Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me

  • rojane
  • 10:16 11 Çile 2023
  • |
img
STENBOL - Jinan diyar kirin ku Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hate girtin, ji ber sekna xwe her tim hedef hatiye girtin û wiha gotin: “Berxwedana wê, sekna wê ya bi biryar hêzê dide me jî.”
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber daxuyaniyên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê hatine bikaranîn, hedef hatibû girtin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Danişîna sêyemîn a doza Fîncanci jê tê darizandin wê îro li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. 
 
Endama Jin bi Hev re Bihêz in Newroz Tûgçe û endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Fatma Înce ku bal kişandin ser bêhiqûqiya di dozê de xwestin Fîncanci were berdan. 
 
‘BI TAYBETÎ HEDEF HATE GIRTIN’
 
Ji Piştevaniya Jinan a Kırkyama Fatma Înce diyar kir ku di têkoşîna wekhevî, edalet û azadiyê de cihekî taybet ê Fîncanci heye û anî ziman ku ji ber weke bijîşkekê peywîra xwe bi awayekî baş bi cih tîne bi awayekî bi taybet hedef hatiye girtin. 
 
Înce bi bîr xist ku Fîncanci di Gulana 2016’an de ji ber ku tevlî kampanyaya “Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar” a bi armanca piştevaniya bi Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin bûbû jî hatibû girtin û got ku tevkariya wê ya ji bo tevgera jinan bêdawî ye. Înce, da zanîn ku Fîncanci bi taybetî îşkenceya zayendî ku di dema binçavkirin û girtinê de li jinan hate kirin derxist holê û wiha got: “Ji bo ku xwedî lê neyê derketin di nav hewldanan de ne. Lê hewldana pergala Qesrê vala ye. Hem sekna wê hem jî hêza muxalefeta civakî li dijî sazîbûna faşîzmê berxwedanê mezin dike. Fîncanci, bijîşkeke ku ji desthilat û pergala her cure nirx ji holê rakirin re serî netewîne ye.  Ew parazvaneke mafan ku li dijî desthilatê pêvajoya binçavkirin û girtinê jî veguherand qadeke berxwedanê. Berxwedana wê, sekna wê ya bi biryar hêzê dide me.”
 
DIXWAZIN BITIRSÎNIN 
 
Înce, bi lêv kir ku bi girtin û neberdana Fîncanciyê dixwazin muxalefetê çavtirsandî bikin û wiha berdeam kir: “Yek ji tevgerên herî xurt ên ku dînamîka ku wê hikûmetê hilweşîne û pergaleke nû ava bike tevgera jinan e. Em di rojên ku hem ji aliyê fîzîkî û hem jî ji aliyê bîrdozî êrîşên li ser tevgera jinê zêde dibin de derbas dibin. Dema Fîncanci hat girtin, ewilî jinan bertek nîşan dan. Dîsa ew tevgera herî xurt bû ku di pêvajoyên dozê de xwedî lê derketin. Hewl didin ku bi neberdanê Fîncanciyê me çavtirsandî bikin lê li şûna ku em çavtirsanî bibin em ê têkoşînê gav bi gav bilind dikin. Em bi dirûşmeya ‘serhildana jinê wê biguhere’ ketin sala 2023’yan. Jin wê faşîzmê têk bibin û siberoja xwe bi xwe ava bikin.”
 
DESTHILATA AKP’Ê DITIRSE 
 
Endama Jin bi Hev re Bihêz in Newroz Tûgçe Ozçelîk jî diyar kir ku Fîncanci miroveke zanyar e û hevrêya jinan e û bi lêv kir ku ew deyndarên Fîncanci ne ku wê biparêzin û li cem wê bisekinin. Ozçelîk, diyar kir ku hikumeta AKP’ê di demeke ber bi dawiyê ve diçe de li dijî herkesên ji êrişên li ser gelê kurd re dengê xwe derdixînin polîtîkayeke cezakirinê daye destpêkirin û wiha got: “Ji ber ku ditirse, çawa ku ji Geziyê ji jinan ditirse wisa ditirse.”
 
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛC E
 
Ozçelîk, da zanîn ku weke Jin bi Hev re Bihêz in ji doza Fîncanci re bûne alîgir û wiha berdewam kir: “Cezakirin wê ji aliyê demokrasiya Tirkiyeyê bibe sedemê gengeşiyeke mezin. Bikaranîna çekên kîmyewî di lîteratura cîhanê de sûc e. Me wê rojê jî got bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, em îro jî dibêjin. AKP îro di serdema xwe ya herî qels de derbas dibe. Pêkane ku mirov vê yekê ji hejmara girtiyên li girtîgehan fêhm bike. Bi taybetî jî dema ku em li rêjeya kesên ku di nav tevgera jinan de cih digirin dinêrin, em vê yekê ji Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Şebnem Korûr Fîncanci û siyasetmedarên jin ên kurd heta roja me ya îro fêm dikin. Ev hemû jin ji ber têkoşîna demokrasi û azadî û wekheeviyê dîl hatine girtin. Hikumeta AKP’ê nikare xwe li dîtina jinê ya li pêşberî xwe ragire. Ji ber vê yekê tolê dihilîne. Em ê li dijî vê yekê bibin yek û têkoşîna xwe bidomînin.”
 

Sernavên din

12/01/2023
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin
14:50 Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:49 Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
14:22 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
14:01 Okten: Îktidar dixwaze tolê ji TTB’ê hilde
13:06 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketine holê li benda lêkolînê ne
12:55 Li Qersê wesayîta xwendekaran wergeriya: Xwendekarek mir û 14 jî birîndar bûn
12:19 Malbata Şenyaşar: Mizgînî wê îktidarê rizgar nekin
12:18 Nobeta Edaletê di roja 13’an de ye: Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin
11:50 HDP bi komeleyên herêmê re tê gelhev