Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e

img
STENBOL - Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar axaftina destpêkê ya Konferansa Komara Demokratîk kirin û îşaretî siyaseta avakar ku welatek demokratîk pêk bîne kirin û gotin: “Em statûko û restorasyonê naxwazin, lê em dibêjin vexwendina ji bo jiyana nû, dê bibe nexşerêya siyaseta avakar.” 
 
Konferansa Komara Demokratîk a ji hêla HDP’ê ve bi nîqaşên “Kurd çi dixwazin, Tirkiyeyek çawa” bên kirin li Stenbolê tê organîzekirin, dest pê kir. Konferans li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li navçeya Bakirkoyê tê lidarxistin. Gelek nivîskar, rewşenbîr, siyaestmedar, akademîsyen, rojnamevan û gelek kes beşdar bûn. Konferasê bi axaftina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dest pê kir. 
 
'ARMANC KOMARA DEMORKATÎK E’ 
 
Mîthat Sancar diyar kir ku ew di pêvajoyek krîtîk re derbas dibin û krîzek mezin li ser beşek mezin a civakê heye. Sancar anî ziman ku ji bo ew çaresereyek peyda bikin û li kêleka hev bimeşin vê konferansê li dar dixin û hedefa wan ew e di sedsala nû ya komarê de demokrasiyê û azadiyê bînin û li rêya vê yekê digerin. 
 
Sancar anî ziman ku armanca vê Konferansa Komara Demokratîk ew e ku bi hev re bimeşin, bi hev re hilberînin û bi hev re bi ser bikevin û got: “Armanca me ew e ku em komarek demokratîk, welatek azad, hemwelatiyek wekhev, peymana jiyana bi hev re û peymana civakî ava bikin.” 
 
TÊGEHA KOMARÊ
 
Sancar di berdewamiyê de wiha axivî:
 
 “Ez ê qala dîroka komarê nekim. Îro wê gelek mirovên qedirnas, axaftin û zanyariyên xwe bi me re parve bikin. Destkeftiyên girîng ên têgihîna komarê hene. Meşrûiyet û helbet wekheviya civakî bingehînin. Dema mirov dibêje komar ev her du peyv girîng in. 
 
FERASETA YEKPEREST 
 
Me sedsalê vê komarê dîtin. Îşaretên girîng da me. Destpêkirina konferansê dê bibe muhasebeya sedsalê. A esas ew e ku welatîbûn li ser bingeha wekheviyê were rûniştandin û rewabûn jî dewrî civakê bê kirin. Halbûkî ev li cem me her tim berovajî hatiye kirin. Em nikarin bêjin hemû çand, nasname, ziman û netew di sedsalê de azad bûn. Çimkî mafê hemwelatîbûna azad nîne. Mixabin ku ji destpêka avakirina komarê ve heta roja me ya îro feraseta yekperest her tim serwer bûye. Civaka azad dûrî feraseta şexsê xweser maye. Hin tişt belkî qewimîn lê ev zîhniyet heta vê kêliyê jî didome. 
 
TIRIYEYÊ SEDSAL WINDA KIR 
 
Helbet ji moderniya otorîteriyê ber bi moderniya demokratîk ve hin hewldan çêbûn. Belkî di destpêka avakirina komarê de jî bû lê meriv tenê behsa Qanûna Bingehîn a sala 1920’an bike têrê dike. Lê ev jî wek kevanekê maye. Ji destpêka komarê ve pirsgirêka kurd li vî welatî heye û her tim bi siyaeta înkarê û tunekirinê re rûbirû maye. Nêzîkatiya yekperest sedsalî bi Tirkiyeyê da windakirin. 
 
HEVRÛBÛNA PIRSGIRÊKÊN BINGEHÎN 
 
Divê em bi her awayî rêya diçe demokrasiyê vekin. Divê em komar û demokrasiyê bînin ba hev. Lazim e têkiliyê di navberê de çêkin û bicih bikin. Divê em li ser van esasan bi pirsgirêkên xwe yên bingehîn re rûbirû bibin. Pêwîste em welatek demokratîk û azad çêkin ku her kes dikaribe lê bijî. Dilê her kesî ji bo welatek demokratîk û azad lê dide û her kes viya armanc dike. 
 
DIVÊ EM SIYASETÊ AZAD BIKIN 
 
Niha pêdiviya me bi siyaseta azad heye. Divê em li Tirkiyeyê êdî siyasetê azad bikin. Divê em kesane bikin kirdeya civakê û hemû cudahiyên civakê wekhev bikin û ji bo jiyana bi hev re hewldanan bikin. Heke wisa bibe wê aştiyek mezin pêk were. Em dikarin aştiyek mezin û mayînde bi vî awayî li welat saz bikin. Pêwîste em aştiya civakî bi beşên mezin ên civakê re saz bikin û peymana civakî ava bikin. 
 
HEVRÛBÛNA ÊŞ Û KULAN 
 
Em neçarin di vê sedsalê de bi êş û kulên me kişandine re hevrû bibin. Çimkî em di vê mijarê hevrûbûnê de mecbûr in. Niha em bi avakirina jiyanek bi hev re, ji bo destpêkek nû ku ber bi komara demokratîk ve biçe wezîfedar in û em neçarin bi vê re rûbirû bibin. Heke em vê çerxa bêsûd neşikînin, em bi kodên kevn di navbera hewldanên restorasyonê de tengav bibin. 
 
RIZGARIYA AZADIYA DEMOKRATÎK 
 
Em dibêjin ne rejîma heyî û ne jî restorasyon dibe sedema rizgariyê. Em dibêjin tekane rêya ji vê çerxê destpêkirinek azadî ya demokratîk e. Ji bo vê jî hewcedariya me hemûyan bi hêzek hevpar a bi hev re, bi hev re biafîne û hilberîne û bimeşe heye. Divê em yekitiya demokrasiyê ya mezin ava bikin û heke ev pêk were wê girseyek mezin a civaka demokrat derxe holê. Lazim e em rejîma heyî têk bibin û bi ser bikevin. Em ê dest ji armanca rejîmek nû ya demokratîk bernedin. Heke em bibin yek em ê bi ser bikevin û komarek demokratîk ava bikin. 
 
BÛLDAN: EV DESTPÊK E
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî beşdaran bi kurdî û tirkî silav kir û wiha axivî: 
 
“Em ê li konferansê bi nîqaşên hêja ku wê du rojan bidomin, rêbazên anîna ba hev a Komarê û demokrasiyê biaxivin, nîqaş bikin û bi fikrên hevpar werin ba hev. Em weke Partiya Demokratîk a Gelan, konferansê weke destpêkek nû digrin dest. Em ê di pêvajoya li pêş de, konferansên Komara Demokratîk bi beşdariyên hîn berfirehtir û hevdîtinên temayî, bidomînin. Encamên konferansê wê ji bo xebatên me yên piştî vê jî bibe çirûskek girîng û em ê li pey şopa vê ronahiyê bimeşin.”
 
BIHEVREBÛNA KOMARA DEMOKRATÎK
 
Di pêvajoyek a ku şer, mêtingerî, xizanî, krîzên civakî li ser hev diqewimin de, ji bo em bi hev re ji krîzan rizgar bibin em di pêvajoyek wisan de derbas dibin ku em têkoşîna demokrastî, aştî û edaletê hîn geştir dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em bi beşên civakî yên çewisandî re, ‘Bihevrebûna Komara Demokratîk’ ava bikin û di heman demê xeta têkoşînê ya HDP’ê ye.
 
SEDEMÊ HEMÛ ŞKESTINAN YEKPARÊZÎ YE
 
Em weke civak û gelên Tirkiyeyê di krîzên gelek mezin dijîn ku sîstema otorîter ava kiriye. Hegemonyaya yekparêziyê hewl dide ku hişmendiyek wisan ava bike ku hemû Kurd, Elewî, Ermenî, bawerî, nasname, çand, ziman, reng, jin, ciwan û kedkaran ji hev cûda bike û sedemê hemû şkestinên dîrokî û siyasî yekparêzî ye. 
 
MIFTEYA ÇARESERIYÊ KOMARA DEMOKRATÎK E
 
Di sedsala 2’emîn a Komarê de, anîna ba hev a demokrasî û komarê weke neçariyek dîrokî li pêş her kesê ye. Mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên Komara Demokratîk e. Mijar ne ew e ku siyaset bi ser bikeve mijar ew e ku ji bo 85 milyon mirovên ku dixwazin li welatek wekhev û azad bijîn, pêvajoyek a demokrasiyê qezenc kirine. Ev pêvajo wê teqez destpê bike.
 
NEÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
 
Li vî welatî neçareseriya pirsgirêka Kurd, yek ji astengiyên herî mezin li ber hatina ba hev a komar û demokrasiyê ye. Pirsgirêka Kurd derizîna herî mezin a di navbera komar û demokrasiyê de ye. Eger em vê derizê bibînin, wê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd şansek çêbibe. Welatek û komarek encex bi azadî û wekheviya jinê dikare bigihije ast û cewherek demokrastîk.
 
PEYMANEK NÛ YA CIVAKÎ
 
Wekhevî û azadiya baweriyên kevnar ên li ser vê xakê, wê ji bo rêya çûyîna komara demokratîk, bibe gavek girîng. Ev vê avakirinê encex dikarin bi peymanek civakî ya li ser esasê heq û wekheviyê, ava bikin. Divê ji 7’ê heta 70’ê her kes xwe birêxistin bike û tevlêkariyê li Komara Demokratîk bike. Di dema ketina sedsala 2’emîn a Komarê de, ruhê dem û avakerê siyasetê bang li me dike.
 
EM Ê BI HEV RE BISERBIKEVIN
 
Em bê bibin xwediyê dema nû. Wê bibe gelên Tirkiyeyê. Bila guman û fikara ti kesê li vê yekê nebe. Em ê bi hev re biserbikevin. Îro li vir, tevlêkarî, semînerên ku hûn bibin, ji bo diyarkirina pêşeroja konferansa me girîng e.”
 
Piştî axaftina destpêkê, konferans bi sernavê “Komar: Muhasebeya Sedsalê” bi rûniştina yekemîn dewam dike.
 
 
 

Sernavên din

05/02/2023
10:14 Konca: Jin projeya Ocalan temam dikin
10:11 Otobusa ji Amedê diçû Bodrumê wergeriya: 8 kes mirin
09:12 Qoser, li benda Meşa Gemlîkê ye
09:05 Malbata Şenyaşar di doza xwe ya edaletê de 700 roj û 8 demsal li dû xwe hiştin
09:04 Şeker: Dê têkoşîna hevbeş a li dijî tecrîdê bidome
09:01 Doza malbata Şenyaşar dê ji nû ve dest pê bike: Divê Fadil Şenyaşar bê berdan
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2023'YAN
04/02/2023
21:05 Li Amedê otobêsa rêwiyan qulibî: 4 jê giran 30 kes birîndar bûn
16:39 Ûca: Ji bo çareseriyê beşdariya Meşa Gemlîkê girîng e
16:31 ‘Ji bo tiştên me windakirî dîsa qezenc bikin divê tecrîd bê şikandin’
15:55 Amed bi berfê xemilî
15:49 ÎHD: Girtiyê nexweş Alan di bêhn wergirtinê de zehmetiyê dikişîne
15:43 Bozarslan: Li Tirkiyeyê tirkbûn ne azad e
15:23 Hate xwestin ku girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat were berdan
15:15 Li Rihayê bi barîna berfê re dîmenên xweşik derketin holê
15:03 Dayikên Şemiyê xwestin aqûbeta Maksût Tepelî were hînbûn
15:00 ÎHD’ê xwest girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel were berdan
14:51 Şîna Encu bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Menzereya berfê ya qeyûm: Rê hatin girtin û xelk asê ma
14:40 Malbatên windakiriyan faîlên Cemal Geren pirsîn
14:31 Muhasebeya Sedsalê: Divê Meclisa duyemîn a ku unîteyên gel têde cih bigirin bê damezrandin
13:59 Serokê Baroya Çewligê: Beriya hilbijartinê gef li baroyên herêmê tên xwarin
13:35 Konferansa Komara Demokratîk: Vexwendina ji bo jiyana nû nexşerêya siyaseta avakar e
13:16 Girtiyê nexweşê giran Ozyîgît piştî 30 salan hate berdan
11:41 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
11:23 Endamê Meclisa HDP’ê yê berê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
10:36 ‘Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo têkbirina destkêftiyên kurdan DAIŞ’ê bikar tînin’
10:34 57 roj in agahî ji zaroka hatiye revandin nayê girtin: Navnîşan diyar e, çima nayê dîtin?
09:51 Derhêner Jafar Panahî ku dest bi greva birçîbûnê kiribû hat tehliyekirin
09:36 Welatî nikarin dermanan peyda bikin û dema peyda dikin jî nikarin bikirin
09:35 Tiryakî: Em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin
09:34 Ji çalakiya ewilî heta ya dawî heman biryardarî
09:04 Banga ji bo beşadariya li Meşa Gemlîkê
09:03 Hevdîtinên li girtîgehê tên astengkirin
09:02 Piştî sal û nîvekê derbarê îşkenceya di binçavan de biryara neşopandinê
09:02 Hamzaoglû: Ji bo jiyana nû pêdivî bi 'dibistanên HDK'ê heye
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2023'YAN
03/02/2023
22:12 Guneş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:29 'Seyrana Li Çeper' ji bo HDP’ê derket ser dikê
16:58 ÎHD’ê li gelek bajaran ‘Nobeta Aştiyê’ li dar xist
16:16 Cezayê hefsê dan Şaredarê Şemrexê yê berê
16:12 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
15:44 Li Dêrsimê kuştina sewalên kûvî hat protestokirin
15:34 Li Wanê di salekê de hezar û 52 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:22 Çalakiya karkerên firinên Amedê bi ser ket
15:01 Kujerê Sakîne Kultur: Min ji emniyetê û cendirmeyan bipirsin
15:00 Berdana girtî Karabak cara duyemîn hate taloqkirin
14:13 Bersûcê doza Şimonî Dîrîl hat tehliyekirin
13:46 Li girtîgehan greva birçîbûnê didome
13:16 Baroya Rihayê ji bo mafê avê yê xelkê ket tevgerê
12:41 Li Rojhilat û Îranê zexta darazê
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:03 Nobeta Edaletê bi dawî bû: Bila li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
11:59 Dosyeyên cuda yên doza Malbata Şenyaşar kirin yek
10:38 Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e
10:13 ‘Heke em bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin dê bi hev re bi ser kevin’
10:13 ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir
10:07 Cezayê ji ber Mûsa Çîtîl li rojnamevan Kanbal hatibû birîn, hat xerakirin
10:00 ‘Fikrên Abdullah Ocalan gihiştin parzemînan’
09:43 Siyasetmedarê îtalî Acerbo: Ocalan alternatîfek rasteqîn e, hewcedariya me bi dengê wî heye
09:39 Girtî li hundir û malbat li derve di ‘zindanê’ de ne
09:09 Rojnamevan Qasim: Encama şer fiyasko ye
09:06 Li Wanê 3 jin hatin binçavkirin
09:05 Hemû girtîgehên nû veguherandin Îmraliyê!
09:04 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê bibin deng
09:04 Dayika Aştiyê Yenî: Em vê tecrîdê rakin
09:01 Gever ji bo Meşa Gemlîkê amade ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2023'YAN
02/02/2023
22:39 74 hezar TL ceza li Amedsporê hat birîn
22:28 Li Qelqeliyê polîsan wesayîteke sivîl gulebaran kir
21:19 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê: Divê CPT raporê eşkere bike
19:17 Li hevşaredar Elîk û Oncuyê 6 sal û 3 meh ceza hat birîn
16:42 Rojnameger Metîn Uca hate berdan
16:19 Rejîma Îranê ne alîkariyê dide û ne jî dihêle gel alîkariyê bide mexdûrên erdhejê
16:18 Piştevaniya bi Serokê Baroya Amedê re: Em li cem te ne, bêdeng namînin
16:06 Derhênerê îranî Panahî li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
16:02 Rojnamevan Akogûl cara duyemîn beraet bû
15:58 HDP ji bo piştevaniyê çû serdana MA û JINNEWS’ê
15:44 Ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
15:43 Swîsreyê jî balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt
15:31 Polîsê ku Daşkan kuştibû cara duyemîn hat beraetkirin
15:20 Gurdal ê hatibû binçavkirin hate berdan
15:19 Hevserokê DBP’a Amedê Altûn hat tehliyekirin
15:05 Di doza destdirêjiya li dijî zarok de 27 sal cezayê hefsê dan tecawizkar
14:51 Di doza ‘heqareta’ li dijî Erdogan de dê ji Meclisê girtek bê xwestin
14:48 ÎHD’a Enqereyê: Di sala 2022’an de herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:47 Sakîne Kultur a bi îşkenceyê qetil kir sûcdar kir!
14:34 Metîn Uca hate binçavkirin
14:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:52 Rejîma Îranê girtiyê nexweşiya penceşêrê îşkence kir
13:44 ‘Bila qadên avî yên li peravên Gola Wanê bên parastin’
13:39 Gunay: Çareserî li Îmraliyê ye, em ê di her mercî de bimeşin
13:38 Li Rihayê zam li nan hat kirin
13:33 Nobeta Edaletê: Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
12:50 TMMOB’a Amedê: Em ê destûrê nedin talanê
12:25 Serhed di bin berfê de ma
12:09 Malbata Şenyaşar: Edalet bi qurbanî wekîlê AKP’î kirin
11:19 Zuhtu Arslan cara sêyemîn bû Serokê AYM’ê
11:16 Kurd û dostên xwe 24 sal in li ser pêya ne
11:14 Danişîna doza Alokmen û Ceylan hate taloqkirin