Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike

img
ÎDIR - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di kongreya partiyê ya Îdirê de bal kişand ser nîqaşên tifaqê û wiha got: “HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê li eywaneke dawetan a li bajêr 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Eywana kongreyê bi alayan hatibû xemilandin û tevlibûneke xurt hebû. Piştî hilbijartina endamên dîwanê kongre dest pê kir. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreyê de têkildarî geşedanên heyî axivî. Axaftina Buldan gelek caran bi dirûşma “HDP gel e, gel li vê derê ye” hate birîn. Buldan jî spasiya beşdaran kir û wiha got: “Li ser vê xakê gelek êşên mezin hatin kişandin, gelek bedel hatin dayîn û ji her bedelekî jî dersên mezin hatin girtin. Lewma hesreta vê xakê aştî ye û tevî her zehmetiyan jî ji bo demokrasî, heq û hiqûqê têdikoşe. Weke HDP’ê heta aştî tê vê xakê, heta azadî tê û demokrasî û edalet pê tê jî em ê tu carî dev ji têkoşînê bernedin. Ji ber vê israra me ya ku li dijî HDP’ê êrişên mezin tên kirin. Tevî ku rojane rastî êrişan tê jî ji siyaseta demokratîk tawîzan nade. Îktîdar bi me nikare, rû nabîne ku derkeve pêşiya me lewma jî serî li kompasên siyasî dide. 
 
Kompasa Kobanê, Doza Girtina HDP’ê, êrişên li dijî pêkhateyên HDP’ê, girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, zehmetiyên rojane derdikevin pêşberî parlamenterên me, êrişa li dijî parlamenterê me Habîp Eksîk, çendek ji van neheqî û derhiqûqiyên wan in. Habîp Eksîk vîna xelkê Îdirê ye û êrişa li dijî wî li dijî vîna xelkê Îdirê, gelê kurd û hilbijêrên HDP’ê hatiye kirin. 
 
EM Ê DI SIYASETA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN
 
Neheqî û derhiqûqî êdî bûye feraseta vî welatî. Bloka AKP-MHP’ê siyaseta xwe bi rêya neheqî û derhiqûqiyê dike. Girtîgeh bi HDP’iyan tije kirine. Rojane li dijî rêxistinên me yên navend û navçeyan operasyonan dikin, hevalên me yên rêveber tên binçavkirin, girtin. Mînakeke wiha ya zext û zilmê li tu devereke din ê cîhanê nîne. Tevî vê yekê jî em di siyaseta demokratîk de israr dikin û têdikoşin. Tevî girtina partiyan, girtin û îşkencekirina serokên giştî yên vê têkoşînê jî, bi milyonan kes xwedî li vê dozê derketin û divê kesek vê rastiyê ji bîr neke. 
 
KEVNEŞOPIYA HDP’Ê
 
Niha dîsa berê xwe dan HDP’ê. Di demên berê de partiyên me girtin lê li şûna wan partiyên nû hatin vekirin, hêj mezintir bûn û siyaset û têkoşîna xwe domandin. Dibêjin qey heke HDP’ê bigirin dê HDP nexebite û bi milyonan dengdêr dê li mala xwe vê rewşê temaşe bikin. Bila ew ji xwe re di cîhana xeyalan de bijîn. Em li vir dîsa radigihînin ku dê HDP neyê girtin, dê siyaseta xwe ya demokratîk bidomîne û ji her alî ve di siyaseta vî welatî de cih bigire. HDP ne tenê ji avahiyekî pêk tê ku dema hûn deriyê wê qifle dikin were girtin. Niha jî çav berdane alîkariya xizîneyê ya ji bo HDP’ê. Ev alîkarî bi baceyên gelê me tên dayîn û ji zîhniyeta ku alîkariya xizîneyê bloqekirî re wiha dibêjim; hûn dê nekarin vîna bi milyonan insanan bloqe bikin. Hûn dê nekarin vê vînê asteng bikin û dê nekarin berê me ji siyaseta demokratîk bikin. Me di demên berê de alîkariya xizîneyê wernedigirt. Çanda me ya ji HEP, DEP û DEHAP’ê tê, bêyî ku alîkariya xizîneyê wergire xwe gihand van rojan. Lê divê kesên bi fermanên AKP-MHP’ê qanûn û makeqwanûnê binpê dikin baş bizanin ku em ê vê alîkariyê dîsa wergirin. Dê tu hêz nekarin pêşî li ber vê bigirin. Ji ber ku ev mafê me yê qanûnî ye. Dixwazin Tirkiye û parlamentoyeke bêyî HDP’ê biafirînin lê divê baş bizanin ku em ê di vê hilbijartinê de hîn xurtir bibin. 
 
SEDEMA HEMÛ PIRSGIRÊKAN TIFAQA AKP-MHP’Ê YE
 
Dê herî dereng di nava 3-4 mehan de hilbijartinek bê kirin. Dê qeder, dîrok û rêveberiya vî welatî bi feraseteke nû re dest biguherîne. Dayîna vê biryara dîrokî dê bibe rolekî girîng ê civakê. Ev hilbijartineke ji rêzê nîne. Ji ber ku dê rejîm biguhere, feras û rêveberî biguhere, dê sepanên der-demokratîk, neheqî û bêhiqûqtî bi dawî bibin. Divê her kes bi vê zanebûnê nêz bibe. Em ê yan ronahiyê yan jî tarîtiyê, yan aştiyê yan jî faşîzmê hilbijêrin. Tirkiye tu carî krîzên wiha mezin ne jiya bûn. Hemû kes pê dizane ku sedema krîzên aborî, siyasî û civakî tifaqa AKP-MHP’ê ye. Sedema xizanî, birçîtî, talan û neheqiyan tifaqa AKP-MHP’ê ye. Lewma ev hilbijartin pir girîng e. 
 
DÊ HDP NAMZETÊ XWE DERXÎNE
 
Çavê her kesî li HDP’ê ye û pirsa ‘gelo dê bi namzetê xwe bikevin hilbijartin yan na, gelo dê piştgiriyê bide tifaqa milet yan na?’ Min duh li Qersê daxuyaniyek da û got ku dê HDP namzetê xwe diyar bike û dê bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. Ji duh ve tekane nîqaş bûye mijara namzetê HDP’ê. Erê baş e lê HDP çima bi namzetê xwe nekeve hilbijartinê? Ma xwedî îrade nîne? Ma ew jî partiyeke siyasî nîne û mafê wê nîne ku bikeve hilbijartinan? Dixwazim bibêjim ku dê HDP dê bi tifaqên re, bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê. 
 
YÊN KU ÎRADEYA GELÊ KURD NAS NAKIN MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ NE
 
HDP’ê namzetê xwe bi Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqa jinan, tifaqa kurdan û tifaqa hêzên demokrasiyê re derdixîne. Vê yekê jî hemû xeyal û stratejiyên hinek derdoran serûbin kir. Divê ez vê yekê bi zelalî bibêjim; yên ku girtîgeh û goristanan hêjayî gelê kurd û dostên wan dibînin, mehkûmên têkçûnê ne. Yên ku gelê kurd, dost û tifaqên wan weke îradeyeke siyasî nabînin, mehkûmên têkçûnê ne. 
 
Divê zilm, zext û tundiya tifaqa AKP-MHP’ê ya li dijî hêzên demokrasiyê û bindestan tu carî ji bîr nekin. Banga min ji bo kurdên ku deng didin AKP’ê ew e ku zilma li HDP’ê tê kirin bibînin. 
 
TEVAHIYA TIRKIYEYÊ TÊ TECRÎDKIRIN
 
Divê ez careke din bibêjim bê ka yekitiyî û hevgirtina gelê kurd di vê serdemê de çiqas girîng e. Di serdemeke ku her cureyên neheqiyê, zilm, şer û tecrîdê li dijî kurdan tên kirin de em careke din dibêjin ku li dijî şer aştiyê û li dijî tecrîdê jî diyalogê diparêzin. Îro li Îmraliyê ne tenê birêz Ocalan lê tevahiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin. Tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Ocalan hîn bêhtir hatiye girankirin û nahêlin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Em baş pê dizanin ku sepanên keyfî ne. Feraseta ku qanûnên xwe nas nake dibe sedema tecrîda li Îmraliyê. Divê tevahiya siyaseta me û xebatên me di çarçoveya vê rastiyê de bên kirin û mezinkirin. HDP ji bo vî welatî firsendeke. Ji bilî me tu partiyeke din nîne ku qala aştî, demokrasî û edaletê dike. Em dibînin bê ka dema mijara behsa xeberê dibe kurd partiyên din çawa tên ba hev. Ji betalkirina parêzbendiyan heta tezkereyên şer, di her mijaran de piştgiriyê didin îktîdarê.” 
 
Piştî axaftinan jî hilbijartin hat kirin û Kader Oner û parêzer Yaşar Kalmiş weke hevserokên nû hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

09/01/2023
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN