ÎZMÎR – Serokê Şaxa JMO’yê ya Îzmîrê Koray Onalan, diyar kir ku ji bo Xeta Fayê ya Anatoliyaya Navîn bi sala ye hişyarî tên kirin û wiha got: “Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya.”
Li Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn û li 10 bajaran rê li ber rûxandineke mezin vekirin. Bi hezaran welatî di mercên giran ên zivistanê de hêj di bin kavilên avahiyan de ne û hejmara qurbaniyan jî roj bi roj zêdetir dibe.
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Jeolojiyê (JMO) yê Îzmîrê Koray Onalan da zanîn ku erdheja çêbûyî dikariya demek berê bihata texmînkirin û wiha got: “Erdheja ewil a bi pileya 7.8 surprîz nebû. Mixabin Tirkiye mezintirîn karesata sedsalê dijî. Bila kesek nebêje em li benda vê erdhejê nebûn. Bi sala ye zanyar balê dikişînin ser xeta fayê ya Anatoliyaya Rojhilat, odeyên pîşeyî xebatên cidî dikin û hişyarî didan. Li Tirkiyeyê 485 xetên fayê yên çalak hene. Bi sedsala ye li vê derê erdhej çêdibin û piştre jî dê ev çêbibin.”
‘HEKE TEVDÎR BIHATINA GIRTIN DÊ EWQAS RÛXÎNER NEBÛYA’
Bi domdarî Onalan diyar kir ku rêxistinên pîşeyî û zanyaran gelek caran bandora xesarê ya erdhejê ji rêveberiyên navendî û herêmî re şandine û ev tişt anî ziman: “Heke tevîrên pêwîst bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya. Ev pêvajoyek bû. Diviya bû piştî sala 1999’an, gelek çavkanî ji bo jinûveavakirina stoka avadaniyan bihatina xerckirin. Lê nehat kirin. Ji sala 1999’an heta 2018’an de gelek rêzikname hatin nûkirin. Zanyaran her tim gotin ku dibe ku di kêliyê de li xetên fayê yên Anatoliyaya Rojhilat, Anatoliyaya Bakur, Marmara û Egeyê erdhej çêbibin. Xwestin ku stoka avahiyan bên nûkirin û qadên jiyanê yên biewle bên avakirin. Me ev yek nekir lewma jî bi encameke wiha re rû bi rû man. Ji sedî 92’yê nifûsa Tirkiyeyê li herêmên erdhejê dijîn. Em neçar in avahiyên saxlêm çêbikin. Rêveberiyên navendî û herêmî neçarin ku deste xwe lez bigirin û qadên biewle û avahiyên saxlem çê bikin. Kesek nikare dê sibe du sibe li Tirkiyeyê çi bibe.”
‘DIVÊ VENIHÊRTIN HEBE’
Onalan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ji hêla teknîkî ve demildest xebatên herêmîkirin û jeoteknîkê bi dawî bibin. Divê qadên biewle bên diyarkirin. Hinek qad hene lê pir kêm in. Li gorî rêziknameya erdhejê ya nû, divê avahiyên nû bên çêkirin. Ya herî girîng jî ew e ku dewlet venihêrînê bike. Lê mixabin pergaleke me ya wisa nîne. Di nava pergala venihêrtina avahiyan de pirsgirêk hene. Weke mînak, erdnas di nav de nînin. Divê erdnas di nav de hebin da ku qadê diyar bikin û venihêrtinê bikin. Heke em wisa bikin belkî nifşên piştre biewle bijîn.”
MA / Delal Akyuz