêzera Makbule Altintaş, Cemîle Turhalli Balsak jî wiha got: “Îdianame tenê ji berevajîkirinan pêk tê. Mixabin ku ev berevajîkirin niha weke sedema girtina miwekîlên me tên nîşandan. Mixabin ku emniyet di dozên bi vî rengî de xwe weke aliyek dibîne, sûcan diafirîne û bi vê yekê re sûcan dike. Komeleyek hem legal û hem jî îllegal nabe. AYM jî bi heman awayî difikire. Îdiayên di îdianameyê de hiqûqê serûbin dike û gefa ceza li mirovan dixwe. Makbule 9 mehan xebitî ye lê guhdarîkirina telefonan û şandina pereyan li derveyî vê pêvajoyê ne.” 
 
BERIYA KOMELEYÊ HATE DAMEZIRANDIN 
 
Piştre jî parêzerê Bîlal Yildiz, Polat Yamaner mafê axaftinê girt û got ku tu têkiliya miwekîlê wî bi komeleyê re nîne. Yamaner bal kişand ser peymanên navneteweyî û got ku girtin û darizandina heyî derhiqûqî ye. Yamaner, xwest ku miwekîlê wî were berdan. Parêzer Erhan Ors ku girtiyê Burcu Gul jî bersiva îdiayan da û ev tişt anî ziman: “Ors, şîrketa xwe 9 sal berê damezirand. Lê weke şîrketeke ‘paravan’ a ji bo komeleyê hatiye nirxandin. Em ê agahî û belgeyên têkildarî xebatên 9 salan ên şîrketê piştre pêşkeş bikin. Miwekîlê min bi sedema pevbestîna belgefîlma ‘Sûr: Ax û Welat’ tê tawanbarkirin. Nabe ku eleqeya vê rewşê bi PKK’ê re bê girêdan. Walîtiya Amedê fîlmê ‘Li Sûrê Dewran’ erê kiribû û kesekê di vî fîlmî de cih digire, miwekîlê min jê re pere şandine. Ev yek weke sûc hatiye nîşandan. Lê ev pere di çarçoveya xebatên pîşeyî de hatiye şandin. Miwekîlê min ji Îmren T. re 500 TL pere şandiye lê ev pereye dîsa lê hatiye vegerandin. Ev her du xisûs di rapora MASAK’ê de jî cih digire. Lê hêzên ewlekariyê ev yek di fezlekeyan de bi cih nekiriye. Her wiha miwekîlê min endamê komeleyê nîne.” 
 
‘POLÎS SÛC DIKIN’
 
Parêzerê Halît Karahan, Kadîr Karahan jî got ku beriya miwekîlê wî ji bo îfadeyê were vexwendin, yekser hatiye binçavkirin û wiha derbirî: “Ev rêbaz, rêbaza herî dawî ye. Piştre jî hate girtin. Gelek binpêkirin hatin kirin. Hevdîtinên Karahan bi xwe û yên bi parêzerên wî re jî di îdianameyê de hatine bicihkirin. Bi vê yekê re polîsan sûc kiriye. Pir eşkere ye ku hewl dane xebatên qanûnî krîmînalîze bikin. Daxwaza berdana miwekîlê xwe dikim.” 
 
‘YÊN KU FAM NAKIN DÊ PIŞTRE FÊM BIKIN’
 
Serokê dadgehê jî got; “Min serê sibehê gotibû ku dê piştî saet 15.00’an ji bo muzekkereyan navberê bidim” û mafê axaftinê da dozger. Dozger jî xwest ku rewşa girtî ya endam û rêveberên komeleyê bidome. 
 
Dadgehê ji bo ku piştre biryara xwe bide navber da danişînê.
 
Parêzeran bertek nîşanî serokê dadgehê dan. Di vê navberê serokê dadgehê ji eywana danişînê derket. Balkêşe dema diçû got; “Yên ku fam nekirîn dê piştre fêm bikin.” 
 

Sernavên din

06/01/2023
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?