Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin

  • rojane
  • 14:07 15 Çile 2023
  • |

STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê bi tevlibûna dehhezaran mitînga “Em ê bi hev re biguherînin” li dar xist. Nûnerên partiyên ku di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, starta hilbijartinê dan û ev peyam dan: “Em ê desthilatê bişînin.”

 
Tifaqa Ked û Azadiyê li Qada Kartal a Stenbolê bi dirûşma “Em ji şer, xizanî û zextan re bibêjin bes e. Em ê bi hev re biguherînin” mitîngê li dar dixe. Mitînga ku bi deh hezaran kes tevli bûye, didome. Hevserok, serokên giştî û berdevkên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê di mitîngê de daixivin. 
 
BERDEVKA TOP’Ê GOZEN: HDP SERÎ NATEWÎNE 
 
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîan Gozen
 
Di mitîngê de ji ewil Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîan Gozen axivî û got; “Em soz didin ku dê kesên vî welatî ber bi çiravê ve dibin têk bibin.” Gozen, diyar kir ku îktîdar ji Tifaqa Ked û Azadiyê ditirse û wiha domand: “Ji me çi dizî bin em ê wan yek bi yek ji wan bistînin. Êdî gotin xelas bûye û rexê her kesî zelal bûye. Ev îktîdara faşîst a ku heta qirikê ketiye sûc, ji bo parastina kursiya xwe li dijî gel şer daye destpêkirin. Welat xistiye destê çete û mafyayan û dibêje dê dîroka hilbijartinê ew diyar bikin. Dibêjin ku ew dê diyar bikin bê ka kîjan partî dikarin bikevin hilbijartinê. Qaşo dê HDP’ê bigirin ku nûneriya milyonan dike. Ev gelê ku di 20 salên îktîdara we de serî li ber we netewandî ma dê niha li ber we bitewîne? 
 
EM Ê ÎKTÎDARÊ TÊK BIBIN
 
Gelê kurd, elewî, ciwan û jin bê alternatîf nînin. Vaye em li vê derê ne. Tifaqa me ne ne tifaqa patronan lê tifaqa karkeran e. Tifaqa kurd, elewiyan, tirkan, çerkezan e. Hesaba ku me ya li ser vê xakê heye ku dê bipirsin. Em bi tu cihan ve naçin. Hem zanîngehan û hem jî welêt em ê rizgar bikin. Tifaqa me tifaqa ciwanan e. Em tifaqa jinan e. Tekane hêza ku dê aştî û azadiyê bîne vî welatî, vaye li vê derê ye. Yên ku me ji bo xwe weke hêzeke amade dibînin divê bizanin ku ev gel dê vebijêrka xwe, bi xwe biafirîne. Em li vir ji bo Dayika Taybet ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû, ji bo kesên me di 10’ê Cotmehê de û li Pirsûsê winda kirin, ji bo kesên li Somayê jiyana xwe ji dest dayîn û ji bo Denîz Poyraz soz didin ku dê vê îktîdarê têk bibin.” 
 
OZTURK: ÎKTÎDARÊ LI DIJÎ KURDAN ŞER DA DESTPÊKIRIN
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk 
 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk jî di mitîngê de destnîşan kir ku îktîdarê li dijî gelê kurd şer daye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî pirsgirêka kurd heye. Me jê re got werin em vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê wan li Amed, Mêrdîn, Şirnex û Wanê çi kirin? Wan Selahattîn Demîrtaş girtin û xistin nava çar dîwaran. Em vê yekê qebûl nakin. Dibêjin; ‘Em ê sînorên Sûriye û Iraqê derbas bikin.’ Dibêjin; ‘Em di şevekê de jinişkan ve bên.’ Dev ji şer berde, silha xwe bi gelê kurd re bike. 
 
YÊN DAWÎ DIKENIN BAŞ DIKENIN
 
Gel, li dijî xizanî û hejariyê têdikoşe. Serokkomar Erdogan, kedkarên ku di bin navê krîza aborî de roj bi roj dieciqin bi ‘mizgîniyan’ dixapîne. Di vê navberê de heqdestê karkeran hate eşkerekirin. Erdogan dema radigihand, li pêşiya qesra xwe li kamerayan nihêrt û bişirî. Ez li vir ji Erdogan dipirsim, tu bi kê keniyayî? Tu li çeteya 5’an keniyayî yan ji bo hikûmeta xwe ya bêwijdan keniyayî? Erdogan ji bîr neke, tu li wir keniyay lê yên dawî dikene baş dikene. Dê gel di dawiyê de pir baş bikene. Em dibin yek, bihêz dibin. Tu hêz nikarin gelên bûne yek têk bibin. Gelê me li vê derê ye, netirsiya,  têk neçû. AKP em ê te têk bibin. Dê ketina te bi destê Tifaqa Ked û Azadiyê be.” 
 
AKDENÎZ: WERIN EM BIBIN YEK 
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz jî di mitîngê de axivî û girse silav kir. Akdenîz, bal kişand ser bal kişand ser tayînkirina qeyûman li şaredariyan û wiha got: “Dixwazin qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî tayîn bikin. Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên HDP’î û ya li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê heman tişt e. Beyî Tifaqa Ked û Azadipyê, heta ku hûn Amedê negirin cem xwe, hûn nikarin vê dorpêçê rakin. Werin em bibin yek û bi hev re vî welatî azad bikin. Em ê rêveberiya yekzilamî û pergala çete û mafyayan têk bibin. Dê gel we têk bibe, gel ji kesekî mezintir e. Baş guh bidin vê pêlê. Karkeran guh nedan qedexekirina grevan, guh nedan biryara Erdogan û bi ser ketin. EYT’iyan demekî dirêj li ber xwe dan û bi ser ketin. Li Edeneyê karkerên sayayê, li Amedê karkerên firneyan û karkerên di sektora xurekan de li ser pêya ne. Em di bin yek û wisa tên. Dê Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê xwe derxîne. Gelo hûn vê rayeyê didin Tifaqa Ked û Azadiyê?” 
 
BULDAN: EV HÊJ DESTPÊK E 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî anî ziman ku ew ji bo ku ji şer, xizanî, zext û polîtîkaya tecrîdê re bibêjin “bes e” li qadan e û wiha dom kir: “Di heman demê de ji bo ku bibêjin ‘jin, jiyan, azadî’ li vê derê ne. Ji bo ku ji talankirina xwezayê, talankirina jiyanê û talankirina hiqûqê re bibêjin bes e em hatine vê derê. Ji bo ku li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya ku dixwaze vî bajarê xweşik ê demokrasiyê veguherîne navenda tarîtiyê bisekinînin em li vê derê ne. Ev hêj destpêk e. Dê 82 milyon kes vî hewayî hîs bike. Dê Stenbol di hilbijartinan de dîsa xwe îspat bike. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em xwedî serpêhatiyeke serkeftinê ya 7’ê Hezîranê ne. Bi tifaqa xwe re, bi dosên xwe em ê mohra xwe li vê hilbijartinê bidin. 
 
EM STARTA HILBIJARTINÊ DIDIN
 
Heke em di hilbijartinan de li Stenbolê bi ser ketin, ev tê wê wateyê ku li tevahiya Tirkiyeyê bi ser ketin. Stenbol Amed e, Cizîra Botan e, Serhed e, Behra Spî ye, Behra Reş e, Ege ye. Stenbol, HDP ye. Ev qad, qada Mahîran, Kemalan, Îboyan, Mazluman, Orhan Doganan, Berkîn Elvanan û Mûsa Anteran e. Em li vê qadê starta hilbijartinê didin. Hevalên hêja, armanca me ew e ku hîn mezintir bibin. Ev tifaq dê hêj mezintir bibe û teqez vê pergalê biguherîne. Lewma jî ev hilbijartin xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Dê bi vê hilbijartinê re her kes roniyê û tarîtiyê hilbijêre. Yan demokrasî yan jî faşîzm dê were hilbijartin. Di heman demê de ev hilbijartin dê bibe hilbijartina ku em fîşê tifaqa AKP-MHP’ê dikêşîn. Ev hilbijartin dê rê li ber aştiyeke birûmet vekin. Dê bi van hilbijartinan re dawî li polîtîkaya şer û tecrîdê bê anîn. Dê ev hilbijartin bibe hilbijartina jinûveanîna Peymana Stenbolê. Tiştekî din jî heye, dê ev hilbijartin bibe hilbijartina ku em namzetê xwe bi xwe diyar bikin. Bi kurdên xwe, bi elewiyên xwe, bi sunî û ermenên xwe em ê bi şev û roj bixebitin û bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftna Buldan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û bi dehhezaran silav kirin. 
 
TIFAQA AŞTIYÊ YA XURT
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî bi lêv kir ku tifaqa wan roj bi roj mezintir dibe û wiha direjî da axaftina xwe: “Dê bi saya gelên ku xwe li dora Tifaqa Ked û Demokrasiyê digirin, dawî li lîstiya şer a îktîdarê bê anîn. Em ê li dijî şer, tifaqa herî xurt a aştiyê ava bikin. Her şer û operasyon, ji pariyê nanê me didize. Xelkê hejar hîn bêhtir hejar dike. Dixwazin pêşeroja vî welatî xesp bikin. Em jî ji vê re dibêjin êdî bes e. Me got ku em ji bo guhertinê tên. Em ê bi hilbijartinê re li her qada jiyanê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê tifaqa xwe berfirehtir bikin û bikin navenda demokrasiyê. Ev tifaq, ji bo komara demokratîk tê. Em tên, em ê biguherînin. Em li dijî şer aştiyê, li dijî derewê jî ji bo avakirina heqîqetê tên. Em ê bi ser kevin, teqez dê bi ser kevin. Ev hêz dê vî welatî ber bi demokrasî, aştî, ked û azadiyê ve bibe.” 
 
PÊKHATEYÊN HDP’Ê GIRSE SILAV KIRIN
 
Piştî axaftina Buldan û Sancar, pêkhateyên HDP’ê DBP, Partiya Şoreşger, ESP, SODAP, SYKP û Partiya Pêşerojê ya Çepa Kesk derketin ser dikê û bi dehhezaran kes silav kirin. 
 
KAYAOGLÛ: EM Ê BI HEV RE BISER KEVIN
 
Berdevkê Federasyona Meclisê Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû
 
Berdevkê Federasyona Meclisê Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû jî di mitîngê de got ku îktîdara AKP-MHP’ê li hemberî hemû derdorên ji wan cuda cudakariyê dike û ev tişt anî ziman: “Weke encameke polîtîkayên faşîst ên îktîdarê, hesabên alîkariya xizîneyê yên HDP’ê hatin bloqekirin. Heke em bi hev re rê li ber vê rewşê negirin, dê ev dorpêça faşîst hêj mezintir bibe. Di budçeya 2023’yan a li parlamentoyê de ji karker û kedkaran standin û dan dewlemendan. Razemenî bo şer kirin. Em dizanin ku serveta wan ji tiştên me dizîne pêk tê. Em ê pêşî li ber vê pergala şêlandinê û vê çerxa zilmê bigirin. Em dikarin li cîhaneke hîn adilane bijîn. Tifaqa Ked û Azadiyê jî yek ji mînakên vê ya herî baş e. A herî girîng jî ew e ku em mecbûr nînin partiyeke sermayeyê hilbijêrin. Em dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em ê bi hev re di vê rêyê de bimeşin û bi hev re biser kevin.” 
 
EM Ê BI HEV RE PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKIN
 
Em di wê baweriyê de ne ku bi israra li cem hev em dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em dikarin bi cudahiyên xwe re di cîhaneke wekhev, adil û azad de ku nîjadperestî lê nebe bi hev re bijîn. Em ê bi tifaqa ked û azadiyê re bi hev re di vê rêyê de biçin. Herî dawî bi hezaran hevrêyên me yên girtî hene ku ji bo wan ji fikrên wan dûr bixin rastî pêkanînên weke lêgerîna tazî, îşkence û tecrîdê hatine. Ji vir girtiyên şoreşger ên ji bo têkoşîna gelên bindest di bin tecrîdê de ne silav dikim.”
 
Mîtîng, piştî axaftinên hatin kirin, bi berzkirina dirûşmeyên  deh hezaran kesan bi dawî bû. 
 
PIŞTÎ MITÎNGÊ BI DIRÛŞMEYAN MEŞ HATE LIDARXISTIN 
 
Ciwan û jinên ku Qada Kartalê bi devî re tejî kirin, piştî ku mitîng bi dawî bû, bi dirûşmeyan meşiyan. 
 
 

Sernavên din

18/01/2023
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne
11:34 Prz. Çakas: Heta ku yekane rayedar ATK be giştînameya Wezaretê nabe çareserî
11:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
11:21 Rojnameger Akyuz: Bêbandorkirina çapemeniyê ji bo civakê mirin e
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin