ENQERE - Biryara Rewşa Awarte ku 10 bajarên Kurdistanê yên bandor ji erdhejê girtin dihewîne, berpêşî meclîsê hat kirin.
Piştî erdhejên li Kurdistanê, Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan Rewşa Awarte (OHAL) îlan kiribû. Biryara ragihandina Rewşa Awarte piştî ku di Rojnameya Fermî de hat belavkirin, biryar berpêşî meclîsê hat kirin.
Biryara Rewşa Awarte dê sibê berpêşî dengdayîna li Desteya Giştî ya Meclîsê bê kirin.