NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî erdhejên mezin ên navenda wan Mereş, dîsa hemû kes pirsa “Bacên erdhejê li ku ne?” dike. Îktîdara AKP’ê ku di demên berê de digot; “Ji bo rê û balafirgehan hatin xerckirin”, gelemperiya îhaleyên rê û balafirgehan pêşkeşî şîrketên koma “çeteya pênc kesan” kir.
sLi navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin çêbûn û li bajarên Semsûr, Meletî, Dîlok, Amed, Riha, Hatay, Edene, Osmaniye û Kîlîsê rê li ber karesatên mezin vekir. Ji ber qada ku bandor lê kiriye, weke “mezintirîn erdheja dîrokê” hate qeydkirin. Bi erdhejê re polîtîkayên AKP’ê yên erdhejê ku 21 sal in îktîdar e, dîsa bûn rojev. Pisporan gelek caran biisrar bal kişandin ser xetên fayê û hişyarî kirin lê tevî vê yekê jî AKP’ê tu tevdîr negirtin û vê xemsariya jî karesata heyî hêj mezintir kir.
Li gorî daneyên fermî, di erdheja Golcuk-Marmarayê ya di 17’ê tebaxa 1999’an de 65 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî erdhejê bûbû îktîdar û li ser erdhejê bi van gotinan hikûmetên berê rexne kiribû: “Ji bo ku em careke din heman trajediyan nejîn, dê xebatên xwe bidomînin.” Bi ser re dehan sal derbas bûn û dema li rewşa heyî tê nihêrtin, tê dîtin ku îktîdara AKP’ê berevajî sozên xwe, rê li ber komkujiyên mezin vekiriye.
Piştî ku AKP bûyî îktîdar, gelek erdhej çêbûn. Di sala 2003’yan de li Çewlikê, di sala 2011’an de li Wanê, di sala 2020’an de li Îzmîrê û di sala 2020’an de jî li Xarpêtê erdhej çêbûn. Li gorî erdhejan, her wiha li gorî daneyên fermî ji sedî 70’î Tirkiyeyê di bin rîska erdhejan de ye. Tenê di sala 2022’yan de zêdetirî 15 erdhejên ser pileya 5’an çêbûn.
BACÊN ERDHEJÊ LI KU NE?
Lewma jî li hemberî xetereyên heyî, piştî erdheja 17’ê tebaxa 1999’an ji bo pêşîlêgirtina windahiyên di aboriyê de û cebirandina birînên gel, “Baceya erdhejê” kete meriyetê. “Baceya erdhejê” di serî de weke sepaneke demkî kete meriyetê lê belê di demên piştre de li ser fermana Erdogan, ev sepan hate mayîndekirin. Di navbera salên 2002-2022’yan di çarçoveya “Bacên erdhejê” de 83 milyar û 621 milyon û 940 hezar lîre pere hatin komkirin.
Piştî her erdhejê pirsa pereyê hatiye komkirin hat kirin û nîqaş li ser hatin kirin. Her wiha li gorî daneyên fermî, di erdheja Wanê de 644 kesan jiyana xwe ji dest dan û piştî erdhejê pirsa “bacên erdhejê li ku ne” ji Wezîrê Darayî yê wê demê Mehmet Şîmşek hate kirin. Şîmşek, di bersiva xwe de gotibû ku ev pereye ji bo rêyên duble, balafirgeh, perwerde û tenduristiyê hatiye xerckirin.
Di sala 2020’an de li Îzmîr û Xarpêtê jî erdhej çêbûn û heman pirs ji îktîdara AKP’ê hate kirin. Rayedarên ku ji bersivdayîna pirsê direviyan bi van gotinan hewl dan xwe xelas bikin: “Dibe ku ji bo lêçûnekê hatibin bikaranîn.” Di encama erdhejên behsa xeberê de jî bîlançoyên giran çêbûn.
ÇETEYA 5 KESAN
Piştî erdheja Mereşê, dîsa pirsa “Bacên erdhejê li ku ne” kete rojeva raya giştî. Her wiha gotina Mehmet Şîmşek a “Ji bo rêyên duble hatin xerckirin” bi bîr xist. Ev gotin, îşaret bi muteahîtên ku ji dewletê îhaleyan digirin dikin. Herî zêde Cengîz Holdîng, Lîmak Holdîng, Kalyon Grup, Kolîn Holdîng û Makyol Grup ku ji hêla dewletê ve tên xweyîkirin û di nava civakê de weke “Çeteya 5’an” tên binçavkirin, ji dewletê îhaleyan digirin. Îktîdara AKP’ê tenê di sala 2022’yan de bi bihayê 220 milyar dolaran îhale dan van şîrketên navborî û 128 caran jî efûya bacê da. Di nava îhaleyên behsa xeberê de her wiha yên rê, pir, balafirgeh, tunel û nexweşxaneyên bajaran jî hene. Pira Osmangazî, Balafirgeha Stenbolê, Tunêla Avrasyayê û Pira 3’yemîn, çendek ji wan projeyên balkêş in. Piştî erdheja dawî, Balafirgeha Hatayê ku rûxiya nema dikare êdî were bikaranîn, rêyên di navbera Mereş, Dîlok, Osmaniye û Hatayê de jî ji hêla çeteya 5’an ve hatine çêkirin.
Efûya îmarê jî dike ku bîlançoya erdhejê hêj girantir bibe. Di navbera salên 1955-2002’an de tenê 8 caran efûya îmarê hatibû kirin lê di 21 salên îktîdara AKP’ê de 9 caran bû rojev. Di sala 2018’an de efûya îmarê hate derxistin, rê li ber avahiyên qaçax hate vekirin û bi vê yekê re barê bajaran hate girankirin.