Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!

  • rojane
  • 09:00 19 Çile 2023
  • |
RIHA - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê, di 5 salan de li Efrînê tu tiştên aîdê kurdan nehiştin. Dawî li perwerdehiya bi kurdî anîn, navê gelek cihî kirin tirkî, li her derî alaya tirk hat daliqandin, destdirêjî, destavêtin, talan û revandina mirovan her ku çû zêde bû. 
 
Plana "Kembera Erebî" ku di sala 1973'yan de li Sûriyeyê ji aliyê rejîma Baasê ya bi pêşengiya Hafiz Esad ve hat pêkanîn, niha ji aliyê Tirkiyeyê ve tê pêkanîn. Rejîma Baasê, di çarçoveya vê planê de milyonek donim erdê kurdan dabû erebên ku ew ji Reqa û Helebê anîbûn. Bi vî awayî hatibû xwestin ku demografiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê guherandin. Lê hewldanên di vî warî de bi ser neketin. 
 
PLANA 'KEMBERA EREBÎ' Û TIRKÎKIRINÊ
 
Polîtîkaya ku rejîma Baasê bi ser nexist, îro Tirkiye wê pêk tîne. Tirkiye, li bajarên wekî Ezaz, Bab, Cerablûs, Efrîn û Serêkaniyê kurdan koçber dike û li şûna wan ereban bi cih dike. Her wiha li Efrînê jî ji xeynî plana "Kembera Erebî" pêkanînên Tirkîkirinê jî di dewrê de ne.
 
Tirkiye di 20'ê Çileya 2018'an de êrişî Efrînê kir. Di êrişan de sivîl hedef hatin girtin. Piştî vê Rêveberiya Xweser a Efrînê biryar girt ku "paş de vekişe." navenda Efrînê û hin navçeyên wê di 18'ê Adarê de ketin bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê. 
 
450 HEZAR KES HATIN BICIHKIRIN
 
Di dema êrişan de zêdetirî 300 hezar kes ji neçarî ji Efrînê derket. Beriya êrişan ji sedî 98'ê nifûsa Efrînê kurd bûn, lê piştî êrişan ev rêje daket ji sedî 20'an. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, li cihên ku kurd jê koçber bûn hêzên paramîlîter û malbatên wan hatine bicihkirin. Li gorî daneyan, di 5 salan de zêdetirî 450 hezar kes li Efrînê û gund û navçeyên wê hatine bicihkirin. Piraniya van kesan jî ji başûrê Îdlîbê, ji Heleb û ji herêma Gûtayê ya Şamê anîne vira. 
 
NAV HATIN GUHERANDIN
 
Tirkiye li hemû sazî û dezgehan kurdî ji holê rakir. Li her derî alên tirk hatin daliqandin û navên gundan, kuçe û kolanan û saziyên giştî kirin tirkî. Navê Qada Azadiyê ku li navenda Efrînê ye, kirin "Qada Ataturk"; navê Xaçerêya Newrozê kirin "Xaçerêya Selahattîn"; navê Xaçerêya Wetanî kirin Xaçerêya "18'ê Adarê"; navê Xaçerêya Kawayê Hesinkar kirin "Zeytîn Dali." 
 
Her wiha navê gundê Qestela Miqdad jî kirin "Selçûk Obasî"; navê gundê Kotana jî kirin "Zafer Obas",; navê gundê Kurzêlê jî kirin "Cafer Obasî." 
 
POSTERÊN ERDOGAN Û ALÊN TIRK
 
Tirkiye û hêzên girêdayî wê ku navê osmaniyan li herêmên kurdan ên stratejîk dikin, ji xeynî alên tirk, wêneyên Serokkomarê AKP'î jî li van deran daliqandine. Li dikan û kuçeyan afîşên tirkî tên daliqandin û deverên prîoz ên êzidiyan jî hatin talankirin. Her wiha ji bo her kesî jî nasnameyên tirkî tên çêkirin. 
 
8 HEZAR Û 595 KES HATIN REVANDIN
 
Li gel polîtîkayên tirkîkirinê, di 5 salên borî de gelek pêkanînên derî mirovahiyê rû dane. Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, hema bibêje her roj mirovan direvînin û wan an dikujin an jî îşkenceyeke giran li wan dikin. Her wiha bi sedan jin jî rastî destdirêjî û destavêtinê hatine. 
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, daxuyandibû ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê 8 hezar û 595 sivîl revandine û aqûbeta piraniya wan nayê zanîn. Li gorî heman daneyan, di 5 salan de herî kêm 96 jin hatine qetilkirin û 72 jin jî hatine tecawizkirin. 
 
368 HEZAR DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN
 
Tenê ne li hemberî mirovan, li hemberî xwezayê jî talaneke mezin hatin kirin. Di 5 salên dawî de herî kêm 368 hezar darên zeytûnan û darên din hatin birîn. Darên hatin birîn wekî êzing li bazaran hatin firotin. Zêdetirî 17 hezar darên zeytûnan jî hatin şewitandin. Bi vê re 12 hezar hektar qada daristanî hat şewitandin. 
 
Zeytûnên ku Tirkiyeyê dest danîne ser wan, li qada navneteweyî hatin firotin. Li gor belgeyên ku di mijdara 2018'an de hatin belavkirin, di navbera Tirkiye û komên çekdar de protokolek hat îmzekirin ji bo talankirinê. Li gorî protokolê, zeytûnên li herêmê pêşkêşî sermayedarên Tirkiyeyê hatiye kirin û ji vir jî ber bi welatên din ve hatine şandin û firotin. 
 
TALAN
 
Xaniyên bi deh hezaran sivîlên hatin koçberkirin hatin desteserkirin. Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê gelek xanî veguherandin girtîgehan an jî qereqolan. 
 
Cihên dîrokî jî nesîbê xwe ji talanê girtin. Li gorî daneyên Midûriyeta Berhemên Dîrokî ya Efrînê, li bajêr 96 girên dîrokî hebûne. Piraniya van giran hatine kolandin û talankirin. Zêdetirî 28 cihên dîrokî hatin xerakirin. Zêdetirî 15 goristan hatin talankirin. Her wiha goristanekê jî veguherandin bazara heywanan. Rêhesina ku ji gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Racoyê ber bi gundê Kefer Cenê yê Şêrawayê û ji vir jî ber bi gundê Qitmê ve diçû hat rakirin û firotin bazirganên li Ezazê. 
 
ÊRIŞ
 
Cenazeyên YPG'iyên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Avestayê hatibûn veşartin, ji goristanê hatin derxistin. Ajansa Anadolûyê (AA), îdia kiribû ku cenazeyên ji vir hatine derxistin ên kesên ku YPG'ê ew înfaz kirine û wekî "gorên komî" serwîs kiribû. 
 
BINKEYÊN LEŞKERÎ Û GIRTÎGEH
 
Cihên hatin xerakirin, şewitandin û desteserkirin jî an kirin girtîgehan an jî qereqol. Qereqol û girtîgehên hatin çêkirin jî di nava komên paramîlîter de hatin payêkirin. Hin girtîgehên hatine çêkirin ev in: 
 
* Girtîgeha Nakîlê: Avahiya Gihaniyê û Rêveberiyê ya Berê. Ji aliyê hêzên paramîlîter Cebhet El-Şamiye ku ji hikûmeta Şamê veqetiyane tê kontrolkirin. Sivîlên ji Efrînê hatine revandin li vir tên girtin. 
 
* Girtîgeha li gundê Tirindê: Di bin kontrola MÎT'ê de ye. Wekî girtîgeha herî talûke tê binavkirin. Kesên hatine revandin li vir rastî her cure îşkenceya giran tên. 
 
* Girtîgeha Eşrefiyeyê: Di bin kontrola hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye. 
 
* Girtîgeha Kuçeya Vêlatê: Xaniyekî kevn e. Di bin kontrola Ehrar El-Şerqiyeyê de ye. 
 
* Girtîgeha Mehmûdiyeyê: Di bin kontrola hêzên Firqet El-Hemzatê de ye. Bi dehan kes li vir girtî ne. Li 2 odeyên wê jin hene. 
 
* Girtîgeha Edliyeyê: Di bin kontrola Cenhet El-Şamiyeyê de ye. Zarok û jinên hatine revandin li vir tên girtin. 
 
DIBISTANÊN KU VEGUHERANDIN GIRTÎGEHAN
 
* Zindana Dibistana Ezharê ya Efrînê: Di bin kontrola Ehrar El-Şerqiye û MÎT'ê de ye. 
 
* Zindana Dibistana Îtihad El-Erebiyê: Di bin kontrola Cebhet El_Şamiyeyê de ye. Gelek jin li vir girtî ne. Her wiha binkeyeke leşkerî jî li vir heye. 
 
* Zindana Dibistana El-Kerameyê: Di bin kontrola Feyleq El-Şamê de ye. Di hundirê wê de binkeyeke leşkerî jî hatiye çêkirin.
 
* Zindana Dibistana Emîr Xubariyê: Li hemberî Qada Azadiyê ye. 
 
ÎŞKENCE
 
Dibistanên gundên Efrînê jî an wekî binkeyên leşkerî an jî girtîgehê tên bikaranîn. Li navçeya Bilbilê ji 39 dibistanan 27 jê bi temamî hatin xerakirin. Ên mayî jî wekî binkeyên leşkerî tên bikaranîn. Li navçeya Cindirêsê jî hema bibêje 50 dibistan bi temamî hatin xerakirin. Dibistana li navendê jî wekî cebilxaneya hêzên paramîlîter tê bikaranîn. Li van cihên ku veguherandina girtîgehan, kesên girtî bi îşkenceyên giran re rûbirû dimînin. 
 
'BI TIRKIYEYÊ VE GIRÊDAN'
 
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê Îbrahîm Şêxo, tiştên di 5 salên dawî de qewimîne nirxandin. Şêxo, rewşa li Efrînê wekî "qirkirinê" nirxand û got: "Her roj revandin, girtin, talan, desteserkirin, destdirêjî, zewicandina bi darê zorê hwd. rû didin. Paralelî vê bi demografiyê jî dilîzin. Ji 18'ê Adarê ve, 300 hezar efrînî bi darê zorê hatin koçberkirin. Li şûna wan 450 hezar ereb, tirkmen û nêzî 500 malbatên filîstînî hatin bicihkirin."
 
Şêxo destnîşan kir ku her derê Efrînê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan û wiha got: "Hemû saziyên perwerdehî, ewlehî hwd. bi Tirkiyeyê ve girêdan. Waliyê ku ji Tirkiyeyê hatiye şandin, li Qesra Efrînê ya berê hat bicihkirin. Biryarên li Efrînê têngirtin hemû li Tirkiyeyê tên dayîn. Di sala 2019'an de gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê bi Îskenderûnê ve girêdan. Li vir rêyek çêkirin û di çûnûhatinan de vê rêyê bi kar tînin." 
 
PERWERDEHIYA BI EREBÎ Û TIRKÎ
 
Şêxo wiha domand: "Li her derî alayên tirk çikandine û wêneyên Erdogan daliqandine. Navê gelek qadan guherandin û navê tirkî li wan kirin. Her wiha navên osmanî li gundên Efrînê kirine. Li Efrînê pereyê bazirganiyê TL ye. Zimanê perwerdehiyê tirkî û erebî ye. Axaftina bi erebî li kurdan ferz dikin." 
 
Şêxo destnîşan kir ku armanca van pêkanînan tunekirina Efrînê ye. 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

20/01/2023
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne