Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam

  • rojane
  • 09:03 21 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê Rêxistina Partiya ÎYÎ'yê di bin navê "alîkariya xurekan" de fotokopiyên nasnameyên bi sedan jinan ji wan wergirtine û bêyî haya wan jê hebe ew kirine endamên partiyê.
 
Li taxên Karşiyaka û Şehîd Harûn ên navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, Partiya ÎYÎ'yê li ser navê "maseya şeşalî" ku ji CHP, Partiya ÎYÎ, DEVA, Partiya Saadet, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokratê pêk tê, di bin navê "alikariya xurekan" de heta niha fotoqopiyên bi sedan jinan wergirtine û bêyî haya wan jê hebe ew kirine endamên partiyê. Hin malbatên ku di sepana "e-devlet"ê de bi vê yekê hesiyan, çûn avahiya partiyê û bertek nîşanî vê yekê dan û endamtiyê betal kirin. Li navçeyê ev kirinên Partiya ÎYÎ'yê didomin. 
 
LI SER NAVÊ ALIKARIYÊ WELATIYAN DIKIN ENDAMÊN PARTIYÊ
 
Ji jinên ji Taxa Karşiyakayê ku bêyî wan ew kirine endamên partiyê Guler Başakê diyar kir ku bi dehan jin di bin navê alîkariyê de kirine endamên xwe û wiha got: “Hatin vir û ji me re gotin, 'fotoqopiya nasnameyên xwe bidin me em ê alîkariya we bikin.' Min got xelkê me ye û baweriya min pê hat. Ez çûm min fotoqopiyeke nasnameya xwe anî û dayê. Piştî çûyîna wî, çend kesên li taxa me ji me re gotin ku ew bi vê yekê kesan dikin endamên partiya xwe. Gotin ew ne ji partiya me ne. Piştî ku ez pê hesiyam, min zarokên xwe şandin. Beyî ku min bikin endamên partiya xwe min fotoqopiya nasnameya xwe anî. Pişt re dilê min rihet bû. Dema hatin ji me re negotin ji kîjan partiyê hatine, tenê gotin 6 partî di vê xebatê de hene. Ji me re got, 'ferq nake, em hemû wek hev in, em nikarin partiya di hundirê we de derxin.' Ew dizanin ku em çi qasî mexdûr bûne, ji ber vê yekê ew bi zanebûn hatin."
 
GELEK KES KIRINE ENDAM
 
Başakê anî ziman ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Em qebûl nakin ku me bi kar bînin. Heman tişt ji gelek jinên taxê re gotine û fotoqopiyên nasnameyên wan ji wan stendine. Kesên hay ji vê çêbûn, paşê çûn û fotoqopiya nasnameya xwe anîn. Ew li tevahiya bajêr digerin. Ji me re gotin ku ji bo alîkariyê li her derê Şirnex, Cizîr, Hezex û Silopiyayê geriyane. Bi me re lîstikan nelîzin. Divê kes berbayê van lîstikan nekeve. Divê gel hişyar be. Dengê me jî û partiya me jî zelal e. Ew nikarin me bixapînin. Ma em dîn in ku em berbayê vê lîstikê bikevin."
 
'BILA HER KES HIŞYAR BE'
 
Li Taxa Şehîd Harûn jî welatiyê ku rastî heman tiştî hat û nexwest ku navê wî bê eşkerekirin wiha got: “Kesek hat û ji me re got, ew ji bo ‘alîkariyê’ hatine. Paşê ji me re got ku ji bo alîkariyê bidin fotoqopiya nasnameyê pêwîst e. Paşê gelek ji me fotoqopiyên xwe dan. Heger bigotana ku 'ez ji bo endamtiya partiyê digerim' tu kesî nedida wan. Ji her kesî re gotine 'Em ê we bixin Îşkûrê, hûn ê bibin xwedî kar, em ê alîkariyê bidin we.' Ev çend sal in em li vir in û kesî alîkariya me nekiriye. Ger rast bûna tişteke wiha nedikirin. Çi hewcedariya tiştekî wiha heye? Ma rast e ku mirov di serî de bibêje em ê alikariya we bikin û piştre bikin endam? Li seranserê Silopyayê geriyane û vî tiştî dikin. Tişta ku hat serê me, bila neyê serê tu kesî. Bila her kes hişyar be."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

24/01/2023
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan