Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin

img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser Qetlîama Basa ya sala 1996'an û wiha gotin: "Çend sal derbas dibe bila bibe dê ji bo 11 kesên ku li Basayê hatin qetilkirin daxwaza pêkanîna edaletê bikin."
 
Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kiryar bên eşkerekirin tên Qada Galatasarayê, ji ber ku qad li wan hat qedexekirin çalakiya xwe ya hefteya 928'an a sala nû bi rêya înternetê li dar xistin. Daxuyaniya çapemeniyê ya vê heftê ji hêla xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak ve hat xwendin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser komkujiya li navçeya Basa ya Şirnexê di 15'ê çileya 1996'an de qewimîbû. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Di çalakiya 928'an de bi israr em serpêhatiyên xwe tînin ziman. Em xwegihandina heqîqet û edaletê wek maf û daxwazeke siyasî dibînin. Di 15'ê çîleya 1996’an de 11 gundî di nava minibûsê de hatin gulebarankirin û piştre hatin şewitandin. Ji bo pêkanîna edaletê hertim me bangewazî kir. 
 
Li gorî rapora Koma Xebatê ya Aştiyê ya ku di qeydên dewletê de jî heyî de, cendermeyan di 10-12'yê çileyê de bi ser gundê Çevrimlî û Yatagan a Basa Şirnexê de girt. Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç di serdegirtinê de hatin binçavkirin û wan birin Tabura Cendermeyan a Taşkonakê. Li vir di encama îşkenceyê de hatin qetilkirin. Di 15'ê çileya 1996’an de cendermeyan telefon ji keyayê gundê Koçyurdu Mehmet Oner di heman demê de cerdevantî jî dikir re vekir û daxwaza şandina minibusê kir. Mehmet ji rewşa heyî bi fikar bû û nexwest ajokar bi tenê biçe. Mehmet, cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz û Lokman Ozdemîr jî girt cem xwe bi minibûsa Ramazan Nas çûn Tabûra Cendermeyan a Taşkonakê.
 
Leşkerên ku li benda wan cerdewanan nebû, wan jî qetil kir. Piştre kesên ku beriya niha hatî qetilkirin û yên din bi tevahî 10 kesî xistin heman minibûsê û bi koltuxan ve girêdan çewal xistin serê wan. Minibûsê ku di bin kontrola cendermeyan de bi ajokar Ramazan Nas re derket rê, rê ji hêla leşkeran re ji hatin çuyînê re hat girtin. Piştî ku minibûs gihaşt cihekî cenderme ji minibûsê dûrketin. Peşî gule reşandin û piştre bi roketê êriş kirin û her 10 cenaze di encama êrişê de bûn xalî. Ajokar Ramazan Nas dema xwest bireve ji hêla leşkeran ve hat guleberankirin û hat qetilkirin. Cenazeyên ku bûn xalî radestî malbatan nekirin. Ji hêla leşkeran ve beyî lêkolînkirina nasname û merasîma olî lêz û bez hatin definkirin. Serkana Giştî ya Leşkerî di 16'ê çileya 1996'an de bi rojnamegerên biyanî û yên Tirkiyeyê ve bi helîkopterê çûn Basaê. Li vir Albay Oguz Kalelîoglu daxuyaniyek da û got 'Qetlîama ji hêla PKK'ê ve hat kirin'. 
 
Şandeya ku hatî tenê 20 deqîqe li cihê bûyerê hatin rawestandin û nehiştin gundî biaxifin. Hîn rojnameger fikarên xwe yên derbarê bûyerê de anîn ziman. Ev rojnameger fikarên xwe bi Komeleya Mafên Mirovan û Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê re parvekirin. Piştre şandeyek bi Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê çûn cihê bûyerê û li vir lêkolîn hatin destpêkirin. Di navbera ragihandina fermî û daneyên hatî komkirin û gotinên şahîdan de gelek nakokî derketin holê. 
 
Şande li gorî dane û agahiyan ragihand ku 'Qetlîam ji hêla hêzên dewletê ve pêk hatiye'. Şande bi raporên ku hatî amadekirin serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê, Walîtiya OHAL'ê û rayedarên leşkeriyê da. Şande bi dehan caran serî li dozgeriyê da. Lê belê heta niha tu encamek derneket holê. Di doza ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hat lidarxistin de Tirkiye hat mehkumkirin. 
 
Em di hefteya 928’an de carek din bang li mekanîzmayên edli û siyasî dikin. Adnan Ekmen Wezîrê Dewletê yê wê demê bû û gotibû 'Di encama lêkolînên me de li pişt bûyerê dewlet derket. Ji hêla JÎTEM’ê ve hat kirin lê me ne got'. Qetîama Basaê tê wateya erêkirina sûc. Em bang dikin ku li dijî bêcezahiştinê divê mekanîzmayên berpis divê wezîfeya xwe pêk bîne. Çend sal derbas dibe bila bibe dê ji bo qetilkirina 11 kesan a li Basaê hertim daxwaza edaletê bikin. Divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere. 229 hefteye Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Lê em dev jî Qada Galatasarayê bernadin."
 

Sernavên din

09/01/2023
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN