Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Seyda Qasim ku şerê li Zap, Metîna û Avaşînê didomin dişopîne anî ziman ku Tirkiye tevî hemû derfetên xwe yên teknikî jî heta niha tu encam bi dest nexistiye û got: “Tevî ku ewqas çek û cebilxane, çekên kîmyewî û gazên jehrî hatin bikaranîn jî encam fiyasko ye.” 
 
Artêşa Tirkiyeyê ji 17’ê Nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve dike. Li gorî agahiyên ji herêmê tên hê jî şerek dijwar diqewime û çekên bi jehrî ango çekên kîmyewî tên bikaranîn. Li gorî daxuyaniyên Navenda Parastina Gel (HSM) di navbera 14’ê nîsanê û 14’ê cotmeha 2022’yan artêşa tirk 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bikar aniye. Li gorî daxuyaniya dawî ya HPG’ê di meha çile ya îsal de jî 252 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bikaranîn.  
 
Rojnamevan Seyda Qasim ê li herêmê şer dişopîne geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
‘ENCAM FIYASKO YE’ 
 
Seyda Qasim anî ziman ku di van 10 mehan de heta niha Tirkiyeyê tu encam bi dest nexistiye û got: “Di nava van 10 mehan de dewleta tirk hemû hêz û çekên dest xwe li ser qadên gerîla ku weke Herêmên Parastinê yên Medyayê tê nasîn, bikaraniye. Encam bu artêşa tirk fiyasko ye. Tevî ku ewqas çek û cebilxane hatin bikaranîn, çekên kîmyewî û gazên jehrî hatin bikaranîn encam bû mîna reva leşkerên tirk a zivistana sala 2008’an a li Zapê. Mirov dikare van 10 mehan bi çend qonaxên esasî ku rewşê vebêje bîne ziman. Qonaxa êrişê ya herî dijwar û bi her cureyê li ser sînor di serî de Avaşîn, Zap û Metîna hatin kirin. Hema bêje bostek nema ku bombe lê nehate barîn. Bi vê yekê dewleta tirk xwest di serî de gerîla bixe şokê û hema di cih de leşkeran deyne û qadê dagir bike. Ji kêliya ewil ve gerîlayan li ber xwe da. Di van êrişan de ji çekên qedexe yên mîna bombeyên taktîk nûkleer, termoborîk û bi dehan cureyên din, dîsa gazên jehrî û madeyên çêkirî li ser tûnelên berxwedanê hatin bikaranîn.” 
 
‘PÊŞÎ LI DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIGIRIN’ 
 
Qasim bi lêv kir ku li gorî pisporên şer dinirxînin Tirkiyeyê êrişên dijî hiqûqa şer pêk anîne û wiha got: “Wek tê zanîn hê jî pêşketinek tune ye. Gerîlayan bi her awayî bersiva êrişan daye û artêşa tirk tengav dibe. Bersivdayîna şer, ji bo parastina gelê kurd û Kurdistanê ye. Gerîla pêşiya Tirkiyeyê digire ku başûrê Kurdistanê neyê dagirkirin.”
 
Qasim anî ziman ku her şandeyeke ku dixwest li herêmê lêkolîna çekên kîmyewî bike ji aliyê PDK’ê ve hatine astengkirin û got: “Hêzên navneteweyî jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî bêdeng man. Heta niha ku gelek şandeyan xwestin bên herêmê lê hatin astengkirin. Hat xwestin artêşa tirk ji piştê ve li gerîla bide.” 
 
‘TU ENCAM NEHATIYE BIDESTXISTIN’ 
 
Rojnamevan Seyda Qasim diyar kir ku li cihê ku leşker asê man dest bi bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî kir û bi sîstematîk ji bombeyên taktîk nuklere bigire heta termoborîk û gazên jehrî ku bi rengên sor, zer, spî ne hatin bikaranîn. Qasim da zanîn ku hê jî tu encam bi dest neketiye û veşartina gelek leşkeran jî tê veşartin. Qasim got gelek leşker bi awayên guman dimirin û li qadan bêxwedî tên hiştin. 
 
‘ÎKTIDAR JI BO KU XWE LI SER PÊYA BIGIRE’ 
 
Qasim diyar kir ku krîza aborî û krîzên din ên li Tirkiyeyê diqewimin berê artêşa tirk dide şerê li herêmê û îktidara AKP-MHP’ê dixwaze bi şerê heyî li ser pêya bigire û xwe bigihîne heta hilbijartinê. Qasim anî ziman ku Tirkiye bi vî şerî dixwaze sînorê xwe yê Mîsaqî Mîllî bigire û Erdogan ji bo vê hemû derfet û îmkan daye destê leşkeriyê. 
 
‘BÊNAVBER ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN’ 
 
Seyda Qasim destnîşan kir ku bikaranîna çekên kimyewî ya li herêmê di asta herî jor de ye û wiha axivî: “Bikaranîna çekên kîmyewî êdî bûye metodeke ji rêzê. Her roj bê navber li qadên şer û li ser tûnelên berxwedanê tên bikaranîn. Mirov nikare rêjeyek diyar jêre nîşan bide. Lê ya ku mirov bêje, her roj li ser qadên gerîla çekên qedexe taktîk nûklere, gazên jehrî tên bikaranîn. Niha çeka leşkerî bûye, bombeyên qedexe û gazên jehrî. Herî dawî dîmenên ku hatin parvekirin rastiya vê yekê radixe ber çavan.”
 
‘BERJEWENDIYÊN HEYÎ PÊŞÎ LI LÊKOLÎNKIRINÊ DIGIRE’ 
 
Qasim bal kişand ser lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî û destnîşan kir ku berjewendiyên heyî pêşiya lêkolînkirinê digirin û heta niha jî ji bo lêkolînkirinê bi qasî serê derziyê jî tu pêşketin tune ye. Qasim anî ziman ku ne lêkolînek baş hatiye kirin û ne jî di asta hiqûqî de giliyê Tirkiye hatiye kirin ku xaka Iraqê tê binpêkirin û wiha got: “Her çiqas gelek caran komîsyon û civînên ji bo pêşîgirtina êrişên Tirkiye li Parlementoya Iraqê hatibe kirin jî encam weke xwe ye. Hikûmeta berî niha ya Mûstefa El Kazimî bi hevkariya xwe ya bi Tirkiye re tê nasîn. Dîsa bazar û berjewendiyên heyî rêya lêkolîn û xebateke giştî girtiye. Ji ber şert û mercên dijwar ên li herêmê û dîsa rêgiriya PDK’ê heta niha tu heyetek ne serbixwe ya navneteweyî û ne jî navxwe çi ji Iraqê û çi jî ji herêmê nikarin biçin qadên ku şer û sûcên şer lê hatine kirin. Tevî ku li seranserî dinyayê kurdan û dostên wan xwestin herêma çekên kîmyewî lê tên bikaranîn bên lêkolînkirin jî lê dîsa pêk nehat. Heta lêkolîn bên kirin û encamên lêkolînê bên parvekirin dê rayedarên ku destûra van çekan dane, li qadên navneteweyî bên dadgehkirin.”
 

Sernavên din

05/02/2023
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin