MEREŞ - Welatiyên Bazarcixê ku heta serê sibehê li ber sermayê man, şeveke din a zehmet li pey xwe hiştin. Gotina yek ji mexdûrên erdhejê Fîdan Fistik a “Gelo dê ro kengî derkeve?” nîşan dide bê ka xelkê bajar zehmetiyên çawa dijîn.
Mexdûrên erdhejê yên Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû, cihekî nabînin ku lê xwe bihewînin. Hewa, 5 pileyan di bin sifirê de ye û welatî li kolanan dimînin. Hinek jê li dora agirê ku vêxistinê, hinek di qaseyên kamyonan de, hinek jê di wesayîtên benzîna wan xelas bûyî de û hinek jî li kêleka avahiyên hilweşiyayîn disekinin ku xizmên wan di bin kavilê wan de ne...
HEWAYÊ KU MIROVAN DIQERISÎNE
Serê sibehê saet derdora 04.00’an em çûn serdana mexdûrên erdhejê yên li kolanên Taxa Cengîz Topel dimînin. Hêj jî di şoqê de ne, nizanin dê çi bikin. Mirov, li dora agirê hil kirine ji sermayan diricifin û hewl didin destên xwe germ bikin. Tekane daxwaza wan jî koneke ku bikarin di bin de bimînin.
DIXWAZE ROJ SAETEKÊ ZÛTIR DERKEVE!
Yek ji van malbatan jî malbata Fistik e. Hevjînê Fîdan Fistik di wesayîtê de û ew bi xwe jî hewl dide xwe li ber agir germ bike. Hêjta ji şoqa erdhejê derneketiye. Piştî silavdayînê, tavilê pirsa saetê dike. Em jê re dibêjin ku saet 05.00 e. Spas dike û piştre jî serpêhatiya xwe vedibêje.
Dibêje ku di mala wan de xesar çêbûye û heke erdhejeke din çêbibe dê hilweşe. Di vê navberê de hizra wê her tim li ser saetê ye. Navberê dide axaftina xwe û îcar pirsa “Gelo dê ro kengî derkeve?” ji me dike.
'EZ ÊDI NIKARIM VÊ REWŞÊ RAGIRIM’
Em ji Fistik re dibêjin ku du saet piştre dê roj derkeve û ew jî vê bersivê dide: “Ez êdî nema dikarim vê rezîliyê ragirim. Hey ji bo xwedê qet nebe bêje bila saetek be! (Dixwaze ro saetek piştre derkeve.) Ji min re bibin alîkar. Ez êdî nema dikarim vê rewşê ragirim.”
Balê dikişîne ser avahiyên qelişiyan e û dibêje “Hûn rewşê dibînin, baldar bin.” Dixwaze ku em ji avahiyan dûr bisekinin.
HUSEYÎN ANUŞ: EM NIKARIN CENAZEYÊN XWE DERXÎNIN
Em li kolanan digerin û li welatiyekî rast tên ku ji bo agirê bûye bizot venemire li daran digere. Li ser pirsa me dest bi vegotina rewşê dike: “Ez û hevjîna xwe li wê avahiya li pêşberî me dijiyan. Bi erdhejê re em jê derketin. Avahiyê me ne herifî. Avahiyên li rexê me yê rastê û yê çepê herifîn. Cîranên me rizgar bûn. Lê ev du roj in em perîşe bûne. Konek jî nîne em xwe lê stare bikin. Dibêjin ku dê li jêr, li cem parkê konan vedin. Lê em dixwazin ku kon li hemberî mala me bên vedan. Hevjîna min niha di wesayîtê de ye û ez jî hewl didim xwe li vir germ bikim. Gelek nasên me niha di bin kavilan de ne. Lê em nikarin ji wir derxînin. Em dixwazin ku tavilê alîkarî ji me re were şandin.”
Welatiyê ku ji ber sermaya zêde diricife, em jê dixwazin ku li cem agirê hatiye vêxistin berdewam bike. Çavên wî ji rondikan tije dibin. Dema pirsa navê wî jê dikin, dibêje ku navê wî Huseyîn Anuş e. Dema em pirsa “Tu Besê Anuş nas dikî” jê dikin, wiha bersivê dide: “Dotmama min e. Hûn wê ji ku nas dikin.” Piştre jî rondikên wî dibarin.
Piştre em li kolanên cuda yên taxê digerin. Dema em digihijin Cadeya 7’an, li rastî welatiyên ku di bereqeyeke li pêşiya avahiyeke mustaqîl a li rex avahiyekî rûxiyayî hatiye çêkirin dibînin.
'ME DOJEH JIYA’
Welatî dest bi vegotinê dikin: “Ev avahî bi ser mala me de hate xwarê. Me tevî zarokên xwe, xwe avête derve. Em, tavilê bi hawara wan çûn. Me dayikek, keça wê û neviyê wê ji nava kavilan derxistin. Fatmayê (Dayik) jiyana xwe ji dest dabû. Keça wê Sûltan û neviyê wê hêjta dijiyan. Xalên min jî di bin kavilên din de bûn. Me ji wir jî 4 kes derxistin. Ew şev bo me mîna dojehê bû. Piştî ku me xalê min û ew derxistin, bi hawara xezûrê xwe û wan ve çûn. Me nekarî xwe bigihînin wan. Em du rojan li bendê man. Me kemçe anîn lê AFAD tune bû. Me AFAD anî îcar kemçe tune bûn. Me cenazeyên xezûr û xesûya min duh ji bin xerabeyan derxistin.”
LI APARTMANA YOKSULÊ REWŞA DAWÎ
Li Apartmana Yolsul ku tê payîn 5 jê zarok herî kêm 11 kes di bin kavilên wê de ne, piştî nîvşevê navber dan xebatan.
Şevê din saet derdora 00.00’an di encama xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li apartmana li hemberî Marketa Eren Mînî ya li ser Cadeya 8’an a Taxa Cengîz Topel de cenazeyên 2 kesan ji bin xerabeyan hatin derxistin. Xebatên li vê derê bênavber didomin.
MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay