Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye

  • jin
  • 09:01 9 Çile 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Elîf Berk diyar kir ku pêşengên Tevgera Jinên Kurd bi zanebûn tên hedefgirtin û got: "Ji ber hêza jinê ya berxwedêr, birêxistinkirî bingehên dewletê dihejîne, rêxistinbûn û civakîbûna jinê, desthilatdaran ditirsîne, komkujiyên li dijî têkoşîna jinan bi tifaqa dewletan pêk tên." 

 
Di demeke ku têkoşîna jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê belav dibe de, her roj êrîşeke nû li dijî têkoşîna jinê tê kirin. Hedefkirina pêşengên Tevgera Jinên Kurd dewam dike. Di van 10 salên dawî de bi dehan pêşengên Tevgera Jinên Kurd bûne hedef û hatin qetilkirin. Herî dawî li paytexta Fransa ya Parîsê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku yek ji pêşengiya têkoşîna jinên kurd bû, di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hate qetilkirin. Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Elîf Berk, têkildarî hilbijartin û qetilkirina jinên rêxistinkirî yên ku pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê dikin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'JI JINAN DITIRSIN'
 
Elîf Berk, ku anî ziman dewlet ev demeke dirêje ji têkoşîna jinên kurd ditirse, bi lêv kir ku dewlet bi vî rengî hewl didin gelê kurd bi dest bixin û got: "Ji xwe bi têkoşîna ku jin didin aciz in û ev acizbûna wan a li hemberî tekoşîna jinan jî di xwezaya wan de heye. Ji ber ku mekanîzmaya ku em jê re dibêjin dewlet, mekanîzmaya mêrtiyê ye, mekanîzmaya desthilatdariyê ye. Di dîrokê de bi tunehesibandin, girtin an jî tunekirina jinê kariye hebûna xwe ava bikira. Ji ber vê yekê ji berê heta niha her jinek ku li dijî vê mekanîzmayê derdikeve û serî radike, weke xeteriyeke hebûnê hatiye dîtin û ji bo bêdengkirina jinan êrîşên piralî ji aliyê dewletê ve hatine pêşxistin. Lê li hemberî têkoşîna jinên kurd alerjiya dewletan a taybet heye. Em her tim dibêjin ku gelek qirkirin hene. Ji ber ku mîhengên fabrîkayê yên vê dewletê li ser têkpareziyê ye. Ji ber ku di nava hişmendiya yek netew, yek ol, gelek çand heliyane û reng wenda bûne.Têkoşîna jinên kurd îfadeya wê yekê ye ku ev hişmendî bi ser neket û hemû komkujî, tirsandin û operasyonên çewisandinê bê encam man. Ji bo ku di şexsê jinê de gelê kurd teslîm bigire di nav hewlêdanan de ne. Lê gelê kurd teslîm nabe. Nikare teslîm bigire. Ji ber ku nikare teslîm bigire ev gel, ev jin, ji bo hemû gelên ku tên çewisandin, biçûkxistin, bêhêzkirin, hema bêje ji bo hemû jinan dibe kaniya jiyanê.”
 
'JI JINAN RE BÛNE EYNIK'
 
Berk, anî ziman ku jinên ku teslîmbûnê qebûl nakin di hedefa hêzên desthilatdaran de ne û wiha domand: "Ev jin wêrektiyê belav dikin, fêrî rewşa hebûnê û berxwedanê dikin. Ew hucreyên razayî şiyar dikin. Jinên kurd bi asta xwe ya rêxistinî û hêza xwe ya berxwedanê, ji Zarîfe heta Evînê bûne pireke ku ji dil ber bi dil ve diçe, aqil, vîn û hest di nava xwe de dihewîne. Bûn îspata ku jiyana bê dewlet û bê mêr pêkane ye. Jinên weke Zarîfe, Sara, Nagîhan û Evînê yên ku teslîm nebûn û li ber Sabîha û Sîdîka rawestiyan, bûn xeta berxwedanê û xeta azadiyê. Ev jin ji bo her jineke ku li dijî vê pergalê derketiye, bûye eynik. Îro li Tirkiyeyê tu gavên ku ji bo civak û jinan tên avêtin bi awayekî xweser pêş neketiye. Encama têkoşîna jinên kurd e. Enerjiya vê têkoşînê ji tevgera azadiya jinên Kurdistanê û hêza wê tê girtin. Carinan nerasterast, carinan jî rasterast."
 
'JI TÊKOŞÎNA JINÊN KURD BANDOR DIBIN'
 
Berk, bilêv kir ku partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ji têkoşîna jinên kurd bandor dibin û wiha pê de çû: "Ji partiyên siyasî heta rêxistinên sivîl ji têkoşîna jinên kurd bandor dibin. Tevlibûna jinan a birêxistinkirî ku bi kotaya jinan dest pê kir û gihişt temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê, îro ji bo gelemperiyê Tirkiyeyê bûye modelek. Weke ronîkirina hêza rêxistinî ya jinê, niha rêxistinbûna xweser tê nîqaşkirin û di qadên cuda de tê sepandin. Jin di rêveberiyên herêmî û şaredariyan de li ser esasê pergalek xweser hatin birêxistinkirin. Di encamê de şaredariyên li Kurdistanê bi tedbîr û pêkanînên xwe yên ji bo rêveberiyeke herêmî ya sosyalîst çawa pêşxistibûn modelek çêkirin."
 
'BI SÛÎQASTÊN PLANKIRÎ YÊN TAYBET QETIL DIKIN'
 
Berk, anî ziman ku dewletên zilam ên serdest ji ber ku ji têkoşîna jinan ditirsin êrîşên xwe zêde kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dikarin her tim hedefgirtina jinên pêşeng ên kurd jî weke parçeyek ji pêngavên dijber binirxînin. Weke ku me got, hêza jinê ya berxwedêr, birêxistinkirî bingehên dewletê dihejîne, ji ber ku ya ku em jê re dibêjin dewlet, rêbazê birêxistinbûyî yê desthilatdariya mêr e. Rêxistinbûn û civakîbûna jinê, desthilatdaran ditirsîne. Dema em li asta ku tevgera jinê li cîhanê bi dest xistiye, em vê yekê dibînin. Ya ku pergalê xera dike ev rastî ye. Ne tenê dewleta tirk ji vê nerehete. Di salên dawî de bêtehamuliya dewletê ya li hemberî jinan her ku diçe zêde dibe. Em di demeke ku jinên pêşeng ên ji çar aliyên cîhanê tên qetilkirin de dijîn. Divê ji vê re bêjin qirkirina siyasî. Pêşengên têkoşîna jin weke hedefên taybet tên hilbijartin. Dikujin, diavêjin girtîgehan û îşkence dikin. Di van deh salên dawî de ji Sakîne Cansiz heta Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel û herî dawî Evîn Goyî bi dehan jinên kurd ên pêşeng bûn hedef û bi planên taybet hatin qetilkirin. Mirov vê rewşê tenê weke plana tepisandina berxwedana jinên kurd binirxîne, wê ne kêm bimîne. Ji ber ku têkoşîna jinên kurd ne tenê bi erdnîgarî Kurdistanê re sînordar e. Têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê xwedî hêzeke navneteweyî. Pênaseyeke wê heye ku ji Arjantînê heta Afganîstanê rêya xwe dibîne. Em jê re dibêjin 'Jin jiyan azadîya formula efsûnî'. Lewma bi rêya jinên kurd peyam ji hemû jinan re tê dayîn. Dibêjin ger hûn bê serok, bê rêxistin, bê bîrdozî bin em ê heta dawiyê ji we re deriyan vekin. Lê heke ne wisa be peyama me ji we re ev e. Helbet em dikarin van êrîşan weke encama tirseke mezin binirxînin. Niha jî dibînin ku tevî van hemû cînayetên siyasî jî jin serî natewînin. Di nav sînorên ku dewletan destnîşan kirine de doza mafan nakin. Ew dewletan derbas dikin, sînoran derbas dikin. Ji aliyê bîrdozî û rêxistinî ve bi vî rengî pêş dikeve. Bi rastî jî ya ku dewletan ditirsîne jî ev e."
 
'DI KOMKUJIYAN DE TIFAQA DEWLETAN HEYE'
 
Berk, da zanîn ku komkujiyên li dijî têkoşîna jinan bi tifaqa dewletan pêk tên û axaftina xwe wiha bi van gotinan dawî kir: “Bêguman komkujiya yekem a Parîsê êrîşeke plankirî bû. Ji roja destpêkê ve ji aliyê gelê kurd û dostên wan ve hate gotin ku îstîxbarata tirk ev komkujî organîze kiriye û haya îstîxbarata Fransa jî jê hebûye. Pişt re ev yek hat îspat kirin. Tişta ku anîn serê Omer Guney, hewldanek ji bo veşartina van delîlan bû. Kuştina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil jî di encama plansaziyeke pir baş de çêbû, her çendî hewl hat dayîn weke bûyereke nijadperestî bê nîşandan jî. Ev yek girêdayî wê ye ku hêzên navneteweyî di dema pêş de wê çiqas sûdê ji derketina delîlên vê yekê werbigirin. Yekane bingeha me ya ji bo dubare nekirina komkujiya Parîsê, berxwedana me ya rêxistinî û îradeya me ya hesabpirsîna komkujiyan e. Taybetmendiya herî ciyawaz a dewletan ku em jê re dibêjin hêzên navneteweyî ew e ku bi çi awayî dibe bila bibe parastina pergala dewletê dike. Tifaqa dewletan heye. Ji ber vê yekê bi hêsanî dikarin sûcên hevdu veşêrin. Saziyên navneteweyî yên ku ji bo parastina mafên mirovan vekirine, îro bi tevahî bêfonksîyon in. Dema ku dor tê ser wan û sûcên wan eşkere bibin, hemû zagon û rêgezên xwe li aliyekê dihêlin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê îro yek ji wan têkoşînên ku herî zêde jiyana pergal û dewletan xetere dike dimeşîne. Îdia dike ku jiyana bêdewlet bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê pêkane û bi vê îdîayê dike. Ev rastiye hêviyê dide yên ku li dijî vê pergalê, yên ji vê pergalê nerihet in, ciwan, jin û gelan. Şoreşa Rojava tevî hemû zehmetiyan, dagirkerî, şer û polîtîkayên şerê taybet jî bûye navenda hêviyê û ev jî îfadeya vê yekê ye."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

09/01/2023
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN