259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin

img
STENBOL - Ji cenazeyên li Goristana Kîlyosê di bin peyarê de hatine veşartin jê 259 hêj radestî malbatan nehatine kirin. Lezgîn Bîngol ku di sala 2018’an de cenazeyê keça xwe Dîlan Bîngol wergirt, ji malbatên ku aqûbeta cenazeyê xwe nizanin, xwest ku serî li dadgehê bidin.
 
Di 8-17'ê kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê bi makîneyên karî hatibû xerakirin û nêzî 300 cenazeyên endamên PKK'ê jê hatibûn derxistin. Dewletê bêyî ku haya malbatan jê çêbibe cenaze biribûn cihekî nediyar. Di 2'yê çileya 2018'an de Walîtiya Bedlîsê daxuyandibû ku cenaze li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê ne. Cenaze demekê li ATK'ê hatibûn sekinandin. Paşê hatibû hînkirin ku cenaze di hundirê qutiyên plastîk de li Goristan Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin. Heya niha tenê 23 cenaze radestî malbatan hatine kirin.
 
23 CENAZE HATIN TESLÎMKIRIN
 
Veşartina cenazeyan a di bin peyarê de di rayagiştî de bû sedemê bertekan û malbat jî ji bo cenazeyên xwe wergirtin ketin nava liv û tevgerê. Di pêvajoya 5 salan de tenê 23 cenaze radestî malbatên di serî de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serî li gelek rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên dewletê dan, hatin kirin. Têkoşîn û bendemayîna bi israr a malbatên din berdewam dike. 
 
‘WIJDANEKE ÇAWA YE’
 
Gulbahar Erkiliç a ku kurê wê Azîz Erkiliç (Xeyrî Tatvan) di sala 2018'an de li Wanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li gel ku cenazeyê wê li Kilyosê nîne jî yek ji wan kesan e ku pêvajoyê ji ber piştevaniya bi malbatan re dişopîne. Erkiliç nerazîbûn nîşanî pêkanînên dewletê yên li dijî cenazeyan da û got: “Heta ku ev êşên li malbatan didin jiyîn bidomin, wê guneha wan di stuyê wan de bimîne. Nayê qebûlkirin ku cenaze di bin peyarêyan de bên veşartin. Çi wijdanê wan heye ku ji nedîtî ve tên ku malbat her tim ji bo wergirtina cenazeyan tên û diçin.” Erkiliç bi lêv kir ku divê heta malbat cenazeyên xwe wernegirin nesekinin û destnîşan kir ku ne tenê malbat, divê hemû gelê kurd û parêzvanên mafên mirovan pêvajoyê bişopînin. Erkiliç, diyar kir ku gelê kurd tevî hemû êşên dijî jî serî natewîne. 
 
SERLÊDANAN ENCAM GIRT
 
Bavê endama YPJ’ê Dîlan Bîngol (Berîtan Jîn) ku li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer kir û piştî di sala 2014’an de jiyana xwe ji dest da li Goristana Xerzanê hate veşartin, Lezgîn Bîngol piştî ku bûyer derket holê di encama hewldanan de karî cenazeyê keça xwe di sala 2018’an de wergire. Bav Bîngol diyar kir ku hemû pêvajoya ku bi derxistina cenazeyên ji goristanê dest pê kir, bi hiqûqê nayê vegotin. Bîngol ê anî ziman ku ew nizane wê dewlet bi feraseteke hiqûqî bersiveke çawa bide xwediyên cenazeyan, anî ziman ku her çend wan bi delîlan serî li dadgehê dane jî hemû serlêdanên wan hatine redkirin û wiha got: “Ji ber ku em li ser mijarê disekinîn û me mijar dişopand, neçar man di sibata 2018’an de cenazeyê me radestî me bikin.”
 
BANG LI MALBATAN KIR 
 
Bîngol, bang li hemû malbatên ku aqûbeta cenazeyên xwe nizanin kir ku serî li dadgehê bidin û xwedî li cenazeyên xwe derkevin û destnîşan kir ku divê malbatên xwedî cenaze ji bo serlêdanan demildest bikevin nava liv û tevgerê.
 
 
 

Sernavên din

09/01/2023
11:35 Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
11:17 Hilbijêr piştgiriyê didin biryara HDP’ê: Vexwendineke bo veguherînê ye
10:39 Li Wanê barîna berfê: Rêyên gundan hatin girtin
10:28 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
10:19 Malbata Andok Cotkar ê Alman: Tirkiyeyê ji bilî kuştinê tiştek nebir Rojava
10:16 Girtiyê xwe şewitandibû: Divê mirov li dijî êrişan rûmeta xwe biparêze
10:14 Birayê Sari ku sewqî Sîncanê hatiye kirin: Ya ku tê kirin îşkence ye
09:47 Derheqê serlêdana rojnamegeran a ji bo ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
09:46 Miduriyeta Polîsan a Mûşê Mîr Perwer weke ‘endamê rêxistinê’ fîş kiriye
09:16 Çubuk: HDP ne bi saya alîkariya xizîneyê lê bi piştgiriya gel ser dikeve
09:02 'Ji bo ev roj were pîrozkirin divê rojnamegerên girtî bên berdan'
09:02 259 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hê radestî malbatan nehatine kirin
09:01 Edîtora Jineolojiyê: Di qetilkirina jinên kurd de hevkariya dewletan heye
09:01 Çelebî: Giştîname ne çareserî ye divê qanûn bê guhertin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08/01/2023
22:27 Metîna û Garê bi balafîran hatin bombebarankirin
20:37 Heyet Tehrîr El Şam hezêke mezin a leşkerî şand Efrînê
20:27 Serokkomarê Iraqê Reşîd bi şandeya Şengalê re civiya
19:16 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê Şarederiya Konakê 1-0 têk bir
19:06 DMA’yê panela sibeya raperîna Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dar xist
18:15 Serokwezîrê Swêdê: Em nikarin hemû daxwazên Tirkiyeyê bi cih bînin
16:41 Maseya Îslama Demokratîk civiya
15:54 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
15:24 Jinên şoreşger li Amedê hatin bibîranîn
15:10 Rojnameger Goktepe hat bibîranîn: Heqîqet bêden nema
13:57 DBP’ê kongreya xwe diyarî jinên hatin qetilkirin kir
13:51 Buldan: HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike
11:27 Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
11:20 Rêveberê HDP’î li noqteya kontrolê ya polîsan hate derbkirin
10:51 Tê payîn ku li 41 bajaran berf bibare
10:50 Eren Keskîn: Sakîne Cansiz, jineke ku dabû ser rêya heqîqetê
10:48 Dayika Rozerîn Çukur: Doza wê ji her tiştekî girîngtir e
09:33 Ozguneş: Hewl didin dengê Abdullah Ocalan bitepisînin
09:01 Her ku xizanî zêde dibe zarok tên îstismarkirin!
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN