Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike

  • rojane
  • 11:27 14 Çile 2023
  • |
ENQERE - Rojnamevan Mahîr Uzmez diyar kir ku piştî komkujiya Parîsê ya duyemîn Tirkiye ji bo ser bûyerê bê nixumandin zextan li Fransayê dike û got: “Kurd bang li dewleta Fransayê dikin ku bi vê şermê neyê nasîn.” 
 
Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûna 2022’yan de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûbûn.  Bi ser komkujiyê re 22 roj derbas bûn. Her çiqas kujer ango tetikkeêş William M., bi hêceta “tenduristiya wî nebaş e” hat xwestin ku li klînîka psîkiyatrî bê ragirtin jî lê li ser nerazîbûna gelê kurd û dostên wan ji aliyê dadgeha Fransayê ve hat girtin. 
 
Rojnamevan Mahîr Uzmez ku ji roja ewil ve geşedanên derbarê komkujiyê dişopîne û van geşedanan ji ajansa me re nirxand. 
 
Uzmez hûrgiliyên kêliya ewil ê komkujiyê vegotin û li ser profîla kujer sekinî. Uzmez anî ziman ku Fransa bûye yek ji welatên Ewropayê ku cînayetên siyasî lê diqewime û tu cînayet jî heta pêvajoya lêpirsîna dozgeriyê nehatiye. Uzmez got meseleya darazê xwe ji komkujiya ewil a Fransayê ya di 9’ê Çile 2013’an de pêk hat dide der û heta komkujiya dawî tê. 
 
‘KURD BAWERIYA XWE BI DARAZA FRANSAYÊ NAYÎNIN’ 
 
Uzmez anî ziman ku kujerê komkujiya Parîsê ya duyemîn ku li dijî kurdan pêk anî, hat girtin û got: “Çalakî û bertekên siyaseta navxweyî ya Fransayê di vê yekê de bi bandor in. Detayên pêvajoya piştî girtina kujer hêj nayên zanîn. Dema em pêvajoyê û geşedanên muhtemel ên komkujiya Parîsê ya duyemîn dinirxînin, mîna ku destek ketiye nava van bûyeran. Ji ber ku êrişkarê qetlîama duyemîn pêşî hat girtin, paşê birin klînîka psîkiyatriyê, paşê lêpirsîn hat destpêkirin û dîsa hat girtin, nîşan dide ku di navbera van destan de şer û pevçûn derketiye. Ev geşedanên bi fikar in. Ji ber ku gelê kurd ev 10 sal in baweriya xwe bi dadweriya Fransayê nayînin û hêviya xwe jê qut kirine. Ji ber ku wek mînak di doza qetilkirina Sakîne Cansiz û hevrêyên wê de dadger û dozger bi hêceta ‘sira dewletê’ nikarin gelek agahiyan bi dest bixin. Du saziyên pir girîng hene ku sirên dewletê dixwazin. Ev jî Wezareta Parastinê ya Fransayê û Wezareta Karên Hundir in. Her du saziyan jî ji bo nepenîtiya 'veşartiya dewletê' ya di wê dozê de gelek hewldan kirin û ji ber vê yekê doz nekarî were birêvebirin. Dema em li komkujiya Parîsê ya duyemîn dinêrin, fikar heye ku destên wiha dîsa destwerdanê bikin.” 
 
‘ENQERE ZEXTAN LI PARÎSÊ DIKE’ 
 
Uzmez destnîşan kir ku rayedarên dewleta Tirkiyê bi rayedarên dewleta Fransayê re hevdîtinan kirine û wiha got: “Ev hevdîtinên Enqereyê yên li gel Parîsê nîşan dide ku zextan dikin. Di rojên ewil ên komkujiyê de nêzîkatiya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û rayedarên Fransayê li hemberî bûyerê cuda bû. Lê belê di roja çaremîn a komkujiyê de ewilî Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Fransayê bi Wezareta Karên Derve ya Fransayê re hevdîtin kir. Piştre Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglû bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtinek kir. Çapemeniya Fransayê beşek vê hevdîtinê ku têde hatiye gotin, ‘Tirkiye aciz e ku navê lîderên Tirkiyeyê bi bûyerê tê ziman, lidarxistina xwepêşandanan û al û flamayên PKK’ê hatine nîşandan’ weşand. Lê belê tê gotin ku di kulîsên siyasî yên navxweya Fransayê de bazarên gelek zêde hatine kirin. Di kulîsan de tê gotin ku Tirkiye zextan li Fransayê dike ku ser bûyerê bê nixumandin. Derbarê vê yekê de bang hatin kirin. Siyasetmedarên Fransî di meşa mezin a di 7’ê çile de axivîn û bang li Macron kirin ku serî li ber zextên siyasî yê Tirkiyeyê netewîne. Pir eşkere ye ku plansazên komkujiyên li Fransayê, Tirkiye bi xwe ye. Di çend salên dawî de li dijî siyasetmedarên kurd êrişên sûîkastî hatin amadekirin û hinek pêk hatin. 
 
Ev komkujiyên tên kirin di destê MÎT’ê de teqiya. Gelê kurd û dostên xwe û Fransa dewleta tirk berpirsê van komkujiyan dibîne. Ji roja komkujiyê ya ewil ve heta îro kurd û dostên xwe hem li kolanan e hem jî li parlamentoyê û hem jî bi rayedaran re hevdîtinan dikin û dixwazin bûyer were ronîkirin. Kurd û dostên xwe eşkere ji rayedaran re dibêjin divê ku Fransa bi şermê neyê nasîn û demildest bûyerê eşkere bike.” 
 
 
 

Sernavên din

15/01/2023
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin