Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin

  • rojane
  • 16:02 10 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût beriya danişîna doza endamên Konseya Navendî yên TTB’ê ku ji wezîfeyê bên girtin axivî û got: “Em ê xebatên xwe bidomînin. Em çawa ku duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin.”
 
Danişîna ewil a doza endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ku ji wezîfeyê bên girtin, li Dadgeha Dişkapi ya Enqereyê tê lidarxistin. Beriya danişînê daxuyanî hat dayîn. Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê, Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, parlamenterên CHP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede TTB’ê, em xwedî li pîşeya xwe û rêxistina xwe derdikevin” hat vekirin ûdirûşm hatin berzkirin. 
 
‘TTB RÊXISTINA TÊKOŞÎNÊ YE’ 
 
Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku 70 sal in ew dibin deng û piştgiriya bijîşkan û ew ji bo mafê tenduristiyê têdikoşin û got: “TTB ne tenê rêxistineke pîşeyî ye ku ji bo parastina mafê hemû bijîjkan û civakê ji bo wergirtina xizmeta tenduristiyê ya bi kalîte dixebite, di heman demê de rêxistineke girseyî ya demokratîk e ku li dijî neheqiya ku em di van rojên dawî de pê re rûbirû mane têdikoşe. TTB di hedefa îktidarê de ye. Seroka Konseya Navendî Şebnem Korûr Fîncanci bi awayek dijhiqûqî hat girtin. Bi vê yekê re neman. Niha jî dixwazin bi doza ku vekirine, endamên konseya me ku bi hilbijartinê hatine ser wezîfeyê, bi îdiaya ku dij armanca xwe xebitîne ji wezîfeyê bigirin. Ev jî hindik ji wan re hatiye, derbarê hemû endamên Konseyê de bi lêpirsînên xwe dispêrên îdiayên bêbingeh hatiye destpêkirin. Pir zelal e ku ev tenê bi TTB’ê ve ne sînordar e.
 
XEBATÊN ME NE SÛC IN 
 
Em ê van xebatên xwe ku dozgeriyê ‘dij armanc’ nîşan daye, berdewam bikin. Em ê li dijî her cure sepanên neheq,i bêhiqûqî û antidemokratik derkevin. Em ê li dijî desteserkirina pîşeya me ya serbixwe û xweseriya xwe bêdeng nemînin. Em ê li dijî pergala ku tenduristiyê kiriye bazirganiyê derkevin. Em ê tundiyê, qebûl nekin û li dijî her cure sepanên ku tune dike rabin. Hemû xebatên me sûc hatine dîtin. Em ê viya qebûl nekin. Ji bo em pergalek tenduristiya ya nû ji bo Tirkiyeyek nû ava bikin û dinyayek nû ava bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
TBB BI BERPIRSIYARIYA XWE RADIBE
 
Dixwazin TTB’a ku li dijî polîtîkayên îktidarê yên neolîberal û Bernameya di Tenduristiyê de Veguherîn derdikeve, ji holê rakin. Lê bila zanibin, em ê tevî hemû zextên wan jî têkoşîna xwe ya ku maf û keda hevpîşeyên me diparêze û mafê tenduristiya gel biparêzin û li ber xwe bidin. Xebatên ez qala wan dikim ne sûc e û ne jî dijî armancê ye. TTB’a rêxistinina yekbûyî ya ku berpirsiyariya pîşeya bijîşkiyê ya civakî li ser milê xwe dibîne, çawa ku duh bêdeng nebû, wê îro jî bêdeng nemîne.” 
 
BEŞTAŞ: EV DOZ TAM FAŞÎZM E 
 
Piştre Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û anî ziman ku ji ber ku TTB polîtîkayên îktidarê destek nake bi van dozan re rûbirû maye û got: “Em bi neheqiyek nû re rûbirû ne. Îktidara AKP’ê kabûsek din tîne serêcivakê. TTB li vî welatî nûnertiya spîbûnê dike. Vekirina vê doza tam jî faşîzm e. Em wek HDP’ê li cem we bûn, em ê her li cem we bin jî.” 
 
 

Sernavên din

12/01/2023
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev