Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin

  • rojane
  • 15:32 18 Çile 2023
  • |
img
AMED - Polîsê bi navê Serdar Gok ku bi kûçikan êrişî Menîce û Şeyhmûs Yilmaz kiribû û bûbû sedema birîndarbûna wan û polîsên şahid, di danişîna dozê de îfadeyên hevnegirtî dan û mexdûr sûcdar kirin. 
 
Di 31’ê gulana 2020’an de polîsan ji bo girtina Muhammed Emîn Cura ku polîsê bi navê Atakan Arslan kuştibû, li navçeya Rezan a Amedê operasyon kir. Di dema operasyonê de polîsan deriyê mala Menîce û Şeyhmûs Yilmaz şikandin û bi kûçikan êrişî hevjînan kir û birîndar kirin. Têkildarî êrişê derheqê polîsê bi navê Serdar Gok de doz hatibû vekirin. Gok, ji ber sedema “Peywira cemaweriyê xerab bi kar anî û bi qesdî birîndar kir” tê darizandin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin. Polîsê êrişkar Gok, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. 
 
BI ‘BÊDENGÎ’ KETIN MALA DERIYÊ WÊ HATIYE ŞIKANDIN! 
 
Gok, got ku bi komeke ji 60-70 kesan pêk tê ketine mala Menîce-Şeyhmûs Yilmaz û bi wan re sê kûçik hebûn. Deriyê malê hatibû şikandin lê Gok îdia kir ku bi “bêdengî” ketine malê û ev îdiaye kir: “Em bi bêdengî çûn malê. Ji ber ku me got belkî terorîst li malê be û bila haya wî ji me nebe. Em bi sê kûçikan çûn malê. Di destê min de çek û êlekê min ê pola hebû. Mimkin nîne ku wê navberê ez bikarim kûçikan bigirim.” 
 
BERSÛC MEXDÛR SÛCDAR KIR
 
Gok ku ji ber birîndarkirina aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Sevîl Çetîn jî tê darizandin diyar kir ku kûçikên behsa xeberê di salekê de ji bo 400-500 bûyeran bi kar anîne û îdiayên xwe wiha domand: “Lê tiştekî wiha rû neda. Piştî ku kûçik ji ewil ketin malê, ez jî ketibûm malê. Ode tarî bû. Kesekî pêhn li kûçik da. Lewma jî kûçik êriş kir. Min tavilê kûçik girt û paşve kişand. Baş tê bîra min, dema em ewilî ketin hundir êrişî jinê kir. Ji odeya din şexsek derket û me jê xwest ku xwe dirêjî erdê bike. Lê guh neda û bi pêhnan êrişî kûçik kir. Lewma jî kûçik êrişî wî kir. Heke ez xelet nebim binê zikê wî gez kir. Min jî tavilê paşve kişand. Min fermana ‘bigire, gez bike’ neda kûçik. Li odeyê zarok jî hebûn. Heke kûçikeke êrişkar bûya dê êrişî zarokan jî bikira. Êrişî kesên êrişkar kir.” 
 
CIHÊ GEZKIRINÊ MA YE
 
Parêzerê Menîce û Şeyhmûs Yilmaz, Selameddîn Varol jî got ku îfadeyên bersûc heta astekî gotinên muwekîlên wî jî piştrast dike û ev tişt anî ziman: “Bûyer ji ber bertekê neqewimî ye. Jixwe muwekîlên min birîndar bûn. Bi taybet jî piştî muwekîlên min li erdê hatine dirêjkirin, kûçikan ew birîndar kirine.” 
 
Dozger jî xwest ku ji hêzên ewlekariyê were pirsîn bê ka di bûyerên beriya niha de bûyereke wiha qewimiye yan na. Her wiha xwest ku axaftinên li ser bêtêlê yên wê rojê ji dadgehê re bên şandin. 
 
Dadgehê jî bi sedema ku dê tiştekî nû li dosyayê zêde nakin, daxwazên dozger red kir. 
 
ÎFADEYÊN HEVNEGIRTΠ
 
Polîsên bi navên Mûrat Kara, Huseyîn Duran û Adem Petek ku polîsê bersûc gotibû di dema bûyerê de li cem min bûn, di danişîna îro de weke şahid hatin guhdarîkirin. Polîs Mûrat Kara îdia kir ku piştî Menîce û Şeyhmûs Yilmaz derî venekirîn, wan derî şikandine û îdiayên xwe wiha domand: “Min nedît bê ka kûçikî êrişî Menîce Yilmaz kir an na. Piştre jî Gok kûçik girt. Fermana ‘êriş bike, gez bike’ nehat dayîn. Dema Şeyhmûs Yilmaz ji odeyê derketî, Serdar Gok berê kûçik da odeyê. Piştî ku Yilmaz pêhn danî kûçikî, kûçik jî êriş kir.” Her wiha berevajî gotina Serdar Gok ku digot; “Li cihê bûyerê sê kûçik hebûn”, Kara got ku li cihê bûyerê kûçikek hebû û nedîtiye bê ka li malê zarok hebûn an na. 
 
PERWERDEKAR RED KIR
 
Polîsê bi navê Huseyîn Duran ku di lêpirsîna îdarî de digotin perwerdekarê kûçikê duyemîn e, îdia kir ku li cihê bûyerê tenê kûçikek hebû, bi wî re tu kûçik nebûn û ew bi xwe jî neketiye nava malê. 
 
'DEMA KÛÇIK TEVGER DÎTÎ ÊRIŞ KIR’
 
Ji polîsên şahid Adem Petek jî di îfadeya xwe de ev îdiaye kirin: “Me ji bo vekirina deriyê malê bang kir. Lê derî nehat vekirin û me jî şikand. Bi şikandina derî re me kûçik berda nava malê. Piştî ketina kûçik 8-10 saniyeyan Serdar kete hundir. Di vê navberê de jinekê ji kûçik re got ‘hoşt.’ Dema kûçik tevgerên êrişkar dîtî jî êriş kir. Jixwe Serdar jî tavilê kûçik girt. Ez ketim holê. Ji odeya girtî zilamek derket. Vî şexsî li dijî kûçik çendek hereket kirin. Li ser vê yekê kûçikî jî êriş kir. Min nedît ku zilam gez kiribe lê êriş kiribû.”
 
Dozger ji bo amadekirina mutalaaya xwe heta rûniştineke din wext xwest. Dadgehê jî daxwaza dozger qebûl kir û danişîn taloqî 6’ê adarê kir. 
 

Sernavên din

20/01/2023
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda