22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin

  • rojane
  • 09:06 24 Çile 2023
  • |
ŞIRNEX - Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê rêxistina partiyê ya navçeyê Ebubekîr Denîz beriya niha bi 22 salan hatin wendakirin. Malbatên wan diyar kirin ku bersûc ji aliyê dewletê ve tên parastin û gotin: "Ev 22 sal in çavê me li rê yê û em li benda wan in. Tenê daxwaziya me agahiyek e." 
 
Li Kurdistanê di salên 90’an de bi hezaran mirov li kolanan an jî qereqolan hatin qetilkirin û windakirin. Ev polîtîkayên dewletê heta salên 2000'î berdewam kirin. Ji van gelek kes jî di bin çavderiya dewletê de, di binçavan de hatin windakirin. Lê belê ne hestiyên wan û ne jî kiryarên wan nehatine dîtin. Ji 25'ê Çileya 2001'ê ve tu xeber ji rêveberên HADEP’ê Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ku Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê yê wê demê Levent Ersoz ve ji bo îfade gazî wan kiribû û çûbûn qereqolê, nehatine wergirtin. Taniş û Denîz ên ji ber xebatên partiyê gelek caran ji aliyê Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz vê dihatin tehdîtkirin, li ser gazîkirinê çûn qereqolê, lê hew wir derneketin. Malbat ji bo aqûbeta wan doz vekirin, lê di dozê de tiştek bi Ersoz û kesên din nehat kirin. Ji ber ku encamek derneket malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û DMME’yê di 2’yê Tebaxa 2005’an de Tirkiyeyê mehkûm kiribû ku tazmînatê bide malbatan. Piştî vê biryarê jî têkoşîna malbatan a hiqûqî berdewam dike, lêbelê di dîtina cenazeyan de û kiryaran de heta niha tu encam nehatiye girtin. 
 
Hakîm Taniş, birayê Serdar Taniş û parezerê dozê û Emîne Denîz, dayika Ebûbekir Deniz axivîn. 
 
'DOZ NE BI HIQÛQÎ TÊ MEŞANDIN'
 
Parêzer Hakim Taniş piştî qetilkirina birayê xwe beşa ku dixwîne diguherîne û ji bo ditina kiryaran biryar dide ku bibe parêzer. Taniş piştî ku dibistanê diqedîne jî ewilî bi doza birayê xwe re mijûl dibe. Niha jî ji bo ku kujerên birayê wî bên ditin têdikoşe. Parêzer Taniş anî ziman ku kujerên wan dewlet e û wiha axivî: "Weke ku raya giştî jî dizane, serokê HADEP'ê yê Silopiyayê Serdar Taniş û rêvebirê HADEP'ê yê Silopiyayê Ebûbekir Deniz di 25'ê Çileya 2001'ê de piştî ku çûn Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyayê heta niha tu agahî ji wan nayê girtin. Lê mixabin ji wendakirina wan û vir ve heta niha me wekî xizmên wan ji dewletê tu piştgiriyeke hiqûqî negirt.  Bersûc her tim bi zirxan tên parastin. Goreke wan tune ye. Di vê dozê de aliyê hiqûqî bi keyfî tê meşandin. Dewlet di dozên wiha nediyar de tu carî li cem welatiyên xwe nasekine. Bersûc her tim bi mertalên zirxî tên parastin. Û heta îro jî tevî hemû daxwazên me jî heta ku gorekê aîdî wan jî nîn e. Pêvajoya hiqûqî ya ku ji 25'ê Çileya 2020'an û vir ve tê meşandin, li gorî rêgezên keyfî û bi temamî nehiqûqî tê meşandin. Di van 22 salan de tenê kiryar hatin parastin. Tu giliyên malbatan esas nehat girtin. Doza destpêkê ji aliyê dozgeriya Silopiyayê ve hat birêvebirin. Piştre dosyeya bi navê Dadgehên Ewlekariya Dewletê sewqî Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat kirin. Piştî ku DGM hatin betalkirin dîsa dosyeyê şandin Silopiyayê. Piştre jî piştî avakirina dadgehên taybet ên bi destûr, dosya dîsa şandin Amedê." 
 
'ENCAM NEGIRTIN'
 
Taniş bi lêv kir ku di van 22 salan de ji bo ronîkirina bûyerê tu gavên girîng nehatine avêtin û wiha got: "Me dosya ji DMME'yê re şand. Yek ji parêzerên vê dosyeyê jî Tahîr Elçî bû.  Di sala 2015’an de ji aliyê DMME'yê ve cezayê tazmînatê ji Tirkiyeyê re hat birîn. Pişt re tevî biryara mehkûmkirinê ya DMME'yê lêpirsînên pêwîst nehatin kirin. Piştî biryarê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê biryara neşopandinê da. Me hemû rêyên hiqûqî ceribandin, lê encam negirtin. Serlêdana me ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve nehat qebûlkirin. Piştre me di sala 2020’an de careke din serî li DMME'yê da. Ji ber ku Tirkiye tevî biryara binpêkirina berê û DMME’yê tu lêpirsînek bi bandor nekiriye, niha qonaxa hiqûqî ya dosyeyê li DMME û Komîteya Wezîran a Ewropayê ye û serlêdanek kiriye."
 
'KUJER TÊN PARASTIN'
 
Parêzer Taniş diyar kir ku nediyarkirina kujeran hevkariya dewletê ya bi kujeran re nişan dide û wiha domand: "Weke malbatan me daxwaz kir ku em tevlî danişîna doza rêxistina terorê ya çekdar a Ergenekon a li Sîlîvriyê bû bibin. Me daxwaz kir ku em tevlî dosyeyên kujer nediyar de cih bigirin. Lê daxwaza me timî hat redkirin. Her çiqas doza Ergenekonê hatibe girtin jî, Ergenekon rastiyeke heyî ye. Aktorên van bûyerên li herêmê her tim heman kes in. Û ew kesên ku wê demê di rûtbeyên herî bilind ên dewletê de bûn. Lê mixabin ev kes li gorî berjewendiyên konjonktura siyasî ya hikûmetê tên parastin. Ji aliyê hikûmetên berê ve dihat parastin, ji aliyê hikûmeta niha ve jî tên parastin. Ev bi xwe pirsgirêkê. Sedema neditina kujeran jî ew e ku di nav zirxên parastinê de ne. Ji ber ku kiryar di bin sîwana dewletê de ne, dest nadin wan. Rêxistinek bi navê Ergenekon hebû. Hûn bixwazin ??jê re bibêjin JÎTEM, hûn bixwazin jê re bibêjin Ergenekon. Ew kesên ku li Kurdistanê bi hezaran kes kuştine ev kes hin. Ev kiryar mirovên payebilind bûn. Serdar Taniş û Ebubekir Deniz ji aliyê Fermandarê Alaya Şirnexê yê wê serdemê Levent Ersoz ve hatin qetilkirin. Piştî ku birayê min di binçavan de hat windakirin, vê bûyerê ez gelekî bandor kirim. Bi gelemperî, dema ku min li lîseyê dixwend, ez bi nasnameya xweya dihatim sayisalê dihatim naskirin. Daxwaza min hebû ku bibim bijîşk. Piştî vê bûyerê, ez bi daxwaza ku bibim parêzer derketim rê. Qasî ku saxbim ez ê tekoşîna vê ya hiqûqî bidim."
 
'EV 22 SALIN EZ LI BENDA KURÊ XWE ME'
 
Emîne Denîz (92), dayika Ebubekîr Denîz jî anî ziman ku tenê daxwaza wê ew e ku agahiyekê ji kurê xwe bigire û ev tişt gotin: "Wexta ku Ebubekîr ji malê derket me got qey diçe Iraqê. Di êvara wê rojê de agahî ji me re hat, gotin, 'hatine binçavkirin' lê belê me bawer nekir. Ew û hevalê xwe Serdar li ku gihiştibin hev jî nizanim. Ez wê rojê jî nexweş bûm û di nav cihan de bûm. Me bi vê bawer nedikir. Piştre polîs hatin û ji me re gotin, 'hatine girtin' bû serê sibehê zarok çûn û tu agahî jê nestandin. Ji wê rojê heta niha em nizanin li ku ne. Ez mereqa wan de rezîl bûm. Piştî wan li min nexweşî peyda bûn. Hema ew e ku ruhê min di bedenê de maye. Polîsan ji me re got, 'Dewleta me dewleteke baş e.' Min ji wan re got, 'hûn werin ji dilê min re bibêjin.' Xwedê heqê me wenda neke. Gelek caran ji me re agahî hat, gotin cenazeyên wan li vir e. Lê em çûn kesên ku cenazeyên wan hatine dîtin ne ew bûn. Me gelek caran xwîn jî da lê feyde nekir. Şewitandine, avêtibin avê nizanim. Ji wê rojê heta niha min ji kurê xwe agahiyek jî nestandiye. Diyar nekirin. Dewlet kujeran dizane. Lê aşkere nake. Dewlet behr e. Qet nebe bila bibêjin ku çi jê kirine. Ev 23 sal in ez li benda kurê xwe me. Tenê daxwaziya min ew e ku ez ji wan agahiyekê bigirim. Kul û derdê min tenê bûye ev."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

24/01/2023
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan