Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin

  • rojane
  • 09:03 22 Çile 2023
  • |
img
AMED - Meclisa Almanyayê tiştên di sala 2014'an de bi destê DAIŞ'ê hatibûn serê êzidiyan wekî komkujiyê pesend kir. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca ji bo vê wiha got: "Ev biryareke dîrokî ye. Divê tenê ne li ser peymanê be, heke jidil bin divê gaveke mezintir bê avêtin û daxwazên gelê Şengalê li ber çavan bên girtin."
 
Meclisa Federal a Almanyayê di 19'ê çileyê de komkujiya di sala 2014'an de bi destê DAIŞ'ê li Şengalê li dijî êzidiyan hatibû kirin, wekî qirkirin nas kir. Partiyên hikûmetê, Partiya Civakî ya Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) û partiya mixelefetê ya sereke û Partiya Yekitiya Xiristiyanan (CDU/CSU) tev li rûniştina li meclisê bûn. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, biryara Meclisa Federal a Almanyayê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.
 
 
EV MESELEYE ÇI QASÎ BI PÊŞENGÊN ŞENGALÊ RE NÎQAŞ KIRINE?
 
Ûca bibîr xist ku fermana 2014’an a li ser Şengalê hatiye kirin ji aliyê gelek dewletan ve biryara wê hatiye standin û wiha got: “Em dikarin bêjin ku biryara hat dayîn balkêş e û gaveke girîng e. Lê ev biryar çiqasî bi civaka êzîdî re têkildar e, ev girîng e. Divê ev bên pirsîn û nîqaşkirin. Bi awayekî fermî wekî komkujiyê qebûlkirin tiştekî cuda ye. Ji bo pêşerojê biryara Şengalê bidin şande çiqas bi gelê êzîdî û Rêveberiya Xweser a Şengalê re têkilî daniye û li wê derê pirsgirêk û daxwazên xelkê Şengalê çiqas bi wan re hatine nîqaşkirin?"
 
HÊZÊN KU ŞENGAL RIZGAR KIRINE ESAS NEGIRTINE
 
Bi domdarî Ûca da zanîn ku di biryarê de qet qala hêzên ku Şengal rizgar kirine nehatiye kirin lewma li gel wan guman peyda bûne û wiha û pêde çû: "Hêzên ku Êzidîxan ji fermanê xelas kirine nehatine dîtin. Li vir behsa wan nehatiye kirin. Ev pirsgirek e."
 
‘DIVÊ HER KES DAXWAZÊN GELÊ EZIDÎ LI BER ÇAVAN BIGIRE'
 
Di berdewamê de Ûcayê destnîşan kir ku ev biryar girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê divê mirov rastiya Şengalê bibîne. Gelek proje û gelek tişt li ser Şengalê tên çêkirin. Ev derveyî vîna gelê Şengalê tên kirin. Hemû welatiyên Ewropayê fermana Şengalê qebûl dikin û behsa xurtkirina Peymana 9'ê Cotmehê dikin. Lê ev peyman  ji bo civaka êzidiyan tê çi wateyê? Pêşiya fermaneke din vedike. Li ser vê qet nîqaş nakin û bê agahî jî nîn in. Ji ber vê pêwîst e ku mirov daxwaz bike. Bi rastî jî ger dixwazin pêşiya fermaneke din bigrin, nexwe divê şande ne tenê biçe Hewlerê, divê berê xwe bide Şengalê jî û rastiya Şengalê li vir bibîne. Li vir biaxivin û nîqaş bikin dê bêhtir encam bê girtin. Ev biryar, li meclisê bi tevlibûna hemû partiyan hat girtin. Ev tiştekî girîng e. Lê belê gelek rexne jî li Parlamentoya Federal hatin kirin. Divê em vê yeke jî bibînin. Her çiqas ev biryar hatibe girtin jî lê rexneyên partiyên siyasî hebûn. Li ser amadekirin û biryara hatiye dayîn nîqaşa der barê durûtiyê de ku li hemberî civaka êzidiyên li Şengalê tê meşandin jî gelek girîng bû. Divê daxwazên civaka êzidî li ber çavan bigrin. Di dema êrişên li ser Şengalê de gel ma bi tenê û dest ji cihê xwe bernedan, xwe parastin û xwe bi rexistin kirin. Îro li Şengalê Rêvaberiya Xweser ava kirin. Pêwîst e ku di biryaran de her kes gelê Şengalê û îrada Şengalê li ber çavan bigire."
 
Feleknas Ûca destnîşan kir ku piştî fermanê gelek êzidî derbasî Almanyayê bûn û ev tişt anî ziman: "Lê pêwîst e ku Almanya rol û rista xwe bîne cih û Şengalê înkar neke. Çi qewimiye divê bibîne. Wê demê ez dikarim bibêjim ku ev biryar yê bê tijîkirin. Heke wisa neke, ev biryar wekî biryara ku welatên din standiye nabe bersiv ji bo civaka êzidî.” 
 
‘HEKE JIDIL BIN DIVÊ ÊRIŞAN BIDIN SEKINANDIN'
 
Ûca, diyar kir ku heke Parlamentoya Almanyayê jidil be divê şandeyekê bişîne Şengalê û bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re rûnê û axaftina xwe wiha qedand: "Êriş û gefên li ser Şengalê tên kirin divê bide sekinandin. Divê pêşî li êrişên dewleta tirk bên girtin. Mirov wê demê dikare bibêje di vê biryarê de jidil in. Ev biryar gaveke dîrokî ye û girîng e. Lê divê tenê li ser peymanê nemîne. Divê di pratîkê de jî guhertin çêbibin û gaveke mezintir bê avêtin."
 
MA/ Mehmet Guleş

Sernavên din

24/01/2023
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan