Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê

img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn destnîşan kir ku ger komkujiya ewil a li Parîsê bihata zelalkirin, dê komkujiya duyemîn pêk nehatana. 
 
Di ser qetilkirina yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) re 10 sal derbas bûn ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransayê Parîsê hatibûn qetilkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku di sala 1991'ê de Sakîne Cansizê nas kiriye, behsa wê kir. 
 
Keskîn diyar kir ku di sala 1991'ê de gava Cansiz ji girtîgehê derketiye hatiye buroya wê û got: "Gava hat, got 'ez dixwazim parêzera me ya wêrek û xemilandî nas bikim.' Ez van gotinên wê qet jibîr nakim. Me bi vî awayî hev du nas kir." Keskînê anî ziman ku paşê li derveyî welêt di panelan de hev du dîtine û got ku dostaniya wê ya bi Cansizê re di van wextan de xurt bûye. 
 
'SAKÎNEYA KU EZ WÊ NAS DIKIM...'
 
Keskînê bi vî awayî behsa Sakîne Cansizê kir: "Ew Sakîne Cansiza ku min ew nas dikir, çendî demekê di nava şer de mabû jî, her tim aştîxwaz bû û li dijî serdestiya mêrî bû. Sakîne Cansiz, yek ji wan jinên herî bihêz bû ku min ew nas kirine. Serî li ber tu kesî neditewand. Min ew bi vî awayî nas kir." 
 
PÊWENDIYA WÊ YA BI CIWANAN RE
 
Keskînê anî ziman ku piştî ku wê û Cansizê hev du nas kiriye, pêwendiya di nava wan de qet qut nebûye û got ku li Ewropayê gelek caran di panelan de rastî hev hatine û sohbet kirine. Keskîn bilêv kir ku taybetiya herî berbiçav a Cansizê ku wê ferq kiriye, pêwendiya wê ya bi ciwanan re bûye û bîranîneke xwe ya bi Cansizê re ragihand: "Ji bo panelekê çûbûm Hollandayê. Ez li mala hevalekê mam. Sakîne jî hatibû wir. Me heya serê sibehê li se rmafê jinan û serdestiya mêrî xeber da. Gava me sohbet dikir, dengeî wekî dengê bombeyê hat. Me li derve mêze kir, tiştek tune ye. Meger çop teqiyabû. Tişta ku 40 salan carekê li Hollandayê ancax çêbibe, hatibû serê me. Wê şevê em pir keniyabûn..."
 
Keskîn diyar kir ku roja komkujiyê telefonî Fîdan Doganê kiriye û got: "Rojbîn li parlementoya Ewropayê dixebitî û her kesî ew nas dikir. Piştî komkujiyê di cî de min telefonî Rojbînê kir. Min got, niha ew dizane bê kî miriye. Min telefon kir, lê bersiv nehat. Paşê li buroyê hevaleke min got, 'nav tên eşkerekirin.' Min dît ji kesên hatine kuştin yek jê jî Rojbîn e. Ez wê rojê qet jibîr nakim." 
 
Keksînê di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: "Sakîne Cansiz, ew mirov bû ku dabû ser rêya heqîqetê û dixwest meseleya kurdî bi awayekî aştiyane bê çareserkirin.Gelek caran tahde dîtibû, hatibû binçavkirin û li girtîgehan bi awayekî dijwar hatibû îşkencekirin. Lê dîsa jî her tim jib o aştiyê têdikoşiya. Ji bo min hêla herî girîng a Sakîneyê ev bû." 
 
'SERÎ NEDITEWAND'
 
Keskînê destnîşan kir ku Sakîne Cansiz jineke azad bû û got ku jinan jî ev hêla wê esas digirt. Keskînê bilêv kir ku her wiha Cansiz jineke têra xwe entelektuel bûye jî û got: "Tevî hemû tahde û îşkenceyan jî tu carî serî li ber neheqiyan neditewand. Jineke wisa bû." 
 
'HEMAN SERDEST, HEMAN KOMKUJÎ'
 
Keskînê bal kişand ser komkujiya li Parîsê ya vê dawiyê û got ku divê ehr du komkujî jî bên zelalkirin. Keskînê destnîşan kir ku di van komkujiyan de dewletên kûr bi hev re tevgeriyane û got: "Ez wisa difikirim ku di vê cinayetê de jî eynî wekî komkujiya li hemberî her sê siyasetmedarên kurd, tiliya heman serdestan heye." 
 
'TENÊ TIRKIYEYÊ ELEQEDAR NAKE'
 
Keskînê anî ziman ku tevî hemû komkujiyan jî kurd dest ji têkoşîna xwe bernedane û got: "Kurd naguherin, dewlet diguhere. Ev bûyer, ji bo gel çavtrisandî bibe û paş de gav bavêje tên kirin. Ev ji bo tepisandina siyaseta kurdî ye. Ev mesele, tenê Tirkiyeyê eleqedar nake. Meseleya kurdî, meseleyeke navneteweyî ye." 
 
DIVÊ BÊ ZELALKIRIN
 
Keskîn di dawiya de destnîşan kir ku Fransa divê van komkujiyan zelal bike û ev tişt gotin: "Çareserkirina vê bûyerê, ji bo çareserkirina meseleya kurdî jî girîng e. Ez wisa difikirim ku qethiyen tiliya rêxistinên îstixbaratê di van dozan de heye. Daraza Fransayê diviyabû van têkiliyan eşkere bikira. Ger ev doz bihata çareserkirin, dê di warê çareserkirian meseleya kurdî de bûbûna gaveke girîng û dê komkujiya duyemîn a Parîsê çênebûna." 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

09/01/2023
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN