Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin

  • rojane
  • 17:00 19 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de ji bo hêzên tarî yên li pişt komkujiyê bên eşkerekirin û bên darizandin bang hat kirin. 
 
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê çileya sala 2007’an de ji aliyê tetîkkêş Ogun Samast ve li Stenbolê hatibû qetilkirin. Dînk di salvegera qetilkirina xwe ya 16’emîn de li gelek bajaran hat bibîranîn. Di bîranînan de peyama xwedî derketina têkoşîna Dînk hate dayîn û hate xwestin ku hêzên tarî yên li pişt komkujiyê bên aşkerakirin û darizandin.
 
EDENE
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê li Parka Înonu daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyê Dînk li ser li erdê hate dirêjkirin û qurnefîl danîn ser. Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de her tim dirûşmeya “Em hemû Hrant in, em hemû ermen in” hate berzkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Edeneyê Yakûp Ataş ku metne daxuyaniyê xwend, diyar kir ku Dînk ji ber gotinên xwe yên aştî û biratiyê, nasnameya xwe di her firsendê de ji aliyê pergalê ve bi kuştinê gef lê dihat xwarin û wiha got: “Ne ketin pêş van gefên li Dînk hatin kirin û ji aliyê rêxistinên tarî yên kûr ve hate qetilkirin.”
 
‘EM Ê XWEDÎ LI KEVOKAN DERKEVIN’ 
 
Ataş, diyar kir ku kujerên rast ên Dînk nehatin darizandin, hatin parastin û wiha berdewam kir: “Em daxwaza xwe ya ku komkujiya Hrant Dînk bi awayekî bi bandor were lêkolînkirin û bi cih anîna edaletê dubare dikin. Em ê xwedî li kevokan derkevin û Hrant Dînk di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
HATAY 
 
Şaxa ÎHD’a Hatayê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniya ku gelek kes amade bûn de li ser navê Komîsyona Li Dijî Nîjatperestî û Cihêkariyê ya ÎHD'ê Servet Üstün Akbaba metna çapemeniyê xwend. Akbaba, diyar kir ku Hrant Dînk wê di têkoşîna wam ya li dijî nîjadperestiyê de bijî.
 
ÎSKENDERÛN 
 
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê jî li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Metnê daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk xwend. Selçûk, xwest derheqê kuştina Dînk de lêpirsîneke bi bandor û berfireh were meşandin û got: “Weke parêzvanên mafên mirovan, heta ku li welatê me rûbirûbûneke rasteqîn bi paşerojê re bê kirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Bîranîna Hrant Dînk û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bi daxuyaniyekê Hrant Dînk bi bîr anîn. Di bîranîna ku parlamenterên HDP'ê Kemal Bulbul, Zuleyha Gûlûm û Zeynel Ozen û nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn de, pankartên bi nivîsa “Em hemû Hrant, em hemû Ermenî nê” û “Ji bo Hrant Edalet” hatin hilgirtin.
 
‘DIVÊ TIRKIYE BI PAŞEROJA XWE RE HEVRÛ BIBE’
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku divê Tirkiye bi paşeroja xwe re hevrû bibe û wiha got: “Ji roja ew qetilkirin ve, her tişt xerabtir diçe. Di qonaxeke em di nava serdemekê de jiyan, em fikirîn ku dibe ku bi pêvajoyeke aştiyê re careke din hawireke aştiyê pêk were, lê pêk nehat. Ev 8 sal in em di nava pevçûn û şerê çekdarî de ne û em dibêjin êdî bes e." 
 
Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul diyar kir ku bîranîna Hrant Dînk ji bo bîranîna rastî, edalet û nirxên bilind ên mirovahiyê ye û got: “Kujerên Hrant Dînk, ku ji aliyê zaliman ve bi rengekî plankirî hate kuştin, îro hinek li wezaretê û hin jî li cihên din li ser peywîrê ne.”
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/01/2023
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda